Stêr: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
EmrahÖ (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
EmrahÖ (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:The sun1.jpg|thumb|[[Roj|Roh]] histêrka herî nêzîk e ji [[erd]]ê re]]
[[Wêne:Starsinthesky.jpg|thumb|300px|]]
'''Histêrk''' (an stêr an jî stêrk) ew e, ku ji hêza xwe wek goyekî ja gazê ronahî dide, di hundirê wê de reaksiyona atomî pêk tê û tîrêj jê peyda dibin. Bi gelemperî di hundirê wê de [[hîdrogen]] di bin pestan û zora reaksiyona atomî de dibe [[hêliyûm]]. Radeya germahî û ronahiya wan li gor mezinahiya wan e. [[roj|Roja]] me jî histêrkek e û ji ber ku ji me ve pir nêzîk e, ji ber wê jî ewqas mezin û ronahî xuya dike. Ji bilî [[heyv]] û [[gerstêrk|exteran]], her çavkaniyeke ronahiyê li ezmanan histêrkeke rojîn e. Heya bi dûrbîn û têlêskopan jî mezin xuya nake, ji ber ku ew pir dûr in. Histêrka here ji me ve nêzîk piştî roja me, jêre [[Proxima Centawrî]] dibêjin. Ew ji me ve 270.000 car ji roja me dûrtir e (serinc: Roja me ji zemînê ve 149.600.000 km dûr e). Histêrk bi awakî giştî ji gazên hîdrogen û hêliyom û beşekî biçûk ji hin gazên din pêktên. Gaz ji hevdu direvin, lê belê bi hêza giranahiyê bi hev ve tên girtin. Bi vî awayî Histêrk têkuz dimîne. Nava wê kana şiyanê (energiyê) ye: Di her bîstekê de bi milyonan ton ji hîdrogen vediguhêze û dibe hêliyom. Histêrkên mezin bi 100 carî ji roja me mestir in. Gava Histêrk hên bêtir mezin be, hîngê nikare têkuz bimîne û dibe ku ji hev bişele. Ew Histêrkên mezin ronahiya wan gelek xurt e û pir germ in. Ji lewre, rengê ronahiya wan şîn e. Histêrkên ku bi mezinahiya xwe mîna roja me ne, ji Histêrkên navîn tên hejmartin û rengê ronahiya wan zer e. Histêrkên biçûktir rengê sorê dagerî didin. Histêrkên hên biçûktir, ku mezinahiya wan tenê 1/20 ji mezinahiya roja me, germahiya wan nizim e û nema dikarin rêksiyona atomî pêkbînin. Ji wan re biçûkên mor dibêjin. Piraniya Histêrkan ne bitenê, lê belê bi cot yan jî bi kom pêktên. Ji lewre, şêweyên têvel yên Histêrkan hene.