Salnameya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B ji bo Salname hate beralîkirin
Alsace38 (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Salnameya kurdî; [[Newroz]] (li başûrê Kurdistan ji meha Adarê re Newroz dibêjin) rojeke kifşe û di salnama Kurdî de bi "Sersalî" hatiye edilandin. Kurdan bi vê rewşê bi cîranên xwe daye nasîn jî. Ji xwe navê wê her karî ronahî dike û bi Kurdî ye: new= nû, roz= roj, newroz= nû roj yanê roja nû, ne ku meha nû ye.
#REDIRECT [[Salname]]
 
Gelek navên curbecur ji bo mehan tê bikaranîn. Navên mehên Kurdî yên ji alê Enstîtuya Kurdî (Stenbol) ve hatine pejirandindin û di salnama Enstîtuyê de hatine weşandin ev in: [[Adar]], [[Avrêl]], [[Gulan]], [[Pûşper]], [[Tîrmeh]], [[Gelawêj]], [[Rezber]], [[Kewçêr]], [[Sermawez]], [[Berfanbar]], [[Rêbendan]] û [[Reşemî]].
 
Ev nav hemî Kurdî ne, kevn in, û têgihdar in jî. Xweza di her mehê de li gor werza xwe têgih distîne. Bi kurtî têgiha navên wan ev in:
 
# [[Adar]]: Kurtkirina "Avdar"ê ye. Ji xwe hinek herêm Avdarê bikartînin. Têgiha bi av, xwedî av, têrav dide. Him jî têgiha "av dikeve daran" dide.
# [[Avrêl]]: Ji peyvên av û rêl (daristana çiyan) hatiye himatê. Di vê mehê de av dikeve rêlan jî. Ango rêl jî şiyar dibin.
# [[Gulan]]: Meha gulan. Li Kurdistanê di vê mehê de gul tên çinîn.
# [[Pûşper]]: Hevedudaniya ji peyva "pûş" û "per" e. Ji giyayê ne diriyê hişkolek re "pûş" tê gotin. Di vê demê de giyayê çiyan wisa hişk dibe her wekî bi per in, ba lê dixe û difirîne. Lewra bi navê "Pûşper" hatiye bi nav kirin.
# [[Tîrmeh]]: Hevedudan î û ji wûşên "[[tîr]]" û "meh" pêk hatiye. Tîr naveke din ji bo Sirius (tirkî: Akyıldız) e. Tîr stêrka herî ronî de ezmanan e. Navê mehê 'tîrmeh' ji vê sterkê tê, ji ber ku di dawiya vê mehê derdikeve.
# [[Gelawêj]]: Di vê mehê de, stêrka Gelawêj xwiyadibe û cîhan hêdî hêdî ber bi sermayê ve diçe.
# [[Rezber]]: Li Kurdistanê bi piranî tiriyên rezan di vê mehê de tên çinîn. Ji bo çi peyva birîn tê bikaranîn û çinîn nayê xebitandin. Lewra weşiyên (gûşiyên) tirî tên birîn. Ji ber vê yekê "Rezçin" ne rast e. Rezber bê xweşûş rast e.
# [[Kewçêr]]: Ji çêrîna kewan hatiye hevedudanî kirin. Di vê mehê de kewên koçber ber bi zivistanwarên xwe ve difirin û bi şev diçêrin. Li gor wê, ev meh weha hatiye bi nav kirin.
# [[Sermawez]]: Têgiha navê wê li ser e; sermayê tîne.
# [[Berfanbar]]: Ji barîna berfê ev nav lê hatiye kirin. Di vê mehê de gelek berf dibare, hişkî dikeve, serma zêde dibe û di serê mehê de çile zivistanê dest pê dike.
# [[Rêbendan]]: Ev nav ji bendkirina riyan hatiye girtin. Dewra berê çara berfavêtin û vekirina riyan tune bû. Ji ber vê yekê, gava qasek berf dibariya, pêşî li riyan dihat girtin. Ango dibû mîna bendan û bi hesanî riya derketinê ne dida. Ji xwe di mehên zivistanê de, li Kurdistanê zêde barîna berfê, tundiya bager û bapêçê û ketina şapan (aşîd) tê zanîn. Ev bûyer hemî ji sedemên bendkirina riyan bûn.
# [[Reşemî]]: Ev nav ji meha reş hatiye himatê. Her çiqas peyva "reş" bi têgiha peyvî ya ferhengî, rengdêra rengê reş e, lê bi biwêjkî bi têgiha xwerû, saf, sade tê bikaranîn. Wekî, mêrê reş, jina reş, leşkerê reş, zivistana reş û hwd...
 
[[Wêne:Calendar Thessaloniki 1896.jpg|thumb|Salnameyeya [[Tesalonîkî|Tesalonîkiyê]] (1896), bi [[osmanî]], [[yewnanî]], [[ermenî]], [[îbranî]], [[fransî]], [[bulgarî]] ye û salnameya [[Hîcrî]], ya [[cihuyî]], ya [[Salnameya Julianî|Julianî]] (20/10) û ya [[Salnameya Gregorî|Gregorî]] (1/11) tên dîtin]]
 
{| class=wikitable
! 21-03 !! 21-04 !! 22-05 !! 23-06 !! 24-07 !! 24-08 !! 24-09 !! 25-10 !! 23-11 !! 23-12 !! 21-01 !! 20-02 !!
|-
| Cêjnan || Gulan || Zerdan || Puşper || Gelawêj || Xuweşan || Baran || Xêzan || Saran || Befran || Bendan || Reşemang || <ref>Interview with older Kurds from Southern Kurdistan in Exile</ref>
|-
| Xakelêw || Gulan || Cozerdan || Puşper || Gelawêj || Xermanan || Rezber || Gelarêzan || Sermawez || Befranbar || Rêbendan || Reşeme || <ref>Kurdish-Persian Dictionary, A. Sharafqhandi "Hejar Tehran, Iran. 1991.</ref>
|-
| Cêjnan || Gulan || Zerdan || Perper || Gelawêj || Nûxuşan || Baran || Xêzan || Saran || Befran || Bendan || Remshan || <ref>Kermanshahan and Its Ancient Civilization. Iraj Afshar. Tehran 1992.</ref>
|-
| Xakelêw || Banemîr || Cozerdan || Pûşper || Gelawêj || Xermanan || Rezber || Xezellwer || Sermawez || Befranbar || Rêbendan || Reşemê || <ref>Historical Geography and Comprehensive history of Kermanshahan, M. ali Soltani. Vol. 2, Tehran. 1993.</ref>
|-
| Xakelêw || Banemer || Cozerdan || Pûşper || Gelawêj || Xermanan || Rezber || Xezelwer || Sermawez || Befranbar || Rêbendan || Reşeme || <ref>The Kurdish calendar published by Sérwe the Kurdish Cultural Journal, Wirmí 1995.</ref>
|-
| Xakelêw || Gulan || Cozerdan || Pûşper || Gelawêj || Xermanan || Rezber || Gelarêzan || Sermawez || Befranbar || Rêbendan || Reşeme || <ref>The Kurds: A Concise Handbook, Mehrdad R. Izady, Taylor & Francis Publishers, Washington, D.C., 1992.</ref>
|-
| Nîskan || Gulan || Cozerdan || Trîmê || Gelavîj || || Kewcêr || || Sermaviz || Çileyê Pa.|| Sevba || Avdar || <ref>Interview with older Kurds from Northern Kurdistan in Exile</ref>
|-
| Nîsan || Gulan || Hêzîran || Tîrmeh || Tebax || Elûn || Çiriya Pê. || Çiriya Pa. || Çileyé Pê. || Çileyé Pa. || Sebat || Adar || <ref>The Kurdish calendar published by PSK (Socialist party of Kurdistan) for year 2000 in Sweden.</ref>
|}