Urartû: Ferqa di neqeba guhartoyan de

3435 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 8 salan
kurteya guhartinê tune ye
B (Bot: 43 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe)
No edit summary
 
Meriv dikare bije çenda urartuyan, çanda zagros pişti Gûtiyan ya heri mezin e. Ya heri sereke ye. Gelek naveroka wê tujiye. Pişti çenda Urartuyan bi ciheki giran biha çenda mediya destpidike.
vira ev tê xwuya. çenda zagros her viha çenda Gûtiyan, li heremêde bê qetandin hezar salin berdevame. carna navê vê çendê Gûtiye, carna Urartuya, carna mediye,carna huriye, carna, luluye. lê ev çand navê wê çi dibe bilabibe ev çanda zagrose.
 
Gelê Ûrartû yan Gelê Xeldî, bi navên (Xaldî / Xaltî) jî tê naskirin, navê wan ji navê xwedayê Xeldî (Aldî) hatiye girtin; wan welatê xwe bi (Biyaynîlî) binav dikirin. Aşuriyan navê (Naîrî/Nayrî ) li hin deverên welatê Xeldî kirine, ew deverana niha bi navê (Şemdînan) tên naskirin. Şêx Ubeydulla Nehrî; reberê şoreşa (1880 z) ji wa deveran bû. Piraniya Xaldiyan di navbera çar golan da dijiyan: Gola Çîlder, gola Wanê, gola Urmiyê û gola Sîvan, bajarê Toşpa yê ku paytexta wan bû, ew bajar li nêzîkî bajarê Wanê dike û di pêra cîwarê gelê Xeldî fireh bû û gihişt çemê Ferêt<ref>Pirtûka Cemal Reşîd: Jêdera berê, beş 2, rû 131-134</ref>.
 
=== Qonaxa Lawaziyê (1275 – 840 b.z) ===
 
Di vê qonaxê da desthilata navend li welatê Xaldî tune bû, welat di navbera gelek mîrnişînan da parve bûbû; pirê caran jî hevdijayetî di navbera an
da gur dibû; lewra jî êrişên şahên Aşûr - ji Tukulti Ninurta I (1233 – 1197 b.z) heya bi Aşûr Nasir Pal II (883 – 959 b. z) - li welatê Xaldî bi serdiketin<ref>Cemal Reşîd: Jêdera berê, bes 1, rû 164, beş 2, rû 131, 132. </ref>.
 
=== Qonaxa Hêzdariyê (840 – 959 b. z) ===
 
Di vê qonaxê da, mîrnişînên Xaldiyan bûn yek, şahnişîneka cengewar pêkhat, şah Serdor(Serdar) ê yekem ev şahnişîna avakir. Di bin serkêşiya wî da,
Xaldiyan ne bes xwe ji desthilata Aşûriyan rêzgar kirin, lê belê êriş li ser êrişê dane ser şahnişîna Aşûr, sînorê welatê wan li bakur gihişt serkaniyên Dîcle û Ferêt û li başûr beşek ji deverên Aşûr (Subartu) xistin bin destlata xwe, û ji çemê Aras li rojhilat heya bakurê Sûriyê li rojava ket bin destê wan<ref>Cemal Reşîd: Jêdera berê, beş 2, rû 125 – 127. Mihemed Beyyûmî Mehran: Dîroka Îraqê ya kevin, rû 372. Cemal Reşîd: Jêdera berê, beş 2, rû 127. </ref>.
 
=== Qonaxa Têkçûyinê (959 – 612 b. z) ===
 
Di vê qonaxê da şahnişîna Aşûr careka din bi hêz bû, di sedsala (8 b.z) Tîglat Pilaser şahê Aşûr da ser welatê Xeldî, raste ku şah Serdorê duwem gelekî li berxwe da, lê sala (743 b. z), di cengeka germ da Tîglat Pilaser bi ser ket. Di pêra Rosayê duwem ala cengê li dijî Aşûr rakir, lê şahê şûr Sargonê duwem - sala (714 b.z) – biserket, bajarê Toşpa dagîr kir û malbata Rosa dîl kirin. Ji xemgînî Rosa bi xençerekê xwe kuşt . Di serdema şahê Xeldî Serdorê Sêyem da êrişvanên Skît - ên ku ji bakurê Derya reş êrişî Kurdistanê kiribûn - şahnişîna Xeldî hilweşandin û piştî sala (612 b. z) welatê Xeldî bû beşek ji împeretoriya Med<ref>Cemal Reşîd: Jêdera berê, beş 2, rû 128, 128 – 129. Mihemed Beyyûmî Mehran: Jêdera berê, rû 419</ref>.
 
Ji hêla kultûr û şaristanî da, zimanê Xaldî ji zimanê horî (xorî) va nêzîk bû û gelê Xaldî ji bo çêkirina madenan pêşketî bû. Metiryalên mîna hesin, baqil (baqir), zêr, qurşîn û qelê, ber dest bûn, xencî vê jî, karên hîdrolîkî li Urarto gelekî bi pêş ketibûn, cihokên bin’erd ( اتz{|}) ji bo avdana zeviyê kolandin, yek ji wan cihokan av ji dora gola Wanê bi dirêjahiya 75 Km digihandin zeviyan<ref>Wîlyêm Langer: Dîroka cîhanê ya fireh, beş 1, rû 87. Bongard – Lîvîn: Li derdora Rohilatê kevin, rû 532. Cemal Reşîd: Jêdera berê, beş 2, rû 122, 131, 139, 141, 163, 164.</ref>
 
[[Kategorî:Dewleta dîrokî]]
552

guhartin