Bidlîs: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 33:
| lon_deg = 42 | lon_min = 6 | lon_sec = 26 | lon_dir = E
}}
'''Bidlîs''' an '''Bilîs''' (carina weke ''Bedlîs'' jî tê nivîsandin) bajarekî li [[Bakurê Kurdistanê]] ye. Bidlîs bajarek ji erdnîgara Kurdistanê ye. Li rojavayê [[Gola Wanê]] cih digre û di sînorê [[Agirî|Agiriyê] de ye. Navê Bidlîsê; di kurdî de tê wateya lehengî û bêtirsî. Bi rastî navê Bidlîsê ewil 'Bêtirs' bûye {{fact}}. Lê di pêvajoyê de guheriye û bûye Bidlîs.
 
== Nav ==
 
Navê bajêr yê kevn ji alî [[Îskenderê Zulqerneyîn]] ve wek "''bad- lis"'' hatî ye danîn. Piştre nav wek ''Bit-lîz'' û Bitlîs hatiye guhertin. Di çavkaniyên ermeniyan de navê bajar wek Paxiş derbas dibe {{fact}}.
 
Li gorî hin jêderkên din jî, navê Bidlîsê ewil 'Bêtirs' bûye {{fact}}. Bi kurdî tê wateya lehengî û bêtirsî. Lê di pêvajoyê de guheriye û bûye Bidlîs.
 
== Dîrok ==
 
Di dever de herî pirr [[titûn]] şîn dibe. Ji bilî viya Bidlîs bi bexçê meyweyan û ji alî dexl (zad) de gellek dewlemend e. Avhewa wî gellek hişk e.
 
Dîroka dever, bi dîroka [[Aryan]] destpê dike. Li gor lêkolînan hebûna wî digihîje beriya zayinê, salên 5000’ê.
Xerakirina mezin a li ser navçe, li gor hin çavkaniyan ji alî [[Asûriyan]] pêk hatiye. Ew dem jî dema desthiladariya [[Mîtaniyan]] e. Ji ber ku Mîtanî, zimanê Xurrîkî bikar dianiyan, ji vê kargeriyê re Împeratoriya “[[Xurrî]]-[[Mîtanî]]” tê gotin. Beriya zayinê di sedsala 13’an de piştê helweşîna Mîtaniyan, di sedsala 12’an de ya [[Hîtîtiyan]], li rojhilatê, di nêvendên çiyayî de gelê Aryan bicih bûne. Di sedsala 9’an de gelê Aryan federasyonekî ku navenda wî [[Tûşpa]] ye, desthiladariya [[Urartû]] saz kirine. Bi talanên Asûran Urartû gellek hêz wenda dike. Ji ber ku van êrîşan bidawî bikin Aryan, di sedsala 7’an de li Îrana Rojava, bi [[Medan]] re digihîjin hev. Keyê Med [[Keyaksares]], welat ji hemî talankeran paqij dike û heta [[Behra Sor]] Aryan di bin alekî de digihîjîne hev.
 
Di sedsala 6.’ê'an de [[Persiyan]] wek derb, tên ser artêşa Med. Her çiqas bikevin nêvenda rêvebirina wan a ramyariyê jî pirr bihêz nîn in, ji ber vî yekê beriya zayinê, di sala 333'an de artêşên Persan bi [[cenga Îssas]] ji alî Keyê [[Makedonya]]yê [[Skender]] têk diçin. Ji vir û pê ve navçe di nav sînorên Gordyene de dimîne. Ji sedsala 1.’ê pê ve her çiqas artêşên [[Roma]]yê du car êrîşê van axan bikin jî, pirr nikaribûne li vir bisekinin û vegeriyane.
 
Zanînên li ser dîroka Bidlîsê, bi taybetî di pirtûka [[Şerefname]] de jî hatiye komkirin û hatiye weşandin. Li gor vê pirtûkê jî di wê demê de, di vî herêmê de 25 eşîrên [[Kurd]] ku ji hev cuda dijîn, tên ba hev û biryara bihevrebûnê digrin. Wê demê hukumdarê [[Gurcî]], [[Tadît]] li herêmê serwer e. Eşîr êrîşê artêşên vî hukumdarî dikin û kelê û bajar bidest dixin. Van 25 eşîrên ku eşîra [[Rojkan]] pêk tînin û bi navê Rojkan hatine binavkirin, navên wan ev in: [[Qeysan]], [[Baykan]], [[Modkan]], [[Zoqeysî]], [[Zeydî]], [[Keleçeran]], [[Xirbelan]], [[Balkan]], [[Xiyartan]], [[Goran]], [[Bireşan]], [[Sekran]], [[Garisî]], [[Bêdoran]], [[Belakurdan]], [[Zerdûsan]], [[Endakiyan]], [[Pirtayan]], [[Qewalisî]], [[Girdîkan]], [[Suhrewerdiyan]], [[Kaşaxiyan]], [[Xaldan]], [[Istûkan]] û [[Ezîzan]]{{Çavk}}.
 
Li dûv vê hevgirtinê, [[Bîzans]] û [[Sasanî]] tên herêmê, lê pirr na mînin. Di sedsala 11'ê de dagera [[tirkmen]]ên bi navê [[Selcûqiyan]] tên zanîn pêk tê. Navçe ku di nav sînorên Dugela [[Merwanî]] ya Kurd de ye, di sedsala 13'êan de rûqalê dagira [[Moxolan]] tê. Piştê van dageriyan Bidlîs di nav Împeratoriya [[Eyûban]] de dimîne. Bidlîs piştê dagera [[Tîmûr]] jî derbas dike êdî di bin birêvebirina [[Şerefxaniyan]] de bi sedsalan dimîne.
 
Di dema Hz. [[Umer]] de Bidlîs mislimaniyê nas dike û di vê demê de gel dibe [[misliman]]. Bidlîs di bin birêvebirina [[Emewiyan]], [[Ebasiyan]], [[Merwaniyan]] de jî maye û di sala 1537'an de bûye bajarê [[Osmaniyan]]. Di sedsala 16'ê de Bidlîs bi tevahî girêdayê Osmaniyan e. Heta sala 1894'an ji alî Şerefxaniyan tê birêvebirin. Di sala 1915'an de bi dagîriya [[Rûsan]] rû bi rû tê. Ev dagîrî di Bidlîsê de hilweşînekî mezin pêk tîne. Di sala 1916'an de bi saya [[axa]], [[beg]] û hemî gelê Kurd, Bidlîs ji dagîriya Rûsan xelas dibe. Lê her çiqas ji dagîriyan xelas bibe jî herêm li gor demên berê nîn e. Lewra rûqalê gelek dagîriyan hatiye û gelek wendabûnên wê hene. Berê gelhê Bidlîsê qasê 60 hezaran e, piştê van talanan, bi taybetî piştê dagirkeriya Rûsan hejmara gelhe dikeve hejmarên hezarê. Di sala 1929'an de Bidlîs dibe navçeya [[Mûş]]ê, lê di sala 1936'an de dîsa dibe bajar.
Line 132 ⟶ 135:
 
=== Çiyayên herêmê ===
[[Sîpan]] (4.058. m), [[Ziyaret]] (3.002 m), [[Nemrûd]]a Bidlîsê (2.935 m)ê û [[Turşik]] (2.828 m) çiyayên herî bilind ên herêmê ne.
 
==== Çiyayên Nêmrûd û golên wî yên krater ====
Line 215 ⟶ 218:
* [[Şemsî Bidlîsî]] (?- 1788)
* [[Şerefxanê Bidlîsî]] (?-?)
* Selîm Silêman (sedsala 16. -17.'an){{Çavk}}
* Şukriyê Bedlîsî (sedsala 15.'an){{Çavk}}
* Muştaq Baba{{Çavk}}
* XarisXarisê (haris)Bedlîsî Bedlîsî(sedsala 17.'an){{Çavk}}
 
== Çavkanî ==