Kamiran Alî Bedirxan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 1 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Pasur (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Kamiran Alî Bedirxan''' parêzger û rojnamenivîsê kurd û yek ji lawên malbata mezin a kurdan malbata Bedirxaniyan bû.
 
Kamiran Alî Bedirxan birayê [[Celadet Alî Bedirxan|Celadet]] û [[Sureya Bedirxan|Sureyya]] bû. Di [[21'ê tebax]]a [[1895]]'an de li [[Stenbol]]ê hatiye dinyayê. Wî li [[Almanya]]yê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li [[Bêyrût]]ê bi cih bû û li wir avûkatîparêzerî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara [[Hawar]]ê de hatine weşandin, wî di sala [[1943]]'an de li [[Bêyrût]]ê rojnameyên [[Roja Nû (rojname)|Roja Nû]] û [[Stêr (rojname)|Stêr]] derxistin.
 
Kamiran Bedirxan di sala [[1947]]'an de çû [[Fransa]]yê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li [[Unîversîteya Parîsê]] dest bi hînkirina zimanê kurdî kir.
Rêz 8:
Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêbî nivîsandin. Herçiqas kitêbên wî ên kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.
 
Kamiran Bedirxanê ko hemû jiyana xwe dabû kulturçand, ziman û edebiyatawêjeyê kurdî, di sala 1978'an de li [[Parîs]]ê wefat kir.
 
Kamiran Alî Bedir-Xan di salên 1940 de, dersên xwendina Kurdî dida Kurdên Lubnanê li zanîngeha (Layîk) ya bi nav û deng, tevî beşdarbûnên wî di weşînên bernameyên Kurdî yên radyowa Rohelatê li Beyrûta [[Libnan]]ê, ya ku hatibû damezrandin roja 5ê Adarê sala 1941ê. Weşîna radyoyê her hefte 2 caran bû, roja Çarşembê û roja Înê. Kamiran çend pirtûkên xwe jî çap kiribû li çapxane ya Jozêf (Joseph) Selîm Seyqelî li taxa Sokak Al-Bulat.