Bülent Tekin: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Orjins (gotûbêj | beşdarî)
bulenttekin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 20:12, 4 sibat 2014

Bulent Tekîn (15 Sibat 1954) Helbestvan û Nivîskarekî kurd e. Li Navçeya Dêrikê ya bi ser bajarê Mêrdînê ve ji dayîk bûye.[1] Bi eslê xwe ji navçeyaOmerliyê ji gundê Rissinê ye.Di akademiya evahîsazî û endezyariyê di zanîngeha Galatasarayê de, endezyariya kîmyayê (ODTU) li kampûsa dîlokê endezyariya avahîsaziyê de perwerdehî dîtiye.. Di dema zanîngehê di senaryoyê bi navê Dilîn de cî girtiye. Ev berhem di kovareke sînemayê de wekî wêne-roman hatiye seneryokirin. Di der barê şert û mercên salên 70’yî de pirtûkên ku bi van navan hatine nivîsîn “kur (roman)”, “Pere (roman)”, “Hemû (çîrok) Helbest (helbest)”, “civakparêziya Şîliyê (lêkolîn)” Ji ber ku ji aliyê polîsan ve hatiye bidestxistin, ew berhem ne hatiye çap kirin . Bulent Tekîndi Komaleya Wejevanan, BESAM, TYS, Komaleya Rojnameyan Başûrê Rojhilat (endamê rûmetê) û endamê Komaleya Rojnamevanên Mezopotamyayê û yêPENÊ ye.[2] Di kovara Girgirê de jî nivîsên wî belav bûne.[3] Wî demekê di Dijle Tv bernameyabi navê “Tarafsız Bakış” pêşkeş kiriye.[4] Ew zewîciye û bavê du zarokan e.

Bülent Tekin
PîşeNivîskar û Helbestvan
MalperBülent Tekin
biguhêreBelge

Zarokatiya wî

Bulent Tekîn,li Dêrikê hatiye dine. Lawê Abdulezîz Tekîn e . Li derdorê bi navê Eyzê Pîrê te nasîn. Dibistana sereteyî li Dêrikê dest pê kiriye lê belê ji bo perwerdehiyeke baş bibîne bavê wî wî li Merdînêdişîne dibistanê. Ji ber pîşeya bavê wî malbata wî û ya Murathan Mungan li hev diçin û tên. Bi vê yeke re jî bi Murathan Munganve dibin hevalên hev ên zarokatiyê. Dibistana navîn li Enqereyê,sala dawîn jî li Çermigê xwendiye. Lîse jî li Amedê ’’Diyarbakır Ziya Gökalp Lisesi’’ qedandiye.

Jiyana Edebî

Nivîskar, sedema destpêkirina nivîsînê, di zarokatiya xwe de bi guhdarkirina çîrokan ve girê dide . Dema ku di dibistana seretayê de (Dibitana Merdîn Ebul’ula )di aliyê parêgariye ve hatiye li dar xistin. Kompozisyona wî di wê pêşbirkê de bûye yekemîn.di lîseyê dejî wî berê xwe daye helbestan . Di zanîngehê de helbestên şoreşgeriyê û roman nivisîne.[5]

Siyaset

Di salên 70’yî de lîsansa bilind kiriye û li Sitenbolê di komaleya perwerdehiya çandê de peyvirê digire . Di komaleya perwerdehiya çendê de berpirsyarê ciwanên kurd bûye . Ji ber dijwariya kar û baran û kîmyê ew di zanîngeha Stenbolê si zankoya hukuqê de mezûn nabe. . Di salên 70’yî de di dengê Şoreşgerên kurdistanê de cî digre .

Berhemên wî

  • Ji sor heya zer, helbest,
  • Dîrok bila Dîrok be, helbest,
  • Heke tu bi hezkirina xwe re bijî, helbest,
  • Çîroka Kral Situ’nê, roman,
  • Evîna min bi aştiyê xweşe, helbest,
  • Felsefeya Feyyo’yî, roman,
  • Lêxistina mirinê Maçkirina rojê, helbest,
  • Tirkiyeke Nabosî, ezmûnî,
  • Hêlîna Teyr-Merîin Dîrokçe, romana dîrokî,
  • Şerefa Kûçikbûyînê, pêkenok,
  • Wela-Netewet Amed, pêkenok,
  • Pirsgirêkên kurdan û Serhildanên nehatî hejmartin, lêkolîn[6]

Giredanên derve

Çavkanî