Meryem: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 99 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Kurteya guhartinê tine
Rêz 4:
'''Meryem''', ({{bi-ar|مريم}}, [[îbranî]]: '''מרים''', [[latînî]]: '''Maria''', [[yewnanî]]: '''Μαρία''') li gorî baweriya xiristiyan û misilmanan navê dayîka [[Îsa]] [[Mesîh]] e. Bi taybetî, di ayîna [[katolîk]] de rojên bibîranîna Meryemê gelek in.
 
== Meryem, li gorî filehtiyêÎncîlê ==
Mîryam û Meryem: Di [[Tewrat|Tewratê]] de li ser xwişka [[Mûsa]] pêxember tê gotin, navê wê Mîryam e. Di Încîlê de li ser diya [[Îsa]] [[Mesîh]] tê gotin, navê wê Meryem e. Di gelek zimanên Ewropayî de ew herdu nav bi awayekî zelal ji hev cihê ne. Diya Îsa Mesîh Meryem kêm û zêde 1500 salan piştî xwişka Mûsa pêxember Mîryam hat dinê, loma divê ew neyên tevlihev kirin.
{{...}}
 
Meryem:
Li gor [[Încîl|Încîlê]] Meryem li gundekî herêma Celîlê, li Nisretê mezin bû. Beriya ku bizewice ji hêza Ruhê Xwedê bi zaro ma, loma bavê Îsa Mesîh li ser vê dinyayê tune. Dergistiyê Meryemê Ûsiv bû, zilamekî rast bû. Milyaketekî Xwedê jê re xuya bûbû û ji wî re da fêmkirin ku Meryemê tiştekî xerab nekiribû û jê re got ku wê ji xwe re bîne. Ûsiv jî tam li gor gotina Xwedê kir û piştî demeke kin Îsa Mesîh li Bêtlehmê (gundekî nêzîkî Orşelîmê (Qudsê)) hat dinê (Lûqa 2; Metta 1:18-2:23). Piştî bûyîna Îsa Mesîh Meryemê çend zarok anîn mêrê xwe Ûsiv. Di nav wan de Aqûb, Cihûda û Şimûn û çend keç bûn (Marqos 6:3).
 
Strana Meryemê di Încîlê de nasdar e (Lûqa 1:46-55). Meryem tevî Îsa Mesîh û şagirtên wî li daweta Qenayê bû û li wir kerameta Îsa Mesîh a pêşî dît (Yûhenna 2). Wê her gav karbidestiya Îsa Mesîh fêm nekir (Lûqa 2:41-52), lê hin bi hîn baweriya wê zêde dibû (Yûhenna 2:5; Lûqa 1:38+45) û piştî rabûna Mesîh ew di nav bawermendan de dima (Karên Şandiyan 1:14).
 
Li gor Încîlê Meryemê bi çavê xwe dît ku Îsa Mesîh çawa tê xaçkirin (Yûhenna 19:25). Piştî rabûna Mesîh a ji nav miriyan ew tevî şagirtên Îsa Mesîh li Orşelîmê (Qudsê) ma û dema Xwedê di roja Pentîkostê de Ruhê xwe yê pîroz şand, bi çend jinên din re bi şagirtên Mesîh re ji bo duakirinê civiyabû (Karên Şandiyan 1:14). Piştî vê yekê Încîl êdî li ser jiyana wê tiştekî din nabêje.
 
== Meryem, li gorî îslamê ==