Auguste Jaba: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Alexander Auguste Jaba''' (bi [[polonî]]: ''August Kościesza-Żaba''), (z. [[1801]] [[Krasław]] - m. [[3'ê rêbendanê]] [[1894]] li [[Îzmîr]]ê) rojhilatnas û kurdzanekî [[polonî]] ye.
 
 
Jaba di sala 1801 de li Kraslavê di malbatek katolîk arîstokrat de ji dayik bûye di navbera salên 1824 -1828 de li Unîversîta vîlenskî ku bi wezareta derve ve girêdayî bû beşê zimanên rojhilatê xwendiye. Piştre di konsolxaneyên Rûsyayê de li Yafa, Selanîkê û Smyrna (navê îro, Îzmîr) xebitiye. Ji sala 1848 heta sala 1866 an li Erziromê bûye konslê Rûsyayê. di salên 1853- 1856 de ketîye şerê Kirimê paşê disan vegerîya ye Erziromê, Li ser daxwaza mudûrê muzeya Asîya yê Borîs Andreyevîç Dorna dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kirîye bi vê munasebetê Li wir dostaniya wî bi Melle Mehmûdê Bazîdî, Ehmed Xan û gelek zanayên Kurd re çê dibe, û mirov dikare bêje ev dibe sebebên ku wêjeya kurdî zengîntir dibe. Li ser adet çîrok û edebyata kurdan lekolîn kirine û ew di sala 1860'ê de di kovara fransî Recueil des notices et récits de la littérature et des tribus du Kourdistan de dane çap kirin. Her weha ferhengek dest nivîsa Jaba Kurdî-Frensî, Frensî-Kurdî hin nehatîye çapkirın heye. Di sala 1879 de Jaba Ferhenga a Kurdî Frensî amade kir, paşê bi lêzedekirna alimê Almanî Ferdinand Justi ku kurdîya wê bi tîpên erebî û transkrîptsya wê ya latînî ji alî Jaba de hatîye amadekirin, hat çap kirin. Jaba gelek sûd ji Bayezîdî û zanyarên Kurd ên din wergirtîye. Di sala 1866 dawî li karê wî tê û li Izmîrê bi cîh dibe. Di Sala 1894'an li Smyrna (Îzmîrê) dimire.
 
 
[[Kategorî:Kurdolog]]
[[Kategorî:Polon]]
[[Kategorî:Jidayîkbûn 1801]]
[[Kategorî:Mirin 1894]]