Feqî Huseyîn Sagniç: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 13:
Roja 20 ê çiriya paşîn (sermawêz), demjimar 24.00 li ser kompîtorê xwînrêja mejî derbas kir. Kete komayê. 112 roj di komayê da ma. Roja 12 adara [[2003]] roja çarşemê serê sibê zû li Stenbolê, li nexweşxana Bakirköy ço ser heqî ya xwe. Roja 13 adarê pênçşemê piştî merasimeke rêk û pêk li Stenbolê, cenaze birin axa pîroz ya ku Mamosta pir jê hizdikir, Tetwan’ê. Di merasim û teziyan da bi deh hezaran kes pêşdar bûn. Ew malê gelê Kurd bû, gelê wî lê tenê nehişt. Roja 14 adarê piştî limêja înê, li goristana Karşiyaka lı bajêrê Tetwan’ê bi teklî bûna hezaran hate defin kirin.
 
'''Hesen Kaya derheqê Apê Feqî de dibêje:'''
 
"Ji bo Apê Feqî xebat pîroz û ser her tiştê re bû. Ape Feqî jî bo ku pîrtûka xwe yê [[Dîroka Wêjeya Kurdî]] biqedîne bi salan li malan xwe li ser kompîtura xwe rojê deh saetan rûdinişt û wî berhem qedand. Piştê ku berhem bi dawî bû Apê Feqî berhemê anî û teslîmê min kir. Da min ku ez wî sererast bikim. Piştê ku berhem ji ber destê min jî derket û ji bo sererastkirina helbestê di berhemê de wî û Aysel Xanim dest bi xebatê kirin. Rojê heşt-neh saetan li avahiya enstûtiyê dixebitîyan. Di çarem roja xebatê de piştê ku civîna çarşemê jî qediya, sed heyf û xebînet seyda dozdehê şevê de li ser kompîturê ji ber tansiyona bilind xwîn çû mejiyê wî. Seyda çil û çar roj di komayê de dimîne û çil rojê wî yê di komayê de derbas dibe û bijîşkan ji bo ku Apê Feqî dijî an jî najî wî û xezmên wî re hevdîtinek bikartîne. Jina wî, kurê wî û keça wî ji Apê Feqî dipirsin hela dijî an jî najî. Lê ji wan pirsan diyar nabe ku Apê Feqî dijî an jî najî. Hesen Kaya dibêje ez jî di nav xizmên wî de bûm. Min jî ji Apê Feqî re got: "Seyda! Pirtûka te çap bûye û li çapxaneyê ye." Çavê wî zîq li min ma. Devê xwe lepitant. Pişt re jî min got: "[[Seyda]]! li [[Iraq]]ê dewletan [[Kurd]]an avabiye. Soz ku tu rihet bibî emê herin tû yê li Zankoya [[Hewler]]ê li ser pirtûka xwe konferansekê li dor bixî." Piştê van gotinan şabûna xwe bi avayekî diyar nîşan da. Apê Feqî ne mirovekê wisaye ku şûna wî were tijîkirin."