Rewdneîm (pirtûk): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Tfnymc (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "Ev pirtûka bi navé Rewdneîm wî ya herî mezin e û xwerû bi zaravê Kurmancî ye. Tev rîwayetên kevnare ne ku bi helbestkî li ser jiyana Mihemed Pêxember gotiye. X..."
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Ev pirtûka bi navé Rewdneîm wî ya herî mezin e û xwerû bi zaravê [[Kurmancî]] ye. Tev rîwayetên kevnare ne ku bi helbestkîhelbestekî li ser jiyana Mihemed [[Pêxember]] gotiye. Xasma tê de rewşa çûn û hatina Mihemed [[Pêxember]] a Mî'racê beyan dike. Lê belê di nav wan helbestên olvanî de, Şêxê me hin car qelema xwe kiriye şûr û pê êrîş biriye ser [[Tirk]] û [[Ereb]] û [[Faris]]an jî.
 
Ew nusxeya orîjînal a Rewdneîmê ku [[Şêx Evdirehmanê Axtepî]] bi destên xwe nivîsiye, kaxezên wê ji rengê kesk û sor û zer e. [[Zeynelabidin Zinar]] ew di 1965-66an de li ba Evdirehmanê nebiyê wi dîtiye.
Rêz 7:
[[Şêx Evdirehmanê Axtepî]], çewa ku wî bi xwe di helbestekê de beyan kiriye, pirtûka xwe ya Rewdneîm di sala 13O2yên (1884) Hicrî de nivîsiye.
 
Belam helbestên Rewdneîmê, çendî ku tê de gelek peyvikên erebî û farisî jî hene, lê belê bi kurmanciyeke pir zelal û hêsahêsan, hatine honandin. Herweha tê de gelek peyv û bêjeyên [[Kurdî]] yên kevnare jî hene ku niha zêde nayên bilkaranînbikaranîn.
 
Ev pirtûka hêja, li [[Kurdistan]]ê du caran (bi elîfbêtika [[erebî]]) çap bûye. Cara pêşî, di sala 1966an de bi destên mele [[Ehmedê Qoxî]] li çap bûye. Lê bi derketinê re, dewleta [[Tirk]] dest daniye serê û nehiştiye li nava xelkê belav bibe. Cara diduyan jî, di 12.O3.1986 an de, bi destê mele Zeynelabidînê kurê mele [[Remezanê Amedî]] (Diyarbekir) çap bûye. Herweha wî li serê şerhek jî nivîsiye û malikên wê bi zimanê [[Erebî]] şirove kirine. Çapa Qoxî 24O rûpel in û ya [[Amed]]î jî 534 rûpel in.
 
Di sala 1988 an de, [[Zeynelabidin Zinar]] piştî wergirtina destûrê, bi alîkariya [[M. Emîn Narozî]], Rewdneîmê ji tîpên [[Erebî]] veguhaztiyeveguheztiye tîpên [[Latênî[[ û di 1991ê de jî li Swêdê daye çapkirin. Ev çap 438 rûpel e (1).
 
(1) [[Şêx Evdirehmanê Axtepî]], Rewdneîm, [[Kurdî]], Sverige/Stockholm, 1991, 440 rûpel, ISBN 91-830062-0-0. TîpguhaztinaTîpguheztina ji alfabeya erebî: [[Zeynelabidin Zinar]].