Anne Frank: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "Annelies Marie "Anne" Frank (z. 12'ê hezîrana 1929 li Frankfurt am Main; m. destpêka adara 1945 li kampa komkirinê ya li Bergen-Belsen) keçeke cihû-elman bû ku di sala 1934'..."
 
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 8:
 
Çend meh piştî ku Hitler di sala 1933'an de hemû Elmanya xist bin bandora xwe, malbata Frank ji ber metirsiya naziyan ji Frankfurt am Mainê koçî paytexta Holanda Amsterdamê kirin. Anne di wê demê de hîn çar salî bû. Malbat zû hînî jiyana li Holandayê bû û Anne zarokatiyeke bê tirs derbas kir. Lê piştre Dûwemîn Şerê Cîhanê destpê kir û leşkerên Hitler di sala 1940'an de Holanda jî îşgal kirin.
 
 
Rewşa malbata Frank a li Amsterdamê ji nişka ve xera bû. Gelek 'qanûnên cihû'  her ku çûn zêdetir maf ji destê wan standin. Wek mînak: cihû êdî nikaribûn tramvayê bikarbînin, bisiklêtên wan ji destê wan hatibûn standin û nekarîbûn erebe jî biajon. Herwiha, çûyîna wan bo sînema an şanoyê an jî tevlîbûna wan a li çalakiyên werzîşê jî qedexe bû.
 
 
== Du salên jiyana veşartinê ==