Silopiya: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 40:
Bajarê Silopiyê di [[Bakûrê Kurdistan]]ê de cih digire. Li gorî texmîna malpera şaredarîya Silopîyê ya 2006 an 73.000 kesan zêdetir nifûsa xwe niha heye, yên ku ji Silopîyê ne û yên di salên 1995an û pêde gundên xwe hêlayîn û ew jî li Silopiyê jîyana xwe berdewam dikin. Lê bes tête gotin, nifûsa Silopî irô gihiştiye 100 hezarî. Hikmetên tirkî bi zoradarî gundiyên kurd ji gundên wan derêxistin û mal û xaniyên wan jî xirakirin. Jiber wê yekê jî gundên li dora çîyayê [[Cûdî]] reviyan çûn Silopîyê. Bajarê Silopî ji berî salên 1995an nifûsa wê li dora 20.000 ran bû, bes ji salên 1995an pêde Silopî di 10 salên paşîn de gelekî mirov kişandin xwe, mirovên kurd yên ji hemû derên [[Kurdistan]]ê tên.
 
Di van 10 salên paşîn de li Silopîyê gelekî xanî û bînayên 1 heta 10 ketiyê zêdetir xanî hatine avakirin. Herweha gelekî sûkên nih ketine di bajarê SilopiyêSilopîyê de. Pêşdeçûn li Silopîyê berdewam dike. Bajarê Silopî her li ber xwe daye li dijî hikmetên tirkan û îro jî li ber xwe dide li dijî zordariyê. Li vira çîyayê [[Cûdî]] dikeve pişta Silopî û kîlometrekî ji Silopîyê dûr e. Li tenişta milê çepê jî [[Xabûr (Iraq)|Xabûr]], [[çîyayê Bêxêr]] bajarê [[Zaxo]] heye û nêzîkî 30 kîlometran ji Silopîyê dûr e.
 
Bajarê [[Şirnex]] jî dikeve piş çîyayê [[Cûdî]] an jî li bakûrê Silopîyê ye.
Rêz 47:
Berê ji berî salên 1990an, bajarê Silopî liser [[Mêrdîn]]ê bû, bes ji sala 1991 û wir de liser bajarê Şirnexê ye. Halbukî nifûsa Şirnexê ne ewqas zêde ye. Şûna ku [[Cîzîra Botan]] bêxin Wilayet û nifûsa wê jî diqetî ya Şirnex e, jiber nav û dengê Cizîrê, tarîxa [[Cizîr]]ê, coxrafiya Cizîrê.
 
Reîsê an jî Şaredarê BelediyaBeledîya SilopiyêSilopîyê berêz Emin Toğurlu ye, ji (DEHAP, SHP) DTP ye. Berî ku ew bikeve ser text DYP ji aliyê mala Öktenan ve dihate îdare kirin.Bes niha berêz Emin Toğurlu di girtîgeha Tirkan`de ye.
 
Jiber ku partiya DTP (Demokratik Toplum Partisi) ji aliyê hikmet û qanunên Tirkî ve dîsa wekî her partîyek ya Kurd hate qedexekirin, Kurd rabûn navê partiya DTP ê kirin BTP (Bariş Toplum Partisi. Niha Şaredarîya Silopî di destê BTP ê deye û Şaredar jî Emîn Tuğurlu ye <ref>30.03.2010</ref>