Leonardo da Vinci: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 5:
Vinci bi wêneyên xwe yên nemir [[Mona Lîza]] ([[1503]] - [[1507]]) û [[Xwarina Dawî]] ([[1495]] - [[1497]]) tê hişê mirov.
 
Da Vinci, lawê [[noter]] Ser Piero da Vinci û Caterinayê ye û ji ber ku zewaca fermî ya dê- û bavê wî nebû, gorî zagonên wê demê mafê wî yê xwandina zanîngehê nebû. Herwekî ev yeka han dibû sedem ku Da Vinci jiyaneke dijwar bijî. Di mala bapîrê xwe de dest bi wêneyan dike. Wêneyên wî yen bala wênesazên mezin dikşîne û Da Vinci hêdî hêdî tê naskirin.
 
Da Vinci di sala [[1482]]an de bajarê Floransayê diterikîne û li cem dûkê [[Mîlano]] '''Sforza''' kar dibîne. Di xizmeta dûk de berhemên bêhempa û têr zîrekî diafirîne. Dîsa li [[Roma]] û gelek cihan dijî. Pireyan, peykeran, çekan, keştiyan û hwd çêdike, li ser [[anatomî|anatomiyê]], [[geometrî|geometriyê]] lêkolînan dike û di warê çandê de meziniya xwe îsbat dike.
 
Di jiyana xwe de rastî gelek neheqî û bovlatan jî tê û tê darizandin. [[Papa]] xebatên wî yên li ser anatomiyê qedexe dike û Da Vinci ji aliyê gelekan bi [[homoseksuelî|homoseksueliyê]] tê reşkirin{{Çavk}}. Lê ew bi berhemên xwe yên bêhempa di dîroka mirovahiyê ya spî de ciheke girîng digire.
 
==Çavkanî==