Cîhangîr Axa: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû: '''Cîhangîr Axa''', Cangîr Axa, Changîr Axa (* 1874 - 1938) yek ji serhildêrên navdar ên Kurdên Êzîdî ye. Li gundê Çibûxlîyê, navçeya Bêrgirîyê ...
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 13:
== Dengbêj [[Reso]] wiha distrê di strana xwe de ==
 
*Lo lo lo lo lo lo bavo,
*Lo bavo şere xweyo şere şer girane,
*Cîhangîr axa kela mêrane,
*Dîsa mêrê hewar û gaziyane.
*De lêxe kekê Fetila, de tu lêxe,
*Eskerê Roma reş girane,
*De berdê ji kela Wanê derxe.
*Lo lo lo lo lo lo bavo,
*Lo bavo şerekê qewimiye Tewrêzê,
*Di devê vê Deleman, bonya rê da,
*De Xweyo qanekê me qewimiye
*Tewrêzê, Delîmanê binya rê da
*Andiranîk paşa xweş mêrane aza
*Qayîşa mawzerê tev girêda,
*Got: “Ezê di bextê we da me,
*Hûnê rabin, cawekê bidine Cîhangîr axa,
*Bêjinê em ê di bextê tedane,
*Tu di bextê Xwedê da,
*De rabe,nesekine,were,
*Hêsîrê me mane kela Wanê
*Bin berfê da.”
*De lêxe kekê Fetila,de tu lêxe,
*Eskerê Roma reş girane,
*De berdê ji kela Wanê derxe.
 
*Lo lo lo lo lo lo bavo,
*Lo bavo,dibê Fêrîk paşa hate Wanê,
*Têlekê da bo Mûşê, Erzîcnê, Erzinganê
*Digot: “Mişîro, bextê te û Xwedê me,
*De rabe çend topekan bişîne Wanê,
*De dibê hezar çarsid mêrê canfîda derketiye Rewanê,
*De tu werê lêxe biqelîne koka me temamiyê.
*De lêxê kekê Fetila,de tu lêxe,
*Eskerê Roma reş girane,
*De berdê ji kela Wanê derxe.
*Lo lo lo lo lo lo bavo,
 
*Lo bavo şere,lo xweyo şere, şer girane,
*Şer girane,
*Cîhangîr axa kela mêrane,
*Dîsa mêrê hewar û gaziyane,
*De lêxe kekê Fetila,de tu lêxe,
*Eskerê Roma reş girane,
*De berdê ji kela Wanê derxe
 
 
== Dengbêj [[Şibilîyê Çaçan]] jî wiha distirê ==
 
*Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,
*Lo navo dilêm kobana sibêye,
*Lo xweyo dilêm kobana sibêye,
*Minê bala xwe dayê Changîr axa,
*Axayê êlê,kekê Fetla,
*De rênga Remequlyana wêran da
*Kafir Hirçoki sîyare,de kefeye bi ber baye
*Dewê da ketye berbi baye…
*De tu berdê,kekê Fetla de tu berdê,
*Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê
*Berevke,bavêje zendê,
*De berî hezar hevsid mêrê hemîdyê de,
*Derbaske gelîkêê Panosê,
*Derbaske ava Alîkendê.
*De derbaske ava Alîkendê,
 
 
*De bira bêbextê Romê
*Sere talanê Dêrcemedê
*Xulam û xizmetkare neşîne şêrda…
*Lo lo bavo,lo lo bavo.
*Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,
*Bejna kekê Fetla zirave
*Mianî sipindara dev gelya,
*Lo xweyo,bejna mîrê min zirave,
*Mînanî sipindara dev gelya,
*De dibê bihare,belekya berê xwe da çiya,
*De bihare belekya berê xwe da serê çiya,
*Changîr axa kire gazî,go:
*“Gelî koma xweya û pismama,
*De rabin destê xwe bidine ser tetkê eynelûya,
*Hewar me tucar nayê,
*Hewara me maye Xwedê jorê,
*Dîsa 5emsê lo me Êzdîya.”
*De tu berdê kekê Fetla,de tu berdê,
*Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê,
*Berevke,bavêje zendê,
*De berî hezar hevsid mêrê Hemîdyê de
*De xarke girê Panosê,
*Derbaske ava Alîkendê.
*Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,
*Lo bavo sibeye,dilê min kîne-kîne,
*Lo xweyo sibeye,dilê min kîne-kîne,
*De dibê hewarekê ketibû nava Romê.
*Peya xwe peyê ra nagîhîne,
*De peya xwe peyê ra nagîhîne,
*Kamil Efendî kire gazî,go :
*«Kuro,lawo,minê we ra digot,
*Karê we bi talaê Êzdîya nîne,
*De karê we bi talanê Êzdîya nîne,
*De îro kubara sibê da,
*Ser me da girtîye Changîr axa,
*Mîrê zirav,Xwedê zane ruhustîne.”
*De tu berdê kekê Fetla,de tu berdê,
*Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê
*Berevke,bavêje zendê,
*Berî hezar hevsid mêrê Hemîdyê de,
*De xarke gêdûkaPanosê,
*Derbaske ava Alîkendê.
*Were lo bavo,lo bavo,lo bavo,lo bavo,lo bavo
*Lo bavo meke,xweyo de tu meke,
*De tu li serê Şemsê xweke,
*Qasekê xwe di tetka maûzerê da egleke,
 
 
*Hetanî koma pismama,
*Hersê elekê navtenga hespê veke,
*Hersê elekê navtenga hespê veke
*Te go,kuro,lawo em tev bavêjine alyê malê,
*Gula barûdê fişeka lêkin ?
*Emê bajon pêşya bîmbaşyê Romê,
*De bira careke dinê qesta talanê Êzdîya nekin.
*De tu berdê kekê Fetla,de tu berdê,
*Axayê êlê de tu berdê,qayîşa maûzerê
*Berevke,bavêje zendê,
*De berî hezar hevsid mêrê Hemîdyê de,
*De xarke gêdûka Panosê,
*Derbaske ava Alîkendê….
*Ha hî, hî…
 
== Wêje ==
Rêz 147:
== Lînk ==
 
*[http://www.yeziden-colloquium.de Agahiyên berfireh bi Almanî û Kurdî]
 
[[Kategorî:Serhildêrên Kurd]]