Bonsai: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B HC: Zêdekirina Kategorî:Dar
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 2:
[[Wêne:BonsaiTridentMaple.jpg|thumb|Bonsai, harmoniya di nava xwezaya zindî (dar), hêzên xwezayê (av û kevir) û mirov (guldank)]]
[[Wêne:Bonsai1.jpg|thumb|Bonsai]]
{{Audio|Bonsai.ogg|'''Bonsai'''}} (bi [[japonî]] 盆栽, ''bon-sai'')<ref name="Miniature Bonsai">{{cite book | author= Gustafson, Herbert L. | title=Miniature Bonsai | publisher=Sterling Publishing Company, Inc. | year=1995| isbn=0-8069-0982-X | page=9}}</ref> hunereke baxçeyan a [[rojhilatarojhelata dûr]] e ku bi rêya wê bejn û talên dar û deviyan di amanên biçûk de bi awayekî estetîk têne şeklkirin, da ku biçûk bimînin û hêja werin xuya. Ev huner di çandên din ên rojhilata dûr de jî hene: wek mînak, li [[Çîn]]ê kevneşopa ''penjing'' heye, ku kevneşopa bonsai ji wê derketiye holê. Ji bilî wê, li [[Viyetnam]]ê ''Hòn Non Bộ'' nêzika wan e, lê ev kevneşop hewl dide "welat û xwezayên mînyatûr" ên jiyandinê avabike.
 
== Bi nav kirin ==
Peyva japonî 盆栽, ''bonsai'' (bi kurdî: "çandina di hindurê guldankê de") ji peyva çînî 盆景, [[pinyin]] ''pénjĭng'' pêk hatiye ku tê wateya "dîmena nebatan a di hundirê guldankê de" (盆, pinyin ''pén'', "guldank", 景, pinyin ''jĭng''‚ "dîmen").<ref>{{cite book | last=Keswick | first=Maggie | title=In a Chinese garden | year=1990 | publisher=Dr. Sun Yat-Sen Garden Society of Vancouver | location=Vancouver | isbn=978-0-9694573-0-5 | page=59 | coauthors=Oberlander, Judy; Wai, Joe}}</ref> Fermo, bonsai ji peyvên "guldank" û "nebat" pêk tê.<ref>{{cite web|url=http://www.phoenixbonsai.com/Terms/Bonsai.html |title=bonsai |publisher=Phoenixbonsai.com |date= |accessdate=2009-04-28}}</ref>
 
Kevneşopa bonsai li gorî çanda çînî hewl dide ku bi awayekî minyatûr harmoniyek di nava du elemantên xwezayê - xwezaya zindî û mirov - çêbike: Dar an devî xwezaya zindî nîşan dide. Kevir û av hêzên xwezayê zindî dikin. Mirov bi xwe jî bi esera xwe - bi guldankê - tê zindî kirin.<ref name="Classic Bonsai of Japan">{{cite book | author=Nippon Bonsai Association | title=Classic Bonsai of Japan | publisher=Kodansha International | year=1989 | page=140}}</ref>
 
== Dara bonsai ==
Li derveyî rojhilata dûr pirr li ser felsefeya bonsai nayê sekinandin û ev felsefe lewra tenê wek dareke estetîk tê nasîn.
 
Dara bonsai di guldankeke biçûk de tê çandin û ji bo ku dar biçûk û hêja were xuya, şekla wê bi awayeke hişyar tê guhertin. Wek mînak: [[tal]], [[kok]] û [[belg]]ên darê tên qutkirin da ku dar meztir nebe. Yek caran bi alîkariya têlan xuyabûna wê tê şeklkirin, da ku dar xweşik xuya bibe. Şekl kirina darê li gorî [[wênekariya çînî ya klasîk]] tê kirin: Ev wênekarî li gorî prensîbên [[wabî û sabî]] ya [[çanda zen]]<ref>{{cite web|url=http://www.artofbonsai.org/feature_articles/mudman.php | author= Redding, Myron | title= Art of the Mud Man |publisher=Art of Bonsai | accessdate=2010-04-07}}</ref> tê kirin, ku koka wê di [[Konfusyus|konfusyuîzm]] û [[taoîzmê]] de ye.
 
Li Japonyayê bonsai li baxçeyan an jî li ''tokohoma'' (quncikeke taybet a di hindurê malê de) tên bicihkirin. Darên bonsai, gava meriv baş xwedî bike, karin sedan salî bên.