Bonsai: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
B HC: Zêdekirina Kategorî:Dar
Rêz 16:
Li Japonyayê bonsai li baxçeyan an jî li ''tokohoma'' (quncikeke taybet a di hindurê malê de) tên bicihkirin. Darên bonsai, gava meriv baş xwedî bike, karin sedan salî bên.
 
== Guldank ==
[[Wêne:Assorted bonsai pots.jpg|thumbnail|Çend guldankên cuda ji bo darên bonsai]]
== Guldank ==
 
Ji bo wêneyan çarçove çi ye, ji bo bonsai jî guldank ev e. Fermo, guldank beşeke girîng a estetîk a bonsai ye û divê ji her darekê re bi hişyarî bê hilbijartin. Carinan guldank bi taybetî ji bo darên hilbijartî bi karê destê têne çêkirin. Wek mînak: ji çamên kevn ên tîk re guldankên çarkenar ên ne boyaxkirî (bi rengê erdê) xweş lê tên. Ji bo darên zirav ên ku çîçek didin guldankên gilower tên hilbijartin. Ji darên kaskad re (darên ku talên wan ber bi jêr ve dirêj dibin) guldankên kûr pêwîst in, ji ber ku dengeya optîk girîng e û ger guldank ne kûr be, wê çaxê dar kare biqulibe. Ji darên bi şeklê lîterat (darên ku ber bi jor ve dizivirin) guldankên gilawer rind in.
 
== Xwedîkirin ==
 
Gava meriv xwedîkirina dara bonsai û riwekên din ên dekoratîf bîne ber hev, wê meriv bibîne ku xwedîkirina darên bonsai hinkî cudatir e.
 
=== Erd û kok ===
 
Ji ber ku cihê koka darên bonsai bi guldana wê sînorkirî ye, dar nikare kokên nu çêbike. Fermo, dar nikare bi awayeke xwezayî pêş bikeve. Sewa ku dîsa şîn û xweşik bimîne, divê (ji riwekên din zêdetir) bê gubre kirin. Berê erdên klasîk en gubre kirinê dihatin bikaranîn, lê ji ber ku ew dibin sedema zêdebûna xwê ya di hindurê guldankê de, gubre kirina nujên (bi avên mîneralkirî) her ku dibe zêdetir tê bikaranîn. <ref>[http://walter-pall-bonsai.blogspot.de/2012/01/new-version-of-substrat-wassern-dungen.html Walter-pall.de: Substrat, Wasser, Düngen (derheqê xwedîkirina darên bonsai, bi elmanî)]</ref>
 
=== Tal û pelg ===
[[Wêne:Sargent Juniper, 1905-2007.jpg|thumbnail|Bonsai bi talên hişk û tazî, ji sala 1905'an û pê ve hatiye xwedîkirin (dareke bonsai ji famîleya juniper, li ''National Bonsai & Benjing Museum'' a arbonetuma neteweyî ya DYA'yê]]
=== Tal û pelg ===
Bonsai darên gelek hesas in, lewra divê meriv rind lê binêre. Heger na, pelgên darê wê bikevin. Herwiha, meriv kare talên hişk û bê pelg wek taybetiyeke estetîk jî bikarbîne.
 
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
 
 
[[Kategorî:Dar]]
[[Kategorî:Japon]]