Efrîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 32:
Çiyayê herî bilind li vê herêmê, Çiyayê Hawarê ye, ku 1200 m ji rûyê deryayê bilind e. Ew li bakur e; û ji rojhilat ber bi rojava ve dirêj dibe. Di bakur û rojavayê vî çiyayî re sînorê navbera Bakurê Kurdistanê û Başurê Biçûk derbas dibe. Çiyayê Hawarê, ber bi başur ve, herku diçe nizim dibe. Ew li rojhilat digihîne bilindcihên Şikakan û li rojava digihîne Çiyayên Amkan û Xastiyan. Li hembera van hersiyan, li başurê vê herêmê, [[Çiyayê Lêlûn]] (Bêlus) rawestiyaye. Çiyayê Lêlûn jî, ji rojhilat ber bi rojava ve diçe û, li der û piştên vî çiyayî, axa Kurdan digihîne axa Ereban. Di navbera Çiyayê Lêlûn û Çiyayê Xastiyan de, [[Deşta Cûmê]] heye. Deşta Cûme gelek bi xêr û bêr e. Ew li rojava digihîne [[Deşta Hemqê]] û li rojhilat, li ber bajarê Efrîn, ber bi bakur ve diçe û teng dibe. Ew, bi vî awayî, navçeya Şikakan ji Çiyayê Xastiyan cuda dike. [[Çemê Efrîn]], ku ji Bakurê Kurdistanê, ji navbera [[Meraş]]ê û [[Dilok]]ê (Entabê) hildavêje, li nêziya Kela Horî dikeve herêma Çiyayê Kurmênc. Çem, di navçeya Şikakan re, tê heya ber bajarê Efrîn û di Deşta Cûmê re derbas dibe û diçe Deşta Hemqê, ku ew tevî [[Çemê Asê]] û [[Çemê Reş]] dibe; û gişt bi hevre, li nêziya Entekê (Hetayê) dikevin Derya Sipî.
 
=== Çandinî ===
== Dîroka Çiyayê Kurmênc ==
 
Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ji aliyê Çandiniyê ve, gelek dewlemend e. Ev herêm, berî her tiştî, bi zeytûnên xwe gelek bi nav û deng e. Bi milyonan darên zeytûnan li vir hene û hema tu kûda binêrî her zeytûn xuyadikin. Darên zeytûnan, ku hatine rêzkirin, axa vê herêmê pir rind û xweşik xemilandine. Kurd ji zeytûnan zeytê derdixin û difiroşin, yan jî zeytûnan wisa difiroşin. Zeytûn ji bo zeytê ne, yan jî ew tên şêrînkirin û xwarin. Meywên tirî, berê li vê herêmê, ji niha bêtir bûn, lê dîsan jî, li gelek navçeyan hên tirî pir heye. Li bajarê Efrîn hên mîrxana ereqê jî heye. Darên fêkiyan li vir gelek hene; wek: [[Henar]], [[sêv]], [[hulûk]], [[kerez]] (gîlaz) [[ciftele]], [[mişmiş]] (qeysî) [[hejîr]], [[tû]], [[hirmî]] û [[bihûk]]. Li hin navçeyan [[gûz]] û [[behîv]] (badem) jî pir in. Ji bilî van, [[genim]], [[ceh]], [[şofan]], [[garis]], [[kuncî]], [[berbero]], [[nîsk]], [[nok]], [[çolban]], [[titûn]] û [[bembi]] jî pir tê çandin. Li hêla din, [[zebeş]] (şûtî) [[qawîn]], [[şimam]], [[behcan sor]] (firingî) [[behcan reş]], [[pîvaz]], [[sîr]], [[kundir]], [[tirûzî]] (xetî) [[xeyar]] (aro) [[encûr]], [[qernebît]], [[îsot]], [[tirp]] (tivir) [[bamî]], [[fasîle]], [[lopik]] û hwd. Gelek peyda dibin. Hin berhemên siruştî wek [[simaq]], [[zehter]] û [[ridar]], ji berê de, ji [[Çiyayê Kurmênc]] dertên.
 
=== Xwedîkirina lawiran (heywanan) ===
 
Berê, li vê herêmê, pezê gewr û pezê reş jî gelek dihat xwedîkirin, lê niha tenê li hin deveran heye; û bi taybetî, ji bo hewcedariya malê. Her wisa jî mirîşk, qaz û ordek hene. Hesp, bergîr, qantir, ker, çêl û camûs jî, li hin cihan, peyda dibin. Xwedîkirina mêşên hinguv jî berê pir hebû.
 
== Dîrok ==
 
== Dîroka= Çiyayê Kurmênc ===
 
Navê vê herêmê, ji berê û paşê de, bi navê Kurdan ve girêdayî ye. Hên di dema Yûnaniyan û Romaniyan de jêre hin caran KARDIYA û hin caran jî KURDÎKA hatiye gotin. Ereban jêre gotine: Cebel-ûl Ekrad; û Osmaniyan jî jêre gotine: Kürd-Dağ (yanê dîsa Çiyayê Kurdan). Kurdan jî hergav gotine: [[Çiyayê Kurmênc]]. Herêma Çiyayê Kurmênc beşek e ji herêma Mîrîtiya Kurdan ya Kilisê. Ji Mîrîtiya Kilisê re, li gor mîrên vê herêmê, Mîrgeha [[Mend]] yan jî Mîrîtiya Canpolatan hatiye gotin. Lê belê, ev mîrîtiya Kurdan, di dema geşbûna xwe de, ji herêma Çiyayê Kurmênc gelek firehtir bû. Di dema mîrê mezin de, Mîrê Mend, ji bakurê bajarê Hemayê heyanî bi başurê [[Meraş]]ê; û ji [[Derya Sipî]] heya bi rojhilatê Kilisê û Ezazê axa vê mîrîtiyê bû. Mîrê Mand, di dema şerê Xaçeperestan(Selîbiyan) de, arîkariya Kurdên [[Eyûbî]] kiribû û wan jî, wek spasî, herêma Qusêrê diyarî dabûn wî.
Line 40 ⟶ 50:
[[Dewleta Osmanî]] ji vê yekê gelek enirî (tore bû) û leşker kişand ser Mîr Elî Canpolat. Ji bilî leşkerê osmanî 40.000 Kurdên Zulqadirî jî, bi serdariya Zûlfiqar Paşa, ji herêma Albistanê(Elbistan) bi ser Mîr Elî de hatin. Mîr Elî 20.000 siwar û 20.000 peya amade kiribûn û li Deşta Orûcê bi wan re ket şer. Di vî şerê newekhev de, nîvê leşkerê Mîr Elî Canpolat hate kuştin û nema karîbû li Helebê jî raweste. Bi vî awayî, ev mîrîtiya dewlemend, mîrîtiya Mîrê Mand û Canpolatan bi dawî bû, perdeya reş bi ser de hate berdan; û ew kete bin serdariya waliyên osmanî ya yekser(dîrekt). Mîr Elî Canpolat di şer de nemir, wî xwe da aliyekî û piştî demekê, ew çû ba Siltan Ehmedê Yekemîn û baxşandina xwe(yanê efûkirina xwe) ji wî xwast. Siltan Ehmed ew pejirand, ew kir Beglerbeg û şande Romaniya, ku bibe waliyê bajarê Tîmîşwara. Birayê wî, yê biçûk jî xiste Dibistana Siltaniyê. Mîr Elî ji Stenbolê bi rê ket û gihîşt bajarê Bêlgirad (paytextê Sirbiya). Lê Sedir El-Ehzem Qiwîcî Mûrad Paşa kîna xwe ji bîr nekiribû. Wî, bi nehînî (bi dizî) peyayên xwe li pey Mîr Elî şandin, û wan, li bajarê Bêlgirad, di Kela Kalîmêkdan de, bi îxanetî, Mîr Elî Canpolat kuşt. Di vê navberê de, divêt bête gotin, ku ew malbata niha li Libnanê, li Çiyayê Şûf, bi navê Cumbilat [[Kemal Canpolat]] , kurê wî [[Welîd Canpolat]] , pêşengiya [[Duriz]]an dike, ji nifşên malbata mîrên Canpolat in.
 
=== NawendNavend û navçeyên Çiyayê Kurmênc ===
 
Piştî şerê cîhanê yî yekemîn û avakirina Dewleta Sûriyê, herêma Îskenderûnê (Hetayê) û herêma Çiyayê Kurmênc li aliyê Sûriyê man. Lê belê bajarê Kilisê, ku serdariya Çiyayê Kurmênc ji wir de dihate kirin, li aliyê bakur ma. Ji lewre, serdarî (yanê hukûmet) di destpêkê de hat gundê Mabetan. Piştî demekê, ku bajarê Efrîn nû hatibû avakirin, serdarî (hukûmet) çû bajarê Efrîn. Bi awayekî fermî Efrîn bû herêm (qeza) û sê navçeyên wê hatin çespandin (tesbît kirin). Ew navçe jî ev bûn: Hemam, Bilbil û Reco. Lê belê, sala 1938an, [[Frensa]] wilayeta Îskenderûnê (Hetayê) diyarî da Tirkiyê, daku ew piştgiriya Almaniya di şerê cîhanê yî duwemîn de neke. Bi vê dozê re bajarê Hemamê bi xêza(xeta) sînor hate perçekirin. Ji bona vê yekê, navçe (wek nawend) ji Hemamê hat gundê Cindirêsê. Cindirês êdî bû navçe (nahiye). Di salên 60î de, sê navçeyên din, bi awayekî fermî, hatin çespandin. Ew jî ev in: Mabetan, Şeran û Şiyê. Ji ber wilo, niha navçeyên Efrînê şeş in (Cindirês, Bilbil, Reco, Mabetan, Şeran û Şiyê). Herêma Çiyayê Kurmênc bi giştî ji 366 gund û nawendan pêktê û hema hemî jî Kurd in. Di destpêka salên 60î de, ku dewletê rêforma axê pêkanî (belavkirina erdê axan li ser cotkaran) bi vê sedemê, hin erd dan Ereban jî. Lê hejmara wan gelek kêm e û heya ew jî hînî zimanê kurdî bûne.
 
== Gelhenasî ==
=== Êl û eşîrên Çiyayê Kurmênc ===
 
Di rastiyê de, êlîtî êdî li vê herêmê namye û heya pir kes jî hene, ku nizanin ka ew ji kîjan êlê ne. Lê dîsan jî, emê êl û eşîrên Çiyayê Kurmênc bidin naskirin. Êlên li vê herêmê ev in:
Line 61 ⟶ 72:
Hinek ji êla Rojkî, ku warê wan ê bingehîn li herêma Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ye, li gundê Şêxorzê û derdorên wî hene. Hin kes jî, bi taybetî ji gundên Coqê û Maratê û hin gundên din dibêjin, ku ew Çeqelî ne (êla Çeqeliyan). Hin malbat ji êlên herêmên Kurdistanê yên din jî li Çiyayê Kurmênc peyda dibin wek: Dinî, Hevêdî(Hevêrkî) Zagî û hwd.. Gundên bi navê [[Xerzan]], [[Xaltan]], [[Dimiliyan]] û [[Behdînan]] xweş didin xuyakirin, ku pêwendiya wan bi kîjan êl û herêmên Kurdistanê re heye.
 
=== Ol û mezheb ===
 
Piraniya kurdên vê herêmê misilman in û mezhebê wan henefî ye (ne şafiî ye mîna piraniya kurdên din). Êzîdî berê li vê herêmê gelek bûn, lê niha ew ne ewqas pir in. Bi tenê çend gund mane, ku bi giştî hên êzîdî ne. Li hin gundên din ew nîve-nîv in. Li vê herêmê bi tenê gundê Mabetan elewî ne.
 
== ÇandinîÇand û huner ==
=== Folklor û çanda gelêrî ===
 
Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ji aliyê Çandiniyê ve, gelek dewlemend e. Ev herêm, berî her tiştî, bi zeytûnên xwe gelek bi nav û deng e. Bi milyonan darên zeytûnan li vir hene û hema tu kûda binêrî her zeytûn xuyadikin. Darên zeytûnan, ku hatine rêzkirin, axa vê herêmê pir rind û xweşik xemilandine. Kurd ji zeytûnan zeytê derdixin û difiroşin, yan jî zeytûnan wisa difiroşin. Zeytûn ji bo zeytê ne, yan jî ew tên şêrînkirin û xwarin. Meywên tirî, berê li vê herêmê, ji niha bêtir bûn, lê dîsan jî, li gelek navçeyan hên tirî pir heye. Li bajarê Efrîn hên mîrxana ereqê jî heye. Darên fêkiyan li vir gelek hene; wek: [[Henar]], [[sêv]], [[hulûk]], [[kerez]] (gîlaz) [[ciftele]], [[mişmiş]] (qeysî) [[hejîr]], [[tû]], [[hirmî]] û [[bihûk]]. Li hin navçeyan [[gûz]] û [[behîv]] (badem) jî pir in. Ji bilî van, [[genim]], [[ceh]], [[şofan]], [[garis]], [[kuncî]], [[berbero]], [[nîsk]], [[nok]], [[çolban]], [[titûn]] û [[bembi]] jî pir tê çandin. Li hêla din, [[zebeş]] (şûtî) [[qawîn]], [[şimam]], [[behcan sor]] (firingî) [[behcan reş]], [[pîvaz]], [[sîr]], [[kundir]], [[tirûzî]] (xetî) [[xeyar]] (aro) [[encûr]], [[qernebît]], [[îsot]], [[tirp]] (tivir) [[bamî]], [[fasîle]], [[lopik]] û hwd. Gelek peyda dibin. Hin berhemên siruştî wek [[simaq]], [[zehter]] û [[ridar]], ji berê de, ji [[Çiyayê Kurmênc]] dertên.
 
== Xwedîkirina lawiran (heywanan) ==
 
Berê, li vê herêmê, pezê gewr û pezê reş jî gelek dihat xwedîkirin, lê niha tenê li hin deveran heye; û bi taybetî, ji bo hewcedariya malê. Her wisa jî mirîşk, qaz û ordek hene. Hesp, bergîr, qantir, ker, çêl û camûs jî, li hin cihan, peyda dibin. Xwedîkirina mêşên hinguv jî berê pir hebû.
 
== Folklor û çanda gelêrî ==
 
Cilên folklorî yên herêma Çiyayê Kurmênc, yên mêran, mîna cilên Partên kevnare ne (kumê sipî, şehra bi rêşî, eba bi surme û şelwerê qezmîrî yê devlingteng). Govend û semayên folklorî yên vê herêmê gelek navdar in û komikên vir yên folklorî, pir caran, li ser tenga Sûriyayê, xelatên pêşîn wergirtine.
Ji berku vê herêmê zimanê xwe parastiye, wisa jî, çand û folklora gelêrî jî, bi taybetiyên xwe ve, li vir hatiye parastin. Pir dengbêjên navdar yên vê herêmê, ku navê wan hatiye naskirin, hene; wek: [[Hemûş Korik]], [[Ibramê Bêsnî]] (Îbramê Tirko) [[Cemîlê Kerê]], [[Cemîl Horo]], [[Omerê Cemlo]], [[Evdê Şehrê]], [[Hesnazî]], [[Reşîdê Memcûcanê]], [[Adîk Necar]], [[Beytaz]], [[Eliyê Kabê]], [[Elî Tico]] û hwd.
 
== Tûrîzm ==
=== Kela û seyrangehênSeyrangehên Çiyayê Kurmênc ===
 
Herêma Çiyayê Kurmênc ji aliyê arxêyologî û torîstîkî ve jî herêmeke gelek xweş e. Wek hemû aliyên Kurdistanê, di bin axa vê herêmê de jî, li her cihekî şopa çand û civakên kevnar heye. Lê tenê hin tişt ji wan li ber çavan tên xuyakirin. Li Çiyayê Lêlûn gelek avahiyên kevnar aşkere û diyar in. Li vî çiyayî, ya here bi nav û deng Kela Semanê ye, ku ewropayî jêre „San Sîmon“ dibêjin. Her sal, bi lekan û qeflan torîst tên li vê kelayê temaşe û mêze dikin. Li bakurê-rojhilatê herêma Efrîn Kela [[Nebî Hurî]] heye, ku ji wê re ewropayî „Sîrûs“ dibêjin. Li nêziya vê kelayê, Pira Kevnare heye. Pire li ser Çemê Efrîn hatiye avakirin û hên jî tê bikaranîn. Li Deşta Cûmê, ji aliyê Hemqê de heya Kela Horî, gelek girên kevnare yên avakirî hene. Her girek ji wan, ji her aliyekî ve, ji du girên din ve tê xuyakirin. Gava van giran dikolin, gelek tiştên bi nirx ji wan derdikevin. [[Girê Endarê]] jî cihek pêwist e.
Line 84 ⟶ 89:
Ji aliyê din ve, seyrangeh û cihên bihinvedanê jî gelek hene. Ewên bi nav û deng ev in: Kefircenê: Bi av, dar û berên xwe tê naskirin. Li vir gelek aşxane û cihên şahiyan hene, ku ew her roj dagirtî ne. [[Basûtê]]: Bi darên henaran û kaniya xwe navdar e. Dibêjin ku xwarina aşxana vir bê kêmasî ye. Meydankê û Gemrûkê bi sîlavên avê tên naskirin. Ava Sarisabûnê, li binaniya Kela Horî, gelek seyrangeran ber bi xwe ve dikişîne û wisa jî Kitix û Tislor. Kaniya Batmanê jî wek seyrangeh li ber Ava Reş e, lê ji ber ku ew li ber sînor e, pir mirov naçin wir.
 
=== Warên pîroz ===
 
Gelê vê herêmê, bi taybetî hin cihan, wek warên pîroz nasdike: Kela Horî, Ziyareta Henên, Ziyareta Abdurehmên, Şêx-Berkat, Ziyareta Çêlxanê û her wisa jî Menan û Deyan. Dibêjin ku Kaniya Turindê û Golbehîr jî ji avên pîroz in. Li Ziyareta Henên niştimanperwerê mezin NÛRÎ DÊRSIMÎ hatiye veşartin.
 
== Aborî ==
=== Kargeh û pîşyî ===
 
Piraniya kurdên vê herêmê bi çandinî û xwedîkirina lawiran xerîk in. Bi awyekî giştî, êdî cot bi tiraktoran tê ajotin. Cotê bi dewêr gelek kêm maye. Lê ji bilî çandiniyê, gelek kar û pîşeyên din jî hene. Berê hemû aş bi avê dihatin gerandin û mehserên zeytûnan jî bi dewaran (bergîr yan jî qantir). Di dema îro de, ew hemî geriyane ser kehrevê (êlêktirîkê). Li herêma Efrîn, niha gelek mekbesên zeytûnan yên nûjen hatine avakirin. Ji bilî van, kargeha tenekan, ya pelûş (keşmûn, bêrîn) ya sabûnê û ya cilan (mehfûran) heye. Kanên keviran û yên çêkirina hewcedariyên avakirina xaniyan û malan jî gelek peyda dibin.
 
=== Kirîn, firoştin û Bazirganî ===
 
Di warê bazirganiyê de, kurdên vê herêmê ne gelek jîr in. Tevî dewlemendiya Efînê, xêr û bêrên wan ji wan re namînin. Pir kes berhema xwe pêşde, bi erzanî, difiroşin bazirganên Helebê û ew bi vî awayî, her sal, her deyndar in. Ew peran bi kar û nirxên biha deyndikin û wisa, xêr û bêrên wan, ji wan re namînin. Li nawenda bajarê Efrîn û hin navçeyan, di hefteyê de, rojekê bazar çêdibe. Wek nimûne: Li Efrîn roja çarşemê, li Cindirêsê roja duşemê û hwd. Li bazarê, bi awayekî giştî, ji bo hewcedariya malê, kirîn û firoştin pêktê.
Line 609 ⟶ 615:
{{çavkanî}}
 
== MalperênGirêdanên li ser Efrînêderve ==
=== Malperên li ser Efrînê ===
* [http://www.kurdefrin.com www.kurdefrin.com]
* [http://www.tirejafrin.com www.tirejafrin.com]
Line 617 ⟶ 624:
* [http://www.jindires.com www.jindires.com]
* [http://www.efrintv.de www.efrintv.de]
 
 
{{Koord|36|30|36|Bk|36|52|04|Rh|type:city(80000)|display=title}}