Tirkmancî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû: "Bi '''tirkmancî''' (ji ''tirk'' û paşkoka(kurd)''mancî'') ve litevîhevkirina tirkî (romîkî) û kurmancî li bakurê Kurdistanê têye rexnekirin. Dîmena deynkirin..."
(Cudahî nîne)

Guhartoya 10:21, 24 tîrmeh 2013

Bi tirkmancî (ji tirk û paşkoka(kurd)mancî) ve litevîhevkirina tirkî (romîkî) û kurmancî li bakurê Kurdistanê têye rexnekirin. Dîmena deynkirinê ji romîkî û tesîra vê ya ferhengokî li ser kurmancî, di demajoya standardkirina kurmancî de yek ji mijarên giring e. Bikaranîna "tirkmancî" di çapemenî û çandê de, bihêz tê rexnekirin (bb. Purîzm). Di vê kontekstê de ciyawaziya navbera devokên kurmancî û zimanê nivîsariyê jî xuya dibe. Lewre di devokên kurmancî yên ku hevparên cografî bi devokên romîkî re ne (bitaybet hemî devokên Kurmanciya Rojava xeynî Efrînkî, devoka Serhedê û devokên bajêrî) tesîra romîkî ji jêgirtiyan derbas dibe, heya hevoksaziyê û tewanga lêkeran diçe. Belê di kurmanciya nûjen de ya ku di çapemeniya kurdî bandêr e, peyvên ji romîkî kêm in.