Rojî Kurd (kovar): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B -Kategorî:Kovar
CathFR (gotûbêj | beşdarî)
B girêdan >> Seleheddînê Eyyubî
Rêz 1:
'''Rojî Kurd''' kovareke kurdî û tirkî bû.
 
Kovara Rojî Kurd di sala [[1913]] li [[Îstenbol]]ê bi [[kurdî]] ([[kurmancî]]-[[soranî]]) û [[tirkî]] derket. Xwedî îmtîyaz û mudîrê wê yê mesûl: [['Evdilkerîmê Silêmaniyê]] ye. Di bin navê kovarê de bi tirkî weha hatiye nivîsîn: "''Şîmdîlîk ayda bîr neşr olunur''” (Nuka mehê carekê derdikeve.) Li ser qapaxa hejmara pêşîn a kovarê rismê [[Selahedînê Eyûbî|Seleheddînê Eyyubî]], li ser hejmara 2. rismê [[Kerîmxanê Zend]], li ser ya 3. rismê [[Huseyin Ken'an Paşayê Bedirxanî]]([[1857]]-1913, kurê [[Mîr Bedirxan]] e, li girava [[Girîd]]ê ji dayik bûye) û li ser ya 4. jî rismê bajarê [[Erzerûm]]ê heye.
 
Her sê hejmarên pêşîn ên kovara Rojî Kurd, ji alî [[Cemal Xeznedar]], di [[1981]]an de li [[Bexda]]dê ji nû ve wek cild hat çapkirin. Piştre di [[2005]]an de [[Ebdulla Zengene]], li [[Silêmaniyê]] her çar hejmar bi hev re çap kirin