Agirê Jiyan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 1 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 2:
 
Agirê Jiyan wekî yek ji komên muzîkê yên [[NÇM]] a Stenbolê bi navê "Koma Agirê Jiyan" dest bi xebatên xwe kir. Albuma wan "Adarê" gelek serkeftî bû. Piştre navê xwe wekî "Agirê Jiyan" guherand.
 
== Danasîn ==
Koma Agirê Jiyan yek ji ew komên salên 90'iyan e ku hewl dan muzîka kurdî bi eslê xwe yê orîjînal bigihînin asteke nujên û populer. Ev kom ji aliyê endamên NÇM'ê ve di sala 1992'an de hate damezirandin.
 
Kom di nava salên 1992 û 1996'an de bi konser û sênahiyan xwe ji raya gitsî ya kurd re dane nasîn û pistî xebatên kûr û dirêj di sala 1996'an de bi derxistina albuma 'Adarê' xwe ji gelê kurd re dane qebûlkirin.
 
Amadekariyên vê albumê - ku yekemîn albumê komê bû - 4 sal ajotibûn. Ev album ji niska ve rastî ecibandina gelek guhdarvanên kurd hat û kom bi vê serkeftinê li derveyî welêt û li her car perceyên Kurdistanê gelek bi nav û deng bû.
 
Êdî kom di sala 1999'an de pistî xebatên berfireh duwemîn albûma xwe ya bi navê 'Helîn' derxistin piyasê. Digel pêvajoya ku ev album derket, kom bi awayeke xurt dest bi dayîna konserên mezin ên li hundir û derveyî welêt kirin. Di nava ew konseran de bêguman bi taybetî konserên li 'Adana Mimar Sinan Açik Hava Tiyatrosu' û 'Adiyaman Atatürk Stadyumu' ketin xafizeya guhdarvanan. Her ciqas tengasî derketibin hemberî komê jî, ev kom hewl da ber xwe bide.
 
== Berhem ==