Cudahiya di navbera guhertoyên "Îgor Stravînskî" de

2055 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 8 salan
B
== Kurtejiyan ==
 
Igor Fjodorowîç Stravînsky di 17'ê hezîranê 1882 li Lomonossov a nêzî St. Petersburgê jidayikbû. Bavê wî  wek endameke operaya împaratorî dihat nasîn. Piştî perwerdehiya xwe ya dibistanê Igor Fjodorovîç Strawinsky di sala 1899'an de dest bi xwendina li Zanîngeha Petersburgê kir. Di salazarokatî 1903'anû ciwantiya xwe di bin tesîra bavê xwe de derbas kir. Ji ber vê yekê,beşajî wek bavê xwe guherandli ûSt. derbasîPetersburg'ê beşa muzîkêhiqûqê bû.xwend Şeşû saldi bişundesala 1905'an de qedand, dilê piştre bû şagirtê Nikolai Andreyevîç Rimski-Korsakov. Di sala 1909'an de, Strawinsky li baleya rûsî kar kir.
 
Li gorî îmkanên sînorkirî yên der û dora ciwantiya wî, wî karibû kesayetiyeke saxlem biparêze. Evya nîşana meraq û hevesa xwe ya keşfdar e ku hemû jiyana wî xiste bin bandora xwe. Bi taybetî huner, lîteratur û hêjayiyên jiyanê bala wî dikişandin.
 
Ji ber ku di Sovyeta Yekbûyî de jiyana hunerî rastî tengasiyan dihat, wî hewl da cîhana derveyî welêt jî nas bike da ku hunera xwe firehtir be. Lewra ew di sala 1910'an de cara ewil çû Parîs'ê û li wir baleyên wî "DER FEUERVOGEL", 'Petruşka' û 'Le sacre du printemps' hatin pêşkêşkirin. Ji sala 1920'an bişunde Stravînsky bêhtir li Fransayê dijî û di sala 1934'an de bû hewelatiyê fransî Lê ji ber şerê wî Fransayê terikand û koçî DYA'yê kir. Stravînsky di sala 1946'an de bûbe hemwelatiyê DYA'yê jî; mal barkirina wî ya bo DYA'yê ji wî re pir ne hêsan bû, ji ber ku êdî hînî jiyana xwe ya li Fransayê bûbû. Lewra bi 'umrê xwe yê 58 salî ti car nekarîbû xwe bi tevahî hînî jiyana xwe ya nu bikira. Hevjîna wî ya dûwem di vî warî de pir alîkariya wî kir da ku ew di xerîbiyê de bigihêje aramiyê, xwe bi tevahî bide hunera xwe û karibe besteyan amade bike.
 
Heta demekê têkîlî û hevaltiya wî bi koçberên din ên rûsî re hebû.
 
Demak ku ew digel W. H. Auden kete amadekariyê operayeke hevbeş, wî ferq kir ku divê bêhtir cîhana îngîlîzî nas bike. Lewra jî, bi nasîna bestekar Robert Craft wî hewl da zimanê îngîlîzî hîn bibe. Craft bi xwe heya koça dawî ya Stravînsky bûbû heval, wergêr, kronîst, dîrîjanê asîstant û faktotum ji bo gelek karûbarên hunerî û civakî.
 
Di sala 1967'an de Îgor Stravînsky doktoraya bi rêz a Zanîngeha Rutgers a New Jersey'ê wergirt.
 
Îgor Fjodorovîç Stravînsky di 6'ê nîsanê 1971'an li New York'ê çû ser dilovaniya xwe. Merasîma laşê wî bi daxwaza wî li Venedîg'ê pêk hat.
 
=== Xebatên hunerî ===
Di sala 1920'ab de wî baleya bi navê "L'Oiseau de Feu" (Çûka agirî) nivîsî. Ji pêvajoyên hunerî yên ku wî derbas dikir, ev berhem wek ya girîngtirîn a 'pêvajoya rûsî' tê nasîn.
 
Salekê bişunde wî kompozîsyona bi navê 'Petruska' nivîsî.  Herwiha, wî di sala 1910'an de Rûsya terikand û di sala 1914'an de xwe li Swîsrê bi cih kir. Îgor Stravinsky êdî venegeriya welatê xwe û  Şoreşa Rûsî  wek sedema herî mezin nîşan dida.
 
Di sala 1913'an de baleya wî 'Le Sacre du Printemps' cara ewil li Parîsê hate pêşkêşkirin. Stîla  wî ya taybet ji ber rîtmên xwe yên cuda, melodî û rengê dengê rastî nerazîbûna guhdarvanan hat. Lewra di destpêkê de qet nedihat ecibandin û di dîroka tiyatroyê de bûbû sedema giftûgoyeke bêhempa.
 
Bi taybetî muzîka Jazz bandoreke taybet li ser Stravinsky da, mînaka vê yekê berhema 'Pribautki' ye.  Ji bo vê berhemê, Stravinsky   çar kilamên rûsî ji bo dengeke solîst û heyşt enstrumanên solo nivîsand.  Li gorî muzîka klasîk a wê demê evya guhertineke mezin bû, ji ber ku cara ewil bestekarekî besteyeke bê orkestraya mezin nivîsandibû. 
 
Di besteya bi navê 'Çîroka leşker' a ku di sala 1918'an de hate pêskêskirin de dîsa elementên Jazzê hene.
1939'an Stravînsky ji bo Zanîngeha Harvard a Boston, DYE, mamostetiyê kir. Bi îşqalkirina Fransayê ji aliyê naziyan ve Stravînsky xwe li DYA'yê bi cih kir, di sala 1946'an de hemwelatiya DYA'yê wergirt û dîsa di sala 1951'an de cara ewil ji bo yekemîn pêşkêşkirina operaya xwe ya "The Take's Peogress" vegeriya Ewropayê. Di sala 1957'an de baleya "Agnon" di çarçoveya Rojên Muzîkê yên Donau'ê de hate pêşkêşkirin.
 
Bestekar di salên xwe yên dawiyê de bêhtir bi seriyalîzmê mijûl bûn û di sala 1967'an de ji aliyê Zanîngeha Rutgers a New Jersey'ê doktoraya taybet stend.
 
== Mirin ==
2461

guhartin