Cudahiya di navbera guhertoyên "Pezmijoka Bengalê" de

1 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 7 salan
B
 
== Belavbûn û ciyên jiyanê ==
Belavbûna [[binecure]]yên pezmijoka Bengalê ji Îran ta Java li [[Îndonezya]]yê heye, ku ew belavbûna tewrî befireh di nav cureyên [[cins]]a [[pezmijok]]an e. Pezmijoka Bengalê li newalên çeman li rojhilatên [[Îran]], [[Afganistan]], [[Pakistan]], [[Hind]], [[Nepal]], [[Srî Lanka]], [[Bengal]] û [[Burma]] têne dîtin. Binecureya ''Varanus bengalensis nebulosus'' an pezmijoka ewravî ,li başûra [[Burma]], [[Vietnam]], [[Kamboca]], [[Taylenda]], [[Malezya]], [[Sumatra]], [[Java]] û [[Giravên Sunda]] têne dîtin, lê li [[Giravên Andaman]] nehatibû dîtin.<ref>Auffenberg (1994):86</ref>
 
Belavbûna cure û binecureyên pezmijoka Bengalê bi giştî di blindbûnek e jêrîn e. Pezmijoka Bengalê, li çolên ziwa û daristan ên şil dijî. Piraniya caran li herêmên çandinê têne dîtin, û li asteya bilindî qasî 1500 cm dîsa têne dîtin.<ref>Auffenberg (1994):103-118</ref>