Cudahiya di navbera guhertoyên "Îgor Stravînskî" de

1732 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 8 salan
B (HC: Zêdekirina Kategorî:Mêr)
 
Di besteya bi navê 'Çîroka leşker' a ku di sala 1918'an de hate pêskêskirin de dîsa elementên Jazzê hene.
 
Di sala 1914'an de wî operaya bi navê "Nachtigall" nivîsî. Salekê bişunde Îgor Stravînsky wek dîrîjenê Genfê hate hilbijartin. Lê wî 1920'an de Swîsrê terikand û heya sala 1939'an xwe li Fransayê bi cih kir. Di vê demê de wî besteya xwe ya bi navê "Les Noces" amade kir: tê de çar piyano û bateriyek tên bikaranîn. Bestekar Carl Orff di amadekirina vê besteyê de rolekw taybet leystiye.
 
Herwiha, Stravînsky di sala 1934'an de hemwelatiya fransî wergirt. Di sala 1920'an de besteya wî ya bi navê "Pulcinella" cara ewil hate pêşkêşkirin. Du salan bişunde li wir cara ewil opera buffa ya "Mavra" hate pêşkêşkirin. Her du berhem xwediyê taybetiyên neoklasîsîst in. Di sala 1926'an de Stravînsky operaya koroyê ya bi navê "Oedipus Rex" qedand. Ji sala 1934'an heya sala 1938'an Stravînsky baleya "Persephone" (1937), leystika dansê
"Jeu de Cartes (1937) û konserta "Dumbarton Oaks" (1938) nivîsî.
 
Di sala 1936'an de pirtûka jiyana wî ya bi navê "Chroniques de ma vie" derket.
 
1939'an Stravînsky ji bo Zanîngeha Harvard a Boston, DYE, mamostetiyê kir. Bi îşqalkirina Fransayê ji aliyê naziyan ve Stravînsky xwe li DYA'yê bi cih kir, di sala 1946'an de hemwelatiya DYA'yê wergirt û dîsa di sala 1951'an de cara ewil ji bo yekemîn pêşkêşkirina operaya xwe ya "The Take's Peogress" vegeriya Ewropayê. Di sala 1957'an de baleya "Agnon" di çarçoveya Rojên Muzîkê yên Donau'ê de hate pêşkêşkirin.
 
Bestekar di salên xwe yên dawiyê de bêhtir bi seriyalîzmê mijûl bûn û di sala 1967'an de ji aliyê Zanîngeha Rutgers a New Jersey'ê doktoraya taybet stend.
 
== Mirin ==
Îgor Stravînsky di 6'ê nîsanê 1971'an de koça dawî kir.
 
[[Kategorî:Mêr]]
2461

guhartin