'''Qubîn''' (1928: قوبن, ''Qobin'', ''Qûbin''; 1946: ''Beşiri''; bi [[tirkî]], ''Beşiri'') yek ji navçeyên [[Êlih]]ê ye. Bingeha navçeyê heya dema [[Hûrrîhûrrî]]yan kevn e. [[Asûrî]], [[Medmed]], [[Perspers]], [[Makedonîmakedonî]], [[Roma]], [[Bîzans]], [[Mongolmongol]], mîrîtiyên Kurdankurdan, [[Osmanîosmanî]] li vir desthilatî kirine. Di sala [[1926]]'î de wekî navçe bi [[Sêrt]]ê ve û di sala [[1990]]'î de jî bi Êlihê ve hatiye girêdan. 16 km ji Êlihê dûr e. Rûber 889 km², bilindahî ji rûyê avê 680 m ye. Gorî hejmartinên sala 2000'î hejmara niştecihên navendê 8.523 û bi giştî jî 33.152 ye. 1 nehiye, 51 gund û 64 mezre girêdayî Qubînê ne. Aborî pirranî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Herwekî li navçeyê kargehên piçûk û çend jî fabrîk hene. Bo mînak fabrîka nîsk, fabrîka xalîçeyan.