Lîbîdo: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû: '''Lîbîdo''' ji bo kana, enerjiya hestan û hêza jiyanê tê bikaranîn. Lê li ser îzaha lîbîdoyê lihevnekirin hene. Sigmund Freud wê wekî kana hestên binpêkirî yan h...
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
[[Sigmund Freud]] wê wekî kana hestên binpêkirî yan hestên ku zîndanîkirî bikaraniye. Yê ku cara pêşîn ev bêje derxistiye şagirtekî wî bûye. [[Carl Gustav Jung]] wê wekî hêza serbestiyê bikaraniye. Ji ber ku hestên [[seks]]î gelek tên binpêkirin an jî ji ber ku hêza hestên seksî mezin in, ev bêje pirranî bo daxwaziya seksê tê bikaranîn.
 
Gorî Freud heger nakokiyên navbera [[îd]] û [[sûperegoSuperego]] yan daxwazên bingehîn û etîka civakê safî nebin, dibin sedemê [[neuroz]]an. Freud dibêje, heger mirov lîbîdoyê bêî ku binpêkirin têxe bin kontrola jiyana xwe, mirov di jiyanê de serkeftî dibe, lîbîdoyê bi erênî bikartîne. Gorî Freud di kesayetiyê de du hêzên sereke yên lîbîdoyê hene: Lîbîdoya erênî û lîbîdoya neyînî. Herdu jî di asta kontrolkirina ego û sûperegoyê de bandora xwe li jiyan û avakirina kesayetiyê dikin.
 
Bijîşkên anatomîk lîbîdoyê wekî hormonan dibînin û di kêmasiya lîbîdoyê de hormonên cinsî bikartînin. Di gelek nexweşiyên organîk û psîkolojîk de kêmasiya lîbîdoyê xwe dide der.