Kop: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: 15 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe
BKurteya guhartinê tine
Rêz 31:
| lon_deg = 42 | lon_min = 16 | lon_sec = 15 | lon_dir = E
}}
[[Wêne:Xerita koparengin.jpg|thumb|Nexşeya gundên Kopê]]
'''Kop''' (di 1928'an de wekî ''Qop'' hatiye nivîsand<ref>Köylerimizin adlari, 1928</ref>, bi tirkî: ''Bulanık'') yek ji navçeyên [[Mûş]]ê ye. Gorî hejmartinên herî dawî, hejmara navendê 41.000, bi giştî 139.000 e. Şik heye ku nifûs zêdetir be. Lewra li herêmê gelek kes di nifûsê de netomarkirî ne. Ev realîte li hemî Bakurên Kurdistanê heye. Şik heye ku dûgela Tirk dixwaze hejmara kurdan kêm nîşan bide. Bawerî bi statîstîkên dûgela Tirk nabe. Di sala 1927´î de bûye navçe. Aborî bi pirranî li ser çandiniyê ye. [[Genim]], [[ceh]], [[nîsk]], [[silq]], hwd. Dîsa xwedîkirina sewalan jî heye. Kop li ser riya [[Mûş]] - [[Agirî|Agiriyê]] dikeve. 107 [[km]] li dûrî Mûşê ye. Firehiya erdê navçeyê 1.706 km û bilidahî ji rûyê avê 1.480 [[m]] ye. Li rojhilatê [[Milazgir]], li rojava [[Gimgim]], li bakur [[Erzerom]] û [[Xinûs]] û li başûr jî [[Xelat]] a [[Bedlîs]]ê, [[Têlî]] hene. Di navbera Kop û Milazgirê de 25 km heye. Bi zivistanan berfî û sar, bi havînan germ û ziha ye.