Çeçenistan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Alsace38 (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Alsace38 (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 3:
'''Çeçenistan''' ([[rûsî]]: ''Чеченская Республика'') [[komar]]eke [[federal]] a li [[Rûsya]]yê ye.
 
Çeçenistan, welatê [[çeçen]]an e, û zimanê fermiya komela Çeçenistan hem [[rûsî]] û hem [[çeçenî]] ne. Bi zimanê [[çeçenî]] em dibêjin "Нохчийн Республика", yanî "Noxçîyn Respûblîka". Piştî damezrandina [[YKSS]] di sala [[1921]]´î de wekî herêmeke serbixwe bi Komarên [[Sowyet]]ên Sosyalîst [[Otonomî]]ya [[Gorskaya]] ve hate girêdan. Di salên 30´î de bu parçeyek ji Otonomiyên Sowyetên Sosyalîst a Çeçen-[[Îngûş]]. Dema YKSS belav bû di sala [[1991]]´î de Çeçenistanê serbixwebûna xwe îlan kir û bi hilbijartinan General [[Çohar Dûdayew]] wekî serokkomar hilbijart. Ji ber ku hikumeta Çeçenistanê doza veqetandinê ji Rûsya kir û rejîma [[Îslam]]ê pejirand, Rûsyayê êrîş bire ser Çeçenistanê. Herçendî hikumeta Îslamîst hate daxistin jî heya niha nakokî û pirsgirêka Çeçenistanê safî nebûye. Rûsyayê hikumetek gorî polîtîkayên xwe avakiriye û nerazîbûnên Çeçenan û şerê navxweyî berdewam e. Heya niha nêzîkî 300.000 mirovan di şer û êrîşên Rûsyayê de jiyana xwe jidestdane.