Efrîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
|||
Rêz 34:
== Dîroka Çiyayê Kurmênc ==
Navê vê herêmê, ji berê û paşê de, bi navê Kurdan ve girêdayî ye. Hên di dema Yûnaniyan û Romaniyan de jêre hin caran KARDIYA û hin caran jî KURDÎKA hatiye gotin. Ereban jêre gotine: Cebel-ûl Ekrad; û Osmaniyan jî jêre gotine: Kürd-Dağ (yanê dîsa Çiyayê Kurdan). Kurdan jî hergav gotine: [[Çiyayê Kurmênc]]. Herêma Çiyayê Kurmênc beşek e ji herêma Mîrîtiya Kurdan ya Kilisê. Ji Mîrîtiya Kilisê re, li gor mîrên vê herêmê,
Di dema malbata
[[Dewleta Osmanî]] ji vê yekê gelek enirî (tore bû) û leşker kişand ser Mîr Elî Canpolat. Ji bilî leşkerê osmanî 40.000 Kurdên Zulqadirî jî, bi serdariya Zûlfiqar Paşa, ji herêma Albistanê(Elbistan) bi ser Mîr Elî de hatin. Mîr Elî 20.000 siwar û 20.000 peya amade kiribûn û li Deşta Orûcê bi wan re ket şer. Di vî şerê newekhev de, nîvê leşkerê Mîr Elî Canpolat hate kuştin û nema karîbû li Helebê jî raweste. Bi vî awayî, ev mîrîtiya dewlemend, mîrîtiya Mîrê Mand û Canpolatan bi dawî bû, perdeya reş bi ser de hate berdan; û ew kete bin serdariya waliyên osmanî ya yekser(dîrekt). Mîr Elî Canpolat di şer de nemir, wî xwe da aliyekî û piştî demekê, ew çû ba Siltan Ehmedê Yekemîn û baxşandina xwe(yanê efûkirina xwe) ji wî xwast. Siltan Ehmed ew pejirand, ew kir Beglerbeg û şande Romaniya, ku bibe waliyê bajarê Tîmîşwara. Birayê wî, yê biçûk jî xiste Dibistana Siltaniyê. Mîr Elî ji Stenbolê bi rê ket û gihîşt bajarê Bêlgirad (paytextê Sirbiya). Lê Sedir El-Ehzem Qiwîcî Mûrad Paşa kîna xwe ji bîr nekiribû. Wî, bi nehînî (bi dizî) peyayên xwe li pey Mîr Elî şandin, û wan, li bajarê Bêlgirad, di Kela Kalîmêkdan de, bi îxanetî, Mîr Elî Canpolat kuşt. Di vê navberê de, divêt bête gotin, ku ew malbata niha li Libnanê, li Çiyayê Şûf, bi navê Cumbilat [[Kemal Canpolat]] , kurê wî [[Welîd Canpolat]] , pêşengiya [[Duriz]]an dike, ji nifşên malbata mîrên Canpolat in.
|