Nemabûyî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 6:
[[Wêne:ExtinctDodoBird.jpeg|thumb|Wêneyê [[Dodo]]yê [[Maurîtius]] (bi xêzkirin a [[1651]]'î) ku nema bûye.]]
 
Bi giştî hinga endamê dawî yê cureyekê mir, ew dem weke dema nemabûna cureyê tê qebûlkirin , lê hin caran endamên ku dikarin berdewamiya cure pêk bînin berî dema nemabûnê xilas dibin. Mînak, bi tenê cureyê nêr ê [[Kûsiyên Girava Pînta]] maye. Lewma ev [[kîso]] nikare bi tenê berdewamiya cureya xwe pêk bîne. Hin caran mirov nizanin ka cureyek nemabûye an na. (Mînak: [[Yûnisên Çînê yên Robaran ]]) Di rewşa wisa de ew cure weke bi [[Cureyên bi bilindtirîn xetereya nemabûnê|bilindtirîn xetereya nemabûnê]] têne lîstekirin. Herwiha hin caran cureyên ku weke nemabûyî dihatin pejirandin, dibe ku were guhertin ku ji ber ku gengaz e endamên wê cureyê werin dîtin. Mînak, [[takahe]] weke nemabûyî dihate pejirandin lê piştre bi lêgerîneke berfireh hate dîtin ku ev ajal li [[Zêlanda Zelenda]] hê hene. Hinga rewşsa wisa pêk hat, ew cure bi [[Dabeşandina Lazarus|dabeşandina Lazarus]] tê lîstekirin.
 
Gelek sedemên nemabûna cureyan hene. Mînak tê bawerkirin ku dînezor ji sedema meteorekî nema bûne.<ref>Alvarez, LW, Alvarez, W, Asaro, F, and Michel, HV (1980). "Extraterrestrial cause for the Cretaceous–Tertiary extinction".</ref> Herwiha cureyên di serdema qeşayê de nikarîbûn li hemberî guhertina germbûna hewayê jiyan bikin, lewma ev bûyer dibe sedema tunebûna wan (Mînak: [[Mamut]]).