Nemabûyî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 8:
Bi giştî hinga endamê dawî yê cureyekê mir, ew dem weke dema nemabûna cureyê tê qebûlkirin , lê hin caran endamên ku dikarin berdewamiya cure pêk bînin berî dema nemabûnê xilas dibin. Mînak, bi tenê cureyê nêr ê [[Kûsiyên Girava Pînta]] maye. Lewma ev [[kîso]] nikare bi tenê berdewamiya cureya xwe pêk bîne. Hin caran mirov nizanin ka cureyek nemabûye an na. (Mînak: [[Yûnisên Çînê yên Robaran ]]) Di rewşa wisa de ew cure weke bi [[Cureyên bi bilindtirîn xetereya nemabûnê|bilindtirîn xetereya nemabûnê]] têne lîstekirin. Herwiha hin caran cureyên ku weke nemabûyî dihatin pejirandin, dibe ku were guhertin ku ji ber ku gengaz e endamên wê cureyê werin dîtin. Mînak, [[takahe]] weke nemabûyî dihate pejirandin lê piştre bi lêgerîneke berfireh hate dîtin ku ev ajal li [[Zêlanda Nû]] hê hene. Hinga rewşsa wisa pêk hat, ew cure bi [[Dabeşandina Lazarus|dabeşandina Lazarus]] tê lîstekirin.
 
Gelek sedemên nemabûna cureyan hene. Mînak tê bawerkirin ku dînezor ji sedema meteorekî nema bûne.<ref>Alvarez, LW, Alvarez, W, Asaro, F, and Michel, HV (1980). "Extraterrestrial cause for the Cretaceous–Tertiary extinction".</ref> Herwiha cureyên di serdema qeşayê de nikarîbûn li hemberî guhertina germbûna hewayê jiyan bikin, lewma ev bûyer dibe sedema tunebûna wan. (Mînak: [[Mamut]]).
Dîsa jî ji bo nemabûna cureyan sedema herî mezin mirov in.<ref>http://science.jrank.org/pages/2467/Endangered-Species.html</ref> Bi destê mirovan, nêçîrvanî, lewitandin , guhertina cureyan pêk tê. Bajarvanî û pêşdeçûna endustriyê , cihê ajalan teng dike û jiyanbûna wan dike bin xetereyê. Li gorî [[Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê]] ji sala [[1500]]'î heta [[2002]]'an 759 cure nema bûne.<ref>http://www.iucnredlist.org/misc/wikipedia.html</ref>