Deng: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Rûpela nû: "Di Pêşkêşvanî û Bêjertiyê de Deng û Taybetiyên Deng Deng, ji aliyê tiştên ku dikarin bilerizin ve pek tê. Du taybetmendiyên esasî yên deng hene. yek ji wan tundiy..." |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
Di Pêşkêşvanî û Bêjertiyê de Deng û Taybetiyên Deng
Deng, ji aliyê tiştên ku dikarin bilerizin ve pek tê. Du taybetmendiyên esasî yên deng hene. yek ji wan tundiya wê, yek jî frekansa wê ye. Hejmara pêla di nav saniyeyek de, frekansa wî dengî dide. Frekans, bi Hertz tê îfadekirin. Guhê mirov, dikare dengên di navbera 20 û 20.000 Hertz de bistîne. Ji dengên di bin 20 hertzî de re dengên “infra”, dengên di ser 20.000 hertzê re jî dengên “ultra” tê gotin. Guhê mirov nikare van dengan bistîne. Di axaftinê de hêmana herî girîng, deng e. Çawanî, dem û tiniya deng girîng e. Bandora axaftinê, li ser bingeha deng e. Xirabûna herî girîng a deng, di bilêvkirinê (telafuz) de derdikeve holê. Sedema şaşîtiya di vegotinê de, bandora devokên herêmî û nedayîna mafê deng e. Piraniya peyvên ku gotina wan zehmet e, peyvên ji zimanen din hatine girtin e. Her axaftvanek heta ku di tona dengê xwe de nebe xwedî xweşikbûneke dişibe muzîkê, nikare bandor bike. Deng çawa ku ji bo stranê tê perwerdekirin, divê ji bo axaftinê jî bê perwerdekirin. Ev jênegerek e. Hêza deng, nabêje dem, cih û şaristanî çi ye.
Taybetiya deng di radyoyê de Di radyoyê de deng li gorî televîzyonê, Dengê baş
Dengê rast, dengê ku ji navînê dev û bi tundiyeke navîn derdikeve ye. Tundiya deng, bandora wê ya di guhê me de ye. Li gorî cih û mijara tê axaftin tê dirustkirin. Tundiya deng, girêdayî enerjiya di lerizandina betanên (kîrîş) deng e. Bi rêya guhertina tundiya deng, mirov dikare baldariyê ber bi beşên cuda yên hevokê ve bikşîne.Toneke nizm ê deng, ji aliyê mêran ve bêbiryarî û dudilî ye, di aliyê jinê de jî hêstewarî ye. Toneke bilind jî, ji bo mêran hêr, ji bo jinan jî hêzê nîşan dide, dibe sedema çavdêriyeke wiha. Ji bo ku mirov bêyî ku biqîre dengê xwe bilind bike û enerjiya pozîtîf bide dengê xwe, divê mirov diyaframa xwe baş bikar bîne. Dengekî baş ê axaftinê, divê ji aliyê her kesî ve bikaribe bê bihîstin û di guhê mirovan de zimîniyê neke. Mirov naxwaze li dengê ku nayê bihîstin û dengê ku zêde bilind e guhdarî bek.
Bandora deng
Deng, bingeha weşangeriya radyoyê pêk tîne. Peyamek çiqas baş jî hatibe nivîsandin, ya ku giyan dide wê, deng e. Dengekî nebaş, bandora peyama tê xwestin bê dayîn an kêm dike, an jî tune dike. Di vê hêlê de di bernamevaniya radyoyê de divê dengê kesên ku dê bi dengê xwe peyamê bidin, li gorî cureya peyama ku bixwînin be. Berovajî vê yekê, dibe ku bandora tê xwestin bi rêya peyamê bê kirin, pêk neyê. Ji bo ku mirov bibe bêjer an jî pêşkêşvanek baş, bihîstina dengê mirov an jî herikîna deng, ne bes e. Ji bilî van taybetiyan, divê deng li xweşa mirov jî here. Ev jî girêdayî tiniya deng e. Dengên hişk, zimînî ji guhê mirov dibe, bi xişinî, bi xirinî, girtî, gelek nerm, sist û bê teşe, dengên ku xweş nayên guhê mirov in.
Rola pêşkêşvan
Her wiha divê di deng de aşkeratî, sadeyî û şexsiyet jî hebe. Dengê pêşkêşvan pêwîst e ku di dema axaftinê de yeknesak (her tim di heman tonê de) nebe, li gorî vegotinê jî bikaribe biguhere. Dema ji bo bernameyan pêşkêşvan tên diyarkirin, ji bo bernameyên zarokan jinên dengê wan zirav, ji bo bernameyên nûçeyan jî mêr û jinên dengê wan gur tên bijartin. Dema ku pêşkêşvanek bi dengê dişibe yê zarokan nûçe pêşkêş bike, ev baweriya li hemberî nûçeyan kêm dike. Dengdana fîlman jî, bi rastî ji aliyê pêşkêşvanan ve tê kirin. Sedema vê yekê jî; pêşkêşvan dikarin dengê xwe li gorî rolên xwe biguherînin. Pêşkêşvaniya anonsê jî, ji pêşkêşvaniya nûçeyan bi tevahî cudatir e. Pêşkêşvanên anonsê, berdewamî û herikbariya bernameyan pêk tînin. Temaşevan ji ber ku her roj wan dibînin, êdî wan wekî kesek ji malbatê dibînin.
|