Ebubekir Pamukçu: Ferqa di neqeba guhartoyan de

9 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 9 salan
kurteya guhartinê tune ye
No edit summary
'''Ebubekir Pamukçu''' (*z. [[2'ê avrêlê]] [[1946]] li gundê [[Badûran]] a [[Çêrmik]] a [[Amed]]ê - m. [[18'ê tîrmehê]] 1991 li [[Enqere]]) yek ji giregirên [[MHP]] ên berê û serokên projekta veqetandina Dimiliyan (Kirmanc, Kird, Zaza, Ginî hwd) ji Kurdên din û damezrandina dewleta bi navê [[Zazaistan]] e.
 
Perwerdeya mamostetiyê dîtiye û gelek salan mamostetî kiriye. Di nava refên hêzên rastgîr ''(Ülkücüler, Bozkurtlar)'' cihdigire û li dijî Kurd, çepgîr û sosyalîstan têdikoşe. Di rojname û kovaran de "Tirkbûna Kurdan" tîne zimên. Bi navê ''"Kurtuluş Savaşı - Şerê azadiyê"'' pirtûkek di sala [[1970]]'î de diweşîne û pesnê avabûna û têkoşîna dewletê li dijî dijminan dide. Bi qasî demek kurt têkilî bi [[Doğu Perinçek]] re datîne û piştî ku Perinçek ji aliyê çepgîran ve giran tê birîndarkirin, têkiliya xwe înkar dike.