Mezopotamya: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Addbot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: Migrating 105 interwiki links, now provided by Wikidata on d:q11767 (translate me)
Rûpel hate vala kirin
Rêz 1:
{{ev gotar|li ser Mezopotamya, welatê nav çeman [[Ferat]] û [[Dicle]] ye. Ji wateyên din ra li [[Mezopotamya (cudakirin)]] seke.}}
[[Wêne:Sumerian MS2272 2400BC.jpg|thumb|Lîsteya navên xudayên [[Sumeriyan]] ku li sedsala [[24em berî zayîn]] bi [[pîtên bizmarî]] hatiye nivîsîn]]
[[Wêne:Tigr-euph.png|thumb|[[Dîcle]] û [[Firat]] ]]
'''Mezopotamya''' navê welatê nav çeman [[Ferat]] û [[Dicle]] ye. ''Mezopotamya'' bi zimanê yewnanî tê wateyê ''nav dû çeman''. Navê Mezopotamya bi zimanê [[farsî]] ''Miyanrudan'' û bi zimanê [[arami]] (suryanî) ''[[Bethnahrin|Beth Nahrin]]'' e. [[Kurdistan]] jî di bakûrê Mezopotamyayê de tê dîtin.
 
Di dîrokê de li Mezopotamyayê ya kevn împeratoriyên [[Sumer]], [[Akad]], [[Babîl]], [[Asûrî|Asûran]] û [[Îran]]an hebûn. Mezopotamya çavkaniya [[Ol|olên]] herî mezin di cîhanê de ye.
 
Îro Mezopotamya di nav sinorên dewletên [[Tirkiye]], [[Sûrî]] û [[Îraq]]ê ye.
 
Mezopotamya, di naqabîna Dicle û Firatê de Kurdistanê bi sînorê wê hemûkî di nava xwe de. Navende wê [[Amed]]e. Deme ku mirov li dîroke û li dokumentan ji dimeyîzenê, mirov vê yekê pir baş û qanc dibîne. Deme ku deme şaristaniyan dest pê kir pêde, li vê herême gelek şaristan û pêşketinên weha derketin. Navende wan hemûkan Kurdistan bû. Di deme sumeriyan de ji û di dema aqad û babilan de ji weke Navende wê amed bû. Cizîra Botan ku wê demê navê wê gerzûbaqartan, ji deme hurî - mîtaniyan pêde mazin bi pêşket. Weke [[pirtûkxanaya Kurdistanê]] pêşket û weyne xwe di dîrokê de leyist.
 
== Destpêk û dîrok ==
 
Mezopotamya ji dîrokê ve gelek xalkê jev cude yên ku bi hev re jîn dibûn cihê wan bû. Di dîrokê de pir goç lê bûna. Ji ber wan goçan hertimî di rêveberiya wê û pêşketinê wê de astang derketina. Wan goç û hatinan, ne hiştiya ku ew xatakê rastûrast di xwe de berdewam bike. Ev ji ji aliyê çandî ve ji wilo ya. Lê çanda wê ya ku pêşketi ji, bi hizre xwe re pêşkeşî ji dîrok û mirovahiyê re kiriya. Gelek şaristanên mazin û bi nav û deng lê jîn bûna. Bi vê yekê re ji dievêt ku mirov ji bîr neke û bêje ku di cihanê ji bi van xosletên xwe re cihê herî ku tê nasîna. Demên şaristaniyan yên weke yên [[sumeriyan]], [[aqadan]], [[babilan]], [[Gûtî]]yan,[[hurî û mîtaniyan]], [[asur]]an, [[naîriyan]] [[medan]] û hwd jîn bûna. Ji xaynî van hê hele xalkê û şaristanan li mezopotamya li kok dana.
 
Di [[deme dawi ya qaşayê]] de hê ku dinye wilo zêde cemidi û mirovan ji ji wê cemidibinê di ravîn û dihatin, xwe di sipartina wir. Ji bo vê yekê hinek cihê ku mirov weke cihên bicihbûna demên neolotikê ji bi navkê, li [[başûrê Kurdistanê]] li ber çav dikevin. Piştre hin bi hin ku zûwabûn di axê de ji dibe, êdî hin bi hin li vê herême Kurdistanê çandin û bi herême [[Botan]]ê re bi pêşdikeve. Li [[bakûrê kurdistanê]] ji bi zêdeyî Li dore [[Amed]]ê, li dore [[Riha]]yê weke cihên ku jê re [[Xirabreşkê]] li wan de li mezopotamya dii deme neolotikê de bicihbûn dibe. Bi vê yekê re li başûrê kurditanê li ber çiyê [[Çemal]]û hê li gelek deverên din şûnpê j bo vê yekê têne xuyakirin.
 
Ta deme ku cotkirin pêşkeve, ahlkirin û çêrandin bibe, jiyana gundîtiyê pêşkeve û nivîs were kifşkirin û were bi karanîn li ber diclê, firatê li ber keviyên Amede û li hin deverên başûrê kurdistanê bicih bûn dibe.Di wan deman de jiyana bajartiyê bi pêşketina gunditiyê re bi pêşdikeve. Hin bi hin ew ji dibin. Awayê bajaran derdikeve hole. Bajar hin bi hin şîn di bin. Bi pêşketina gundan re deme pêşketina bajaran dest pê dike. Pêşketina bajaran ji bi çêkirina xanî û malên weke ku li [[Govan]] têne çêkirin derdikeve hole. Derketin û pêşketina bajaran li kurdistanê berî zayînê di naqabîna 6000 û 5500 wan de dibe. Di vê pêşketinê de bi qasî ku tê gotin to çanda bi awa derdikevin pêş çanda Abaîd û xalaf e.
 
Her weha piştî van pêşketinan, deme Urukiyan dest pê dike. Deme wan ji, deme şaristaniyê ya. Ev dem bi qasî ku tê fahm kirin di berî zayînê di naqanîna 4500 û 3500 wan de xwe dide ber çavan. Ev dem, demeke di hizir û di deme şaristaniyê de demeke pêşketiya. Di wê demê başûrê kurdistanê mirov karê bigiştî ji bi pêketiya. Pêşketina Urukiyan ne tenê di qada çande de ya. Ji pêşketina teknolojiyê de ji ya. Di deme Urukiyan de cotkariya avî û karên madanê û çandin û di qada tekonolojiyê de pir li pêşîn. destana Gilgameş vê yekê radixe berçavan. Baziganî ji bi pêşketiya. Çûnûhatinaka mazin di wê de ji bo bazirganiyê li mezopotamya pêşdikeve. Di wê demê de nivîs bi pêşketiya û di qada rêveberî û dewlete de qeyd kirin ji dest pê kiriya. Ji kêvalbarên wê demê, mirov vê yekê fahmdike. Başûr di vir de ji başûr zûtir û pêşketîtir e.
 
== Sumeran, pêşketin û şaristaniya pêşî ==
 
Li Mezopotamya, deme şaristaniyê ya pêşî, ku berî şaristaniyên din hemûkana û hîmê wan afirandinya [[Şaristaniya sumeriyan]]a. Hem di nivîs, tendûrîstî, astronomî, matamatikê û hem olê, falê, afsûnê û di mîtolojiyê de yên derketina pêş û pergala civakê afirandina sumerin. Li afirandin û tufanê pêşî mirov di wan de rastî wê têt. Di deme sûmeriyan de nêzikî 35 bajar hene. Ji wan nêzîkî 17an yên herî mazinin. Minaq; [[Kîş]], [[Nîppur]], [[kurda]], [[Zabalam]], [[Umma]],[[Lagaş]], [[Erîdû]] û [[Ur]] yên mazinin. Navê wan heya. Xwûdanan wan mazinin û bi nav û dengin.
 
Li Lagaşê keyê hati ser rêveberêyê [[Ur-nanşe]] bi çêkirina malan û xaniyan nav daya. [[Uruqagîna]] bi xwenûkirin(reformên ku wî pêşî nivîsandina derdikeve pêş. Lê di demên 2400 û 2350 ku hin bi hin bi br ketinê ve diçê, êdî hin bi hin li mezopotamya [[Aqad]]î derdikevine pêş û serwer dibin.
 
== Aqadan û demên piştre ==
 
Tê gotin ku bi koka xwe re [[Samî]] ne. Çand û hizre sumeriyan di xwe de bicih kirin û rûnandin. Piştî sumeriyan re yên ku bûna serwerê mezopotamya Aqadî bûn. Ji deme hizre hemde girtin û bûna pêşavaniyê deme hemdem. Aqadiyan her weha xurt dibin û ku weke wan bi koka xwe tê gotin ku Samî ne, bingihê mazinbûna babiliyan û Asuriyan dikin. Hizre sumeriyan pêş xistin. Ji wan zêdetir wan hizre keyitiye GERDÛN û DINYÊ afirand û bicih kir. Rêveberiya navendî cara pêşî di deme wan de di bin destekî de digihê hevdû. Lê di berî zayînê di 2150 de ku careke dî sumerî bi hêz dibin û mazin di bin û serwer dibin, êdî dawiyê li dewlete wan tênin.
 
Damazranê xanadana Aqadiyan [[Sargon]]a. Sargon ketiya 34 şeran de li gor qeydan. Peytaxta xwe ya bi navê [[Agade]] avakiriya. Zanebûnên di derbarê wî de bi mîtilojiyê re tevlîhevin. ê di derbarê wî de têgihiştineke didine mirov. Neviyê wî [[Naram-Sîn]] dişopa wî de meşiya û wî gelek şer qizinc kirina. Şervanekî mazin bûya. Piştî deme Naram-Sîn re yên ku dawiyî aqadan ji tênin Gûtî ne. Gûtî, weke cara sêyemîn rabûna sumeriyan ji mirov bêne ser ziman. Hizre wan pêşketi bû. Di hizre xwe de û têgihiştine xwe de ew xwediyê têgihiştineke ku [[Hegel]] bi navê diyelektikê bi pêşxistiya bûn. Pişt wan re yên ku ew hizir û şopa wan berdewam kir ji, Naîrî bûn.
 
== Sêyemîn xanadana UR û demên piştre ta deme medan ==
 
Gutiyan li jiyana xwe ya civaknasî hizirin û zêde di rêzaniyê de pêde neçûn her ku serweri mezopotam gişti ji bûn. Lê di wê demê de xanadana ur ya deme sêyamîn di wê demê de jîn dibû. Wê ev firsand bikar anî û serweriya rêzani kira dest xwe de.Nêzîkî sad salî tê goin ku li ser rêveberiyê(b. z. 2100-2000)) man. Uran, bajarên xwe di wê demê de kirna yên ku ji aliyê rêzanî ve yên herî mazin û bi hêz. Di demên wan yên dawiyê de bi êrîşên hevirdore kaldikevin. Dawiyê xanadana Uran, dibe dawiya sumeriyan ji li mezopotamya ji ji aliyê rêzanî ve. Pişt wan r êdî hêzên ku ne ji herêmê ne, serdestiyê digirine dest. Êdî serdestî ne keve destên wan de. Lê ji aliyê çandî û hizrî ve ew hertimî serdestin. Ew kifşdikin. Ji aliyê olî ve ji wilo ya.
 
Bi ketina xanadana Ur e sêyamîn re, êdî li bakûr Asur hêdî hêdî cih tişî dikin û li başûr babil derikevina pêş. Babil êdî li vir derdikeve pêş. Hûrî, di wê demê de, ew hêze wan ya ku zayîf bûyî, careke dî dibe û mazin dibe û serwer dibe. Bi derketina hûriyan re êdî her çend hêze babiliyan mazin hebe û serdest ji bin weke asuryan zêde wilo serwerî hemûkî nabin. Di wê demê de hê asur ne bi hêzên. Lê hin bi hin bi hêz di bin. Hurî û mîtanê hin bi hin mazin di bin ta sadsala 13. ji hêze xwe û serdestiya xwe ya li ser herême di domênin. Şer di van deman de pir çêdibin. Asur ji bi hêz di bin. Êdî di nav wan hêzan de şerê serdetiyê berdewam dike. Piştî sadsala 13 wan êdî hin bi hin naîri derdikevin. Ew ji serdestiya wan û weke wan berdewam dikin. Ta deme 800 wan ew ji serdestin. Pêşketina mazin bi çandi û teknolojikî bi wan re heya. Piştre Asurî dawiyê li serdestiya wan tênin. Lê ew dise li berxwe didin. Ew li berxwedan, nêzîkî di sadsalî ta deme Medan berdewam dikê. Medan bi şerkiirna bi asuran re û têkbirina wan re serdesti bidest xistin.
 
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
* Pirtûka çirokê keçelok(Abdusamet yigit)
* Destana [[Gilgameş]]
* zagonên Lipît [[Îştar]]
 
 
[[Kategorî:Mezopotamya| ]]