Agirî (parêzgeh): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Thogo (gotûbêj | beşdarî)
B rv vandalîzm
Rêz 1:
''Ev gotar der barê bajarê Agirî ye. Ji bo wateyên din binihêre: [[Agirî (cudakirin)]]''
----
'''Agirî''' (Ağrı, Qerekose) bajarekî [[bakurê Kurdistanê]] ye.
 
== Ciyê coxrafî û hudûdên Bajêr ==
 
Bajar di nav paralelên 39° - 05´ û 40°- 07´ bakûr û merîdyenên 42°-20´ û 44°- 30´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi [[Qers|Qersê]], li rojava bi [[Erzirom|Erziromê]], li bakûrê rojava bi [[Bîtlîs]] û [[Wan]] û li rojhilat jî bi hudûtê bajarê [[Mako]] ve tê girêdan.
 
== Taybetiyên erda bajêr ==
Pîvana erdê bajar 11066 km2 ye. SHiklê erda bajêr % 46 wê ji çayir û merayan,% 3 ji golan, % 25 desht û zozanan û %25 wê jî ji çiya û zinaran pêk tê. Li heremê genim, ceh, kixsên shekir û keten tên çandin.
 
== Îklîm (Av û hewa) ==
Li heremê îklîmek reshayî hukum dike. Bajarek herî sar ji yên Kurdistanê ye. Salê shesh mehan berf li erdê ye. Dawiya meha nîsanê berf destpêdike dihele. Havînan jî herêm hênik derbas dibe.
 
== Nifus (1997) û navçeyên bajar ==
*Navend 106695
*[[Giyadîn]] (Diyadîn); Nifûs 37410 , pivana erdê 1274 km² ye. Li rojhilatê bajar e.
*[[Bazîd]] (Dogubeyazid) ; Nifûs 91994, pivana erdê 2383 km² ye. Navçe 93 km li rojhilatê Agirî yê ye. Tirba Ahmedê Xanî li vir e.
*[[Zêdkan]] ([[Eleşkirt]]) ; Nifûs 39061, pivana erdê 1559 km² ye. 34 km li rojava yê bajar e.
*[[Xamûr]] (Hamur); Nifûs 20738, pîvana erdê 898 km² ye. 15 km li bashûrê bajar e.
*[[Patnos]]; Nifûs 119958, pivana erdê 1421 km² ye. 82 km li bashûrê bajar e.
*[[Avkevir]] (Taşliçay) Nifûs 19606, pîvana erdê 798 km ² ye. Navçe 32 km dûr ji agirî li ser rêya Erzirom - îranê ye
*[[Dûtax]] (Tutak) Nifûs 30594, pîvana erdê 1562 km² ye. 43 km ji Agirî dûr e.
Tevayî ya nifûsa herêmê (tevli gundan) 466059 e.
 
== Deşt û Zozan ==
 
[[Deşta Zêdkan û Karakose]] yên herî mezin in li herêmê (341m2), deştek din jî "[[Deşta Patnos û Giyadînê]]" ye. Bilindbûna zozanên herêmê digîhîjên heta 2000 m yî. Li wan zozanan "kanî" yên ku ava wan cemîdî û çayirên şîn jî hene.Ji zozanên '''Agirîyê''' yên herî bi nav û deng jî zozana '''Sînegê''' ye. Devîdevî sêsed û çarsed êl lê datînin. Hewa vê zozanê pir xweş e. Li vê zozanê herî zef pez tên xweyîkirin, lêbelê ligel wê dewarjî tên xwedîkirin. Gola sînegê jî gelekîmezin e û gel jê giha diçine.
 
== Dîn (ol) û civak ==
 
Nifûsa bajar tevayî muslumanin, hejmara xiristiyanan pir kêm in. Piraniya nifûsê ji kurdan pêk tê, azerî jî wek ciwaka duyemîn li herêmê hene.
 
== Çiya ==
 
Çiyayê herî bilind ê Kurdistanê li Agirî yê ye. [[Çiyayê Hama]] (3243m), Çiyayê [[Kose]] (3430m), [[Tendûrek]] (3542m), [[Agiriya biçûk]] (3925m), [[Agiriya Mezin]] (5137m). Çiyayê Agiriya mezin, çiyayê herî bilind yê Kurdistanê ye.
 
== Çem û gol ==
 
Çemê herî mezin ê herêmê, çemê Mûradê ye. Wekî din çemê biçûk jî li heremê peyde dibin. Hinek ji wan ev in; SHêriyan, Zêdkan, Gelûtan. Li herêmê du golên biçuk jî hene. Balik û Saz
 
== Ciyên turîstîk û germavên herêmê ==
 
Ji welatên cuda cuda her sal pir turîst tên herêmê ji bo ku hilkishin ser Çiyayê Agirî. Qesra Îsak Pasha jî ciyek e ku ji alî turîstan ve tê ziyaret kirin. Tirba Ahmedê Xanî jî li navça Bazîdê ye û ji alî kurdan ve tê ziyaret kirin. Germavên Giyadîn û Dambat jî ciyên vehêsanê ne.
 
== Serwetên bin erdê ==
 
Li Giyadîn kukurt, li Bazîdê kewêrê ponz, li Tûtaxê xwê, li Avkevirê ava maden û li Zêdkanê jî lînyît ji bin erdê derdikeve.
 
== Babetên heywanan ==
 
Li Agirî nifûsek pir bilind bi xwedîkirina heywanan mijûl dibin. Ji bilî heywanên kedî li heremê li çayir û golan ordekên kovî, qaz, kew û li alî çiya jî gur û rûvî peyde dibin.
 
== Xwarênên herêmê ==
 
Xwarêna herî meshhûr "qavûrma ser sêlê" ye. Kifta "Abdigor" ji yek ji xwarinên mehelî ne ku li herêmê tên xwarin.
 
== Kincên herêmê ==
 
Zilam kefî (pûshî) didin serê xwe. îshlig û êleg (oyma) li xwe dikin, di binî de jî shalwar (qadi) li xwe dikin. Li ser shalwar kefiyek li pishta xwe girê didin. Pêlavek ku li heremê ji re dibêjin, "yemenî" û gorên bi desta çêkirî ku heta çongê dirêjin li nigê xwe dikin. Jinên Agirî fîstanek ku ji re dibêjin "entarî" li xwe dikin. Carna jî çarshefa resh li xwe dikin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî hene.
 
== Nav û kronolojiya bajêr ==
 
Bajar navê xwe ji [[Çiyayê Agirî]] digre. Navê bajar yê herî kevn bi farisî "Kuhî Nur" yanî çiyayê Nûr bû. Ararat jî navek wî yê herî kevn e. Bi zimanê Ermenî " Masîs" , bi zimanê erebî jî jê re "Cebel el Haris (Agirî ya mezin) û Cebel el Havayrîs(Agirî ya biçûk) dihat gotin. Nav ji alî tirkan ve wek "Ağri" hatiye guhertin. Navê bajêr bi kurdî Agirî ye.
 
Berî Îsa (Zayîn)
*1340- 1200 Dema hûriyan
*1200- 600 Medeniyeta Ûrartûyan
*331 Dema Mekodoniyan
Pishtî Îsa(Zayîn)
*339 Dema Bîzansiyan
*750 Dema Ebasiyan
*1102 Dema Selçûkiyan
*1514 Dema Osmaniyan
 
{{bajar_kurd}}
{{Bajarên Tirkiyê}}
 
[[Category:Bajar]]
 
[[de:Ağrı (Provinz)]]
[[en:Ağrı Province]]
[[es:Provincia de Agri]]
[[fr:Ağrı (province)]]
[[hu:Ağrı (tartomány)]]
[[id:Provinsi Ağrı]]
[[nl:Ağrı (provincie)]]
[[pt:Ağrı (província)]]
[[tr:Ağrı (il)]]
[[zh:阿勒省]]