Cizîr: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Thogo (gotûbêj | beşdarî)
B rv vandalîzm
Rêz 1:
'''Cizîrê''' navçeyeke girêdayî bajarê [[Şirnex]]ê ye. Bi navê '''Cizîra Botan''' jî tê naskirin.
 
== Erdnîgar û Sînorên Bajêr ==
 
Bajar di nav [[parelel]]ên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û [[merîdyen]]ên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat te ye. Li rojhilat bi [[Silopî]] ve, li bakur bi [[Gundik]] ve, li başûr bi [[Dêrik|Dêrik]]ê ve li rojava jî bi [[Hezex]]ê ve tê girêdan.
== Gundên Cizîrê ==
 
*[[Emerîn]]
*[[Hoser]]
*[[Ernebat]]
==Dîrok==
 
Cizîrê ji aliyê pêxmber Nûh ve hatiye ava krinin herwesa û li gor dîroka îslamê tê gotin ku bajarê diwemîn yê ku hatiye ava kirin piştî tofanê bajarê Cizîrê bu, dîsa li gor vekolera di bêjin ku gora pêxmber Nûh di Cizire deye ji ber ku sorhên cizîrê wekî gemiyekî hatine danan.
 
Di derbarê dîroka Mezopotamiya pirtûka herî Kevin ya Herodote, dîsa pirtûka bi navê "vejîna dehhezaran". Herwisa di hemi pirtûkên olî de behsa Mezopotamiya tê kirin. Li gora vekolînan jî tê gotin ku Cizîrê bajarî herî kevinare.
 
Li gora olan hatiye gotin ku piştî Adem û Hewa tofana herî mezin hatiye jiyan kirin tofana pêxmber Nûh bûye, ji ber ku piştî vê tofanê mirov neman li ser rûye zemînê, tenê bi hiziretê Nûh re heşt an ku heştê rizgar bûne ji vê tofanê, ew jî ji ber ku di gemiya hiziretê Nûh de bûn, û ya herî rast jî hizirete Nûh ew rizgar kirine. Dema ku mirov di bêje tofan tê wateya ku gemiya Nûh yak u li dîrokê tekes kiriye ku li serê çiyayê Cudî rawestiya ye tê naskirin û ji lewma jî çiyayê Cudî weke çiyayê zêdebûna hijmara mirovan ji nû ve tê naskirin.
Li gora Abdûla Yaşîn, Cizîrê duwemîn bajare ku li mezopotamiya hatiye ava kirin.
Portorikolu Alfred Flobil di slaa 1953-1954 û di encama vekolîna xwe ya ku li Tepê reş kirî, tabloyek dît û li ser vî tabloyî nexşeya Cizîrê ya wê heyamê hat bû neqiş kirin, di nîvê nexşê de rojek hebû û di bin de wêneyê du şêran, rûyê her du şêran li hev bû û li ser nivîsên bizmarî hebûn û li gor vekolîna pisporên nivîsa bizmarî hate gotin ku : navê cizîrê yê wê demê Gerzu bakart bû û hijmara xelkê wê 1.850.000 bû.
 
Dîsa û 4000 sal berî zayinê û di dema Gotiyan de jî ji Cizîrê re di gotin.. Gerzu bakrtda û ev nave ji aliyê dîroknasn ve hatiye tekes kirin, li milekî din û li gor dîroknasê mezin Îbin Alesîr di bêje ku di qonaxa Persiyan de jî ji Cizîrê re di gotin: Gazarta û Bazîbda.
 
Di qonxa Abasiyan de Cizîre gelek sod gihndae Abasiyan û bi taybet mîrê wê demê ku hakimê Cizîrê bû, mîr Abdu alezîz îzafetîn ku wî jî nav lê kir" Cezîret îbnu Omer".
 
Di sala 1956 peykerek li Cizirê hate dîtin û gotin ev peykere peykerê Bodaye, ev peykerê ku hate dîtin ji hela qaçaxçiya ve hat bu dîtin û wan jî ew peyker firotin.
 
Lê li gor Abdula Yaşîn ew peykerê ku birbûne Amerîka, li ser bigihê ku peykerê Bodaye tekes kir ku ew heykel ne yê Bodayeher wisa piştire li ser vî heykelê ku niha di mozexana kilasîkên cîhanê de dimîne hatiye nivîsandin" peykerê serokekî ne nas yê mezopotamiya". Li milekî din û piştî ku Sçomokle yê vekoler kevirê vî peykerî di sala 1975 kevrên vî peykerî xisine di bin nekolînê û bi riya Kerbûnê jiyê vî peykerê derxistiye û di domahiyê de gotiye ku jiyê vî kevirî di veger 45 sal berî zaiyinê.
 
Piştire û dema ku Cizire weku bajar pêş ketiye êdî bi navê Cizira botan hatiye naskirin, wate warê botaniyan. Bi belavbûna îslamê ji di cizrê de êdî nezî 360 migeft hatine ava kirin û di dema mey niha de du dibistanên mezin, sê minarên bilind û di pir mane û têne dîtin.her wisa sor û kelhên Kevin ku hîna ciwaniya xwe di parêzin û weke cihên zivisatna leşger bi kar tînin li ber çavane û rawestiyane. Her wisa û tişta ku heta niha maye û navê wan li ser zimanê her kurdekiye û mezarên wan li cira botane mezara Mem û Zîne û Bekoyê awan di mînin.
Li milekî din bajarê cezîrê bajarekî candiye û ji nava wê çanda kurdî derketiye û belav bûye û heta roja meya îro hatiye û her wextî sirûşta cizîrê û bajarê cizîrê bûye kaniya helbesta kurdî û helbestvanê kurd yê avdar û mezin ku heta niha kurd li ser rêça helbesta wî diçin û gelek mifa jê giritne di warê wêje û helbestê de " şêx Ahmedê Cizîriye" ku navdartirîn helbestvanê kurde.
Melayê Cizîrî.
 
Navê wî Şêx Ehmed e,hem jî bi naznavê (Nîşanî) di hin helbestên xwe de diyar kiriye,Bi wateya (Nîşan) ango ew wek mertal bû ji tîrên evîn û hezkirinê re.Navê bavê wî şex Mihemed e bi koka xwe ji hoza Bextiyan e di herêma Botan de.
 
(Ji kovara sharedariya cizire, Wergeran: mesud xelef)
 
== Cihên Dîrokî ==
 
*[[Gundê Şaxê]]
*[[Kela Cizîrê]]
*[[Medresa Sor]]
*[[Mizgefta Nûh Pêxember]]
*[[Mizgefta Mezin ya Cizîrê|Mizgefta Mezin]]
*[[Sûrhên Cizîrê]]
*[[Xirbeyên Finikê]]
*[[Mem û Zîn]]
*[[cudi]]
 
== Navdarên Bajêr ==
 
*[[Îsmaîl Ebu'l-Îzz el-Cizîrî]]
*[[Melayê Cizîrî]]
*[[Bedirxanê Evdalxan]](Bedirxan Beg)
*[[Mîr Azîzan]]
*[[Şêxê pê serî]]
 
== Dengbêjên Cizîrê ==
 
*[[Mihemed Arif Cizrawî]]
*[[Fadilê Cizîrî]]
*[[Hesenê Cizîrî]]
*[[Evdilezîzê Cizîrî]]
*[[Meryem Xan]]
*[[Ayşe Şan]]
*[[Mesut Cizîrî]]
*[[Se'idê Hemo]]
*[[Mesut Cizrawî]]
{{Bajar kurd}}
{{kurt}}
[[Category:Bajar]]
[[category:Navçeya Şirnexê]]
 
[[de:Cizre (Cizîr)]]
[[en:Cizre]]
[[tr:Cizre, Şırnak]]