Culemêrg: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Thogo (gotûbêj | beşdarî)
B rv vandalîzm
Rêz 1:
'''Culemêrg''' bajarekî [[Botan|Botan]]ê ye. Culemêrg di nav sînorên [[Komara Tirkiyê]]yê de ye. Navê wî yê tirkî "Hakkari" ye.
 
== Erdnîgarî û Sînorên Bajêr ==
 
Bajar di nav parelelên 36° 57´ û 37° 48´ bakûr û merîdyenên 42° 10´ û 44° 50´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Wanê, li rojava bi [[Şirnex]] û [[Sêrt]]ê ve, li başûr bi [[Dihok]]ê ve û li rojhilat jî bi [[Ûrmiye]]yê ve tê girêdan.
 
== Taybetiyên Erda Bajêr ==
 
Pîvana erda herêmê 9521 km² ye . Piraniya erda herêmê ji çiyayan pêk tê. (87,6%), deşt (2,1%), plato jî (10,3%) ne. Ji ber çiyabûna herêmê çandinî kêm tê çandin. Tene û gûz ên herî pir in ku li herêmê tên çandin. Li geliyên herêmê, birinc, kuncî û fêkî jî tê çandin.
 
== Avhewa ==
 
Li herêmê du cureyên avhewayê hene. Ber bi aliyê çiya ve avhewayeke sar, reşahî û li deverên geliyan jî avhewayeke [[Behra Spî]] serdest e. Herêm zivistanan pir sar û dirêj , havînan jî hênik derbas dibe.
 
== Nifus (1997) û Navçeyên Bajêr ==
 
Nifûsa navendê 73221
*[[Çelê]] (Çukurca) 15778
*[[Şemzînan]] (Şemdinli) 38816
*[[Gever]] (Yüksekova) 91530
Tevahiya nifûsa herêmê tevî gundan 212486 e.
 
== Çiyayên Herêmê ==
 
[[Reşko]] (Geliyê şîn 4135m), [[Durek]] (4060m), [[Maunsel]] (3850m), [[Gelyano]] (3650m), [[Garê]] (3460m9, [[Geverokê]] (3356m), [[Termo]] (3275m), [[Barêdalo]] (3250m) û [[Çiyayê Reş]] (3630).
 
== Deşt û zozan ==
 
[[Deşta Gewerê]] (li dora [[Çemê Nihêlê]] ye ( 175km²), deşt 1900 m ji behrê bilind e. Geliyê Xabûr (di navbera çiyayê Termo û Tanîn de ye.), Geliyê Avarobaşîn (di navbera çiyayê Cîlo û Sat de ye). Geliyê Zapê li dora çemê Zapê ye. Geliya Şemzînan jî li rojhilata bajêrê Çolemergê ye.
 
== Çem û Gol ==
 
Li ser çiyayên [[Cîlo]], [[Sat]] û [[Reşko]], golên krater hene. [[Gola Gelyana]] li çiyayê Reşko, di 2950 m bilindbûnê de ye. Dirêjbûn û firehbûna golê 300m û 250 m ye. [[Gola Şîn]], [[Seyidxan]] û Golan jî li ser çiyayê reş in. Hinek gol jî li ser çiyayên Satê ne.
 
Ji çemên [[Avarobaşîn]], [[Şemizdînan]] û [[Hacibegê]] Çemê [[Zapa mezin]] pêk tê. [[Çemê Xabûrê]] jî şaxek Çemê [[Dîcle]]yê ye.
 
== Serwetên bin erdê ==
 
Li heremê madenên bin erdê heta nuha jî peyde nebûne. Tene asbest li hinek deweran hatiye dîtên lê hîn ne hatine bikar anîn.
 
== Babetên heywanan ==
 
Ji ber ku herêm pir bi çiya ye, heywanên ku li ser çiya dijên li herêmê pirtir peyde dibin. Wek; Bizin û mî yên çiya, hirç (Li hêla SHemizdîna û Çelê ), ruvî, gur,keroshk, kew û werdek yên herî pirin ku li herêmê peyde dibin.
Dîn (ol) û civak
 
Nifûsa herêmê piranî musluman in, ji mezhebên shafî ne. Kêm hiristiyan jî li heremê hene. Tirbên ku ji alî gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Wek; tirba Gularesh, Ibedullah Nehrî (li SHemizdînan)
 
== Xwarênên herêmê ==
 
*[[Gulûl]]: Ji [[mast]], [[birinc]], [[bulxur]] yan jî [[garis]] çêdibe. Dew tê kelandin, birinc yan jî bulxur dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Ji ser [[agir]] tê girtin ku heta sar û tîr bibe. [[Rûn]] sor dibe û bi ser de tê reşandin û serwîs dibe.
 
*[[Kêpayî]] (hûrên dagirtî): Hûr tê perçekirin û wekî kîsên biçûk tên girêdan. Birinca bi qîme û [[baharat]] dikeve navê û li ser agir di avê de tê kelandin.
 
*[[Mertoxe]]: Şêraniyek, ji qeymax, rûnê nivishk û arvan tê çêkirin. [[Qeymax]] û rûn di tawê de tê helandin û arvan bi serde tê reşandin. Hinek av dikevê û sar tê xwarin. Ji şûna avê şerbet jî dikeve navê.
 
*[[Keledoş]]: Ji [[keşk]]ê tê çêkirin. [[Dahn]], [[nok]], [[goşt]] û giyayên ku zivistanê hişk dikin, tevlî hev dikin û dikelînin.
 
*[[Doxave]]: Ev xwarin ji dew çêdibe. [[Nok]] tê tevlîkirin. Goştê qîmeyê weke kofteyên piçuk tê çêkirin û tê tevlîkirin.
 
*[[Qirîs]]: Mewîj, kakilê gûzan, goştê hestî, kiftik bi hev re tên kelandin û serwîs tê kirin.
 
== Kincên herêmê ==
 
Zilamên herêmê shal û shapik li xwe dikin. Du babetên shal û shapikan li herêmê hene ( Diyaryane yan jî SHirnexyane). Bi ser û shal shapik de kefiyek li pishtê tê girêdan. Êlegek ku jê re dibêjin "Kerik" bi serde tê li xwe kirin. Di bin shal de derpiyek dirêj " kiras derpê" tê li xwe kirin. Milên îshlikan bi nexshe û jê re dibêjin "lewendî". Li serî bi kefî re dismalek ku ji re dibêjin cemedanî ( çefî ) tê pêçandin. Di nigê zilaman de gorên ji hirî û rengin û pêlavên ku jê re dibêjin "reshik" hene.
 
Jinên Çolemergî fîstanên heta nigan dirêj û carna jî çend fîstan bi ser hevde li xwe dikin. Bi ser fîstan de êlegek ( bi mil yan jî bê mil) ku jê re dibêjên "Qutik" li xwe dikin. Di serî de sharpeyek hewreshim yan jî kefiyên resh tê pêçandin. Carna çarshefek ku jê re dibêjin " xîzar " jî ji alî jinan ve tê li xwe kirin.
 
== Nav û kronolojiya bajêr ==
 
Navê Hekkarî yê ji gotina " hekkar" ku di sedsala dehan de navê eshîrek bû ku li herêmê dijiyan tê. Navê Çolemêrg navê bajarê herêma Hekkarî yê ye û di dema Memlûkiyan de ev nav hatiye gotin. Nav, bi zimanê Ermeniyan "Ilmar" û bi zimanê Suryaniyan jî "Gularmak" e.
 
 
== Kronolojî ==
 
[[Berî Îsa]](zayîn)
* 1000 - 585 Dema [[Urarti]]yan
* 585 - 550 Dema [[Med]]an
* 550 - 331 Dema [[Pers]]an
* 331 - 323 Dema [[Mekedon]]iyan
* 88 - 66 [[Hukumdariya Tîgran]]
* 66 dema [[Romayî]]ian
 
[[Pishtî Îsa]] (zayîn)
* 297 - 638 Dema [[Sasani]]yan
* 978 Dema [[Ereb]]an
* 1054 Dema [[Selçûk]]iyan
* 1142 [[Hukumdariya Imaddin Zengî]]
* 1343 Dema [[Karakoyuni]]yan
* 1360 Dema [[Mîrîtiya Hekkariyan]]
* 1386 Dema [[Moxol]]an
* 1405 Dema [[Mîrîtiya Hekariyan ya duyemîn]]
* 1534 Dema [[Osmani]]yan
* 1855 [[Serhildana Îzzedîn SHêr]]
* 1914 Dema [[Rûs]]an
* 1918 Dema [[Tirk]]an
* 1924 [[Serhildana Nastûriyan]]
 
== Ciyên turîstîk û gerê ==
 
Hekkarî ji alî tabîat û çiyayan ve pir dewlemend e. Loma jî kesên ku hildikshin ser çiya û spora çiyatî yê dikin, her sal tên herêmê û vê sporê dikin. Herêm ji bo nêçira heywanên kovî jî musaîd e.
 
== Navdarên bajêr ==
*[[Mela Hisênê Bateyî]] (1417, - 1494)
*[[Ehmedê Xanî]] ( sedsala 17 an)
*[[Yilmaz Erdogan]]
*[[Îhsan Colemêrgî]]
*[[Muhsîn Qizîlqaya]] (Muhsin Kızılkaya)
*[[Ayhan Geverî]]
*[[Qahir Bateyî]]
 
== Eşîr ==
*[[Pinyanişî]]
*[[Ertoşî]]
*[[Doskî]]
*[[Dirî]]
*[[Oremar]]î
*[[Silehî]]
*[[Beyzade]]
*[[Hinareî]]
*[[Bayî]]
 
{{msg:bajar_kurd}}
{{bajarên Tirkiyê}}
 
[[de:Hakkari (Provinz)]]
[[en:Hakkari Province]]
[[es:Provincia de Hakkari]]
[[fa:استان حکاری]]
[[fr:Hakkari (province)]]
[[id:Provinsi Hakkari]]
[[nl:Hakkari (provincie)]]
[[pt:Hakkari (província)]]
[[sv:Hakkari (provins)]]
[[tr:Hakkâri (il)]]
[[zh:哈卡里省]]