Çewlik: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Thogo (gotûbêj | beşdarî)
B rv vandalîzm
Rêz 1:
'''Çewlik''' an '''Cewaxcur''' (Bingöl) bajarekî li [[bakurê Kurdistanê]] ([[Tirkiye]]) ye.
 
== Erdnîgarî û Sînorên Bajêr ==
 
Bajar di nav parelelên 41° 20´ û 39° 54´ bakûr û merîdyenên 38° 27´ û 40° 27´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi [[Erzirom]] û [[Erzîngan]] re, li rojava bi [[Dêrsim]] û [[Elezîz]] re, li başûr bi [[Amed]] re û li rojhilat jî bi [[Mûş]]ê ve tê giradan.
 
== Taybetiyên Erda Bajêr ==
 
Pîvana erda herêmê 8319 km² ye, ji vê erdê ji % 83,3'yê wê ji çiyayan,ji % 2,3 ji deştan,ji % 2,7 ji zozanan û ji % 11, 7'ê wê jî ji platoyan pêk tê. Ji van erdan ji % 50,7'ê wê ji bo çandiniyê bikêrhatî ye. Tene û garis li herêmê tên çandin
 
==Avhewa==
 
Herêm ji behrê pir bilindtir e, loma jî avhewayeke reşahî û sar li herêmê derbas dibe. Zivistanan sar , dirêj û bi berf, havînan jî hênik derbas dibe.
 
== Nifus (1997) û Navçeyên Bajêr ==
 
* Navend; 107615,
*[[Azaxpêrt]] tr Adakli 11429,
*[[Darahênê]] (Gênc) 36692,
*[[Kanîreş]] (Qarliova),29868,
*[[Gêxî]] (Kiği) 6797,
*[[Bongîlan]] (Solhan) 35327,
*[[Xolxol]] (Yayladere) 3274,
*[[Cerme]] (Yedisu) 3788
 
Tevayiya nifûsa herêmê (tevî gundan) 234790 e.
 
== Çiyayên Herêmê ==
 
 
Karîr (2373m), Şeytan (2906m), Çavreş (2246m), Serçelîk (2900m), Cotela(2940)
 
==Deşt û Zozanên Herêmê==
 
Ji ber ku herêm bi piranî çiya ye , deşt û zozan kêm in li herêmê. Bilindbûna zozanan digihîje heta 1500 m yî, zozanên herî naskirî; wekî Bazirgan, Qandîl, Mirgemir û Masla ne. Deştên herî naskirî jî, deşta Darahênê (60km²) û deşta Bîngolê (80 km²) ye.
 
==Çem û Gol==
 
Çemê herî mezin "Çemê Miradê" ye. Çemê" Perî" jî çemekî din ê herêmê ye. Li herêmê pir golên biçûk jî li ser çiyayan hene. Bajar navê "Bîngol (hezargol)" ê ji van golan digire. Hinek ji van ev in; Golbehrî, Zirlir, Gola Sar, Haren û hwd.
 
==Serwetên bin erdê==
 
Li Çewlikê maden kêm in tenê li Gêncê hesin û li Kanîreşê jî lînyît peyde dibe.
 
== Babetên Meywanan ==
 
Herêm ji alî nêçira heywanan ve pir dewlemend e. Heywanên wekî; kuze, darbir (semasî), rovî, kîvroşk û kew û qaz ên herî pir in ku li herêmê peyde dibin. Herêm ji alî heywanên kedî ve jî dewlemend e. Piraniya gel bi xwedîkirina heywanan mijûl dibe.
 
== Ol û Civak: ==
 
Piraniya gel [[misilman]] e. [[Alewî]] û [[sunnî]] civaka misilmanan teşkîl dike. Piraniya nifusê ji zaza û kurmancan pêk tê.
 
==Xwarênên herêmê==
 
Nan li herêmê ji genim, lê carinan jî ji garis çêdibe. Gel bi piranî "nanê sêlê" dixwe. Li gundan bi piranî dew, mast, şorbe, bilxur û toraq tê xwarin. "Avsîrk" û "keşkeh" xwarinên naskirî yên herêmê ne.
 
== Kincên herêmê: ==
 
 
Li gundan jin, shalwarek gulgulî li xwe dikin û bi serde jî kefiyek sipî lê girêdidin. Bi ser shalwar de îshlik û êlek li xwe dikin.Kitanên bi gulan nexshkirî û sipî jî didin serê xwe. Li hinek deveran jî jin "kofî" (ku bi perên hesin xemilkirî ne)" didin serê xwe. Qondere û gorên ji hirî, yên rengîn li nigê xwe dikin.
 
Zilamên herêmê shalwarên resh li xwe dikin û bi serde jî kefiyên rengin girê didin. Îshlik û çakêt jî bi serde li xwe dikin. SHewqe, kum yan jî kefî didin serê xwe, gorên ji hirî û qondere dikin nigê xwe.
 
==Nav û kronolojiya bajêr:==
 
Navê herî kevn yê bajar "Srmanc" e ku di çavkaniyên ermeniyan û ereban de ev nav derbas dibe. Nawek din yê bajêr jî "Çapakçur " e, di Încîlê de mana wî tê "ava paqij" yan jî ava cennet (bihesht) ê. "Nahrî" jî navek din yê bajêr e. Çewlik û Bîngol jî navê vî yê wê demê ye.
 
== Kronolojî ==
 
Berî Îsa (zayîn)
*200 dema Aramiyan
*800 dema Asûriyan
*200 dema hukumdarî ya Arasiyan
*38 Dema Romayiyan
 
Piştî Îsa (zayîn)
*395 dema Bîzansiyan
*636 Dema Ereban
*1230 dema Selçûkiyan
*1243 dema Moxolan
*1515 dema Osmaniyan
 
== Ciyên turîstîk û gerê ==
 
Herêm ji alî tarîx ve ne pir dewlemend e, li ji alî tebîatê ve çiyên gerê û turîstîk pirin. wek; [[Mendo]], [[Soğuksu]], li [[Kox]], Temaşekirina Rojê tema. Li çiyayên herêmê îmkanên sporên zivistanê jî hene.
 
{{bajar_kurd}}
[[Kategorî:Bajarê Kurdistanê]]
 
[[de:Bingöl (Provinz)]]
[[diq:Çolig]]
[[en:Bingöl Province]]
[[es:Provincia de Bingol]]
[[fr:Bingöl (province)]]
[[id:Provinsi Bingöl]]
[[nl:Bingöl (provincie)]]
[[pt:Bingöl (província)]]
[[sv:Bingöl (provins)]]
[[tr:Bingöl (il)]]
[[zh:宾格尔省]]