Dêrsim (herêm): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Thogo (gotûbêj | beşdarî)
B rv vandalîzm
Rêz 1:
'''Dêrsim''' herêmeke bakurê Kurdistanê li Tirkiyê ye. Di navenda vê heremê de bajarê [[Mamikî]] (bi Tirkî [[Tunceli]]) heye. Di dîrokê de Dêrsîm ji başûrê [[Erzingan|Erzinganê]] dest pê dike li rojava digihîje [[Sivas]]ê, li Rojhilat cîranê [[Mûş]] û [[Bingol|Bîngol]]ê ye, li Başûrê Dêrsîmê sînorên [[Amed]] û [[Elezîz|Elezîz]]ê dest pê dikin. Li Dêrsimê bi piranî [[Kirmanckî]] (Zazakî, Dimilî) tê axaftin, lê bêyî dimilî, kurmancî jî tê bikaranîn. Piraniya xelkê Dersîmê [[elewî]] ne.
 
== Erdnîgarî û Sînorên Bajêr ==
 
Bajar di nav parelelên 39° 36´ û 38° 46´ bakûr û meridyenên 38° 19´ û 40° 26´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr û rojava bi [[Erzîngan]], li başur û rojhilat jî bi [[Eleziz]] re tê girêdan.
 
Taybetiyên Erda Bajêr
 
Pîvana erda bajar 7774 km² ye. Ji vî erdî ji % 69,9 ji çiyayan pêk tê. Hejmara deşt û platoyan jî ji % 30,1 e. Li herêmê tene [[genim]], [[titûn]], [[fasîle]]/fasûlî, [[kixsên şekir]], [[gûz]] û [[tirî]] tên çandin.
 
== Avhewa ==
 
Li herêmê avhewayeke reşayî heye. Havînan kin û hênik lê zivistanan sar û dirêj derbas dibe.
 
== Nifus (1997) û Navçeyên bajar ==
 
* Navend 28667
* [[Melkişî]] ([[Çemişgezek]]) 8822
* [[Hozat|Xozat]] 9330
* [[Mêzgir]] 11202
* [[Nazmiye]] 4688
* [[Zerenik]] (Ovacix) 7163
* [[Pertek|Pêrteg]] 12456
* [[Pülümür|Pilemor]] 3640
Tevahiya nifûsa herêmê(tevî gundan) 86268 e.
 
== Çiyayên Herêmê ==
Çiyayên [[Munzur|Mûnzir]] (3071m), [[Kirklar]] (2033m), [[Topatan]] (2234m), [[Karaoğlan]] (2422m) û [[Yilandax]] (2950m)
 
== Deşt, Zozan û Gelî ==
 
[[Deşta Zerenik]]: 1350 m ji behrê di navbera çiyayê Munzir û Çemê munzirê de ye li Zerenikê bilind e.
 
Gelyê Mizûr/Mûnzir: Ji Çiyayê Mizûr/Mûnzir dest pê dike heta Gola Kebanê dirêj dibe. Geliye Pilemorî û Perê jî geliyên din ên herêmê ne.
 
== Çem û Gol ==
 
Çemê Pêrê; şaxek çemê Miradê ye ji [[Çiyayên Şeytên]] li [[Çewlig|Çewligê]] dest pêdike diherike gola [[bendava Kebanê]].
 
[[Çemê Mizûr/Mûnzûr]]; Ji çiyayên Mizûr/Mûnzûr dest pêdike û diherike gola Kebanê. [[Çemê Pilemorî]] jî shaxê çemê Munzûrê ye.
 
Gola bendava Kebanê dikeve hundirê hudûtên Dersimê jî. Li ser çiyayan hinek golên biçûk jî peyde dibin. Gola Kebanê heta binê pira Mêzgirê tê.
 
== Serwetên bin erdê ==
 
Li hêla Zerenikê, [[sifir]], [[asbest]], [[xwê]] û [[mangenez]] hatiye dîtên. Li Pilemorî jî [[krom]], manganez, ji bin erdê dertê.
 
== Babetên heywanan ==
 
Herêm ji alî heywanên kovî û çiyayî pir dewlemend e. [[Kûze]], [[darbir]] (semasî), [[ruvî]], [[keroşk]], [[bizin]] û [[pez kovî]], [[qertel]], [[gur]], [[baz]], [[kew]] yên herî pirin ku peyde dibin. Li herêmê nêçira heywanan bi qanûnan tê kirin.
 
== Ol û civak ==
 
Piraniya nifûsa herêmê ji [[Elewî|elewiyan]] pêk tê. Muslumanên sunnî jî li herêmê hene. [[Kurd]] ([[zaza]] û [[kurmanc]]) piraniya nifûsê teshkîl dikin. Pir hindik [[tirk]] jî li herêmê hene.
 
== Xwarênên herêmê ==
 
Lop kifte: Ji arvanê nîsk û cûlbant ( beqleyek) tê çêkirin. Nîsk û cûlbant tevlihev dibe û tê shilkirin, pivaz û baxdenosa hurkirî dikeve navê. SHiklê rûlo tê dayîn û tê kelandin, pishtre rûnê sorkirî bi îsota sor bi ser tê reshandin û tê xwarin.
 
Bastêq, dims, penirê tulim jî li herêmê pir tên xwarin. Nan li ser sêlê tê çêkirin.
 
== Kincên herêmê ==
 
Jinên herêmê etegek ku jê re dibêjin "Pêshî" û bi serde ji îshligek li xwe dikin. Li pishta xwe kefiyek û bi ser kefiyê de jî sherîdek rengîn ku jê re dibêjin "Kejik" girê didin. Di nigan de qonderên Qapikbilind û gorên hirî tê li xwe kirin. Keçên ciwan sharpe yên tul, jinên pîr jî yên hevreshim û rengtarî didin serê xwe.
 
Şalwar, îşlik û çakêt kincên herêmî yên zilaman e. Sê newên goran yên zilaman heye "galik (bi çarox tê li xwe kirin)" , dîzleme (heta ser çongê dirêj e)" û "konçî"
 
== Nav û kronolojiya bajêr ==
 
Ji ber madenên herêmê navê Dersim ji gotina (Der- sim: deriyê sim yan jî ziv) tê. Dema serhildana Dersimê de, hereketa eskeri ya tirkan bi navê (Tuncelî) li dijî kurdan dest bi sher kirin. Navê bajar jî wek Tuncelî ji alî tirkan ve wê demê hatiye guhertin Dêrsim navê herêmê ye. Hinek kes ji bajarê heremê re Kalan jî dibêjin.
 
== Kronolojî ==
Berî Îsa(zayîn)
* 1200 - 612 Dema Mushkiyan
* 612 - 550 Dema Medan
* 332 Dema Mekedoniyan
 
Pishtî Îsa (zayîn)
* 17 - 395 [[Dema Romayiyan]]
* 395 [[Dema Bîzansiyan]]
* 639 [[Dema Ereban]]
* 648 Dema Bîzansiyan ya duyemîn
* 651 Dema Ereban duyemîn
* 699 Dema Bîzansiyan ya sêyemîn
* 1226 [[Dema Selçûkiyan]]
* 1243 [[Dema Moxoliyan]]
* 1373 [[Dema Osmaniyan]]
* Adar 1916 [[Serhildana Dersim ya yekemîn]]
* Adar 1921 [[Serhildana Koçkirî]]
* 1937 [[Serhildan Dersim ya duyemîn]]
* 30 Hêzîran 1996 Çalakiya [[Zîlan]]
 
== Ciyên turîstîk, tarîx û Gerê ==
 
Germavên herêmê: [[Haçik]] (Dersim), [[Mêzgir]] (Mazgîrt), [[Harik]] (Nazimiye)
 
Geliya Munzir ji bo gerê û Seyranan ji alî tabiatê ve pir musaitt e. Kela Pêrtagê jî ji alî gel ve tê ziyaret kirin
 
== Navdarên bajêr ==
*[[Seyid Riza]]
*[[M. Nûrî Dersîmî]]
*[[Kemal Burkay]]
*[http://www.ekodialog.com Ekonomi İstatistik]
 
{{msg:bajar_kurd}}
{{bajarên Tirkiyê}}
[[Category:Bajar]]
 
[[de:Tunceli (Provinz)]]
[[en:Tunceli Province]]
[[es:Provincia de Tunceli]]
[[fa:استان تونجلی]]
[[fr:Tunceli (province)]]
[[id:Provinsi Tunceli]]
[[nl:Tunceli (provincie)]]
[[pt:Tunceli (província)]]
[[sv:Tunceli (provins)]]
[[tr:Tunceli (il)]]