Duhok: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Thogo (gotûbêj | beşdarî)
B rv vandalîzm
Rêz 1:
'''Duhok''' (Dihok), li devera [[Badînan]], bajarê herî mezin e. Nêzîkî 467,000 kesan tê de dijîn. Bi qasî 60 km ji sinorên [[Tirkiye]]yê dûr e. Bajar di nav nihaleke berfireh de ye. Sê aliyên bajarî çiyayên bilind in. Li jor [[Çiyayê Spî]], li jêr [[Çiyayê Dehkan]] (Şindoxa), li rojhelatê [[Çiyayê Mamsîn]] û li rojava wî, deşta Sêmêlê ye, ku ji bo çandina dexil, dan û dikakî, axeke zêrîn heye.
 
==Erdnîgar==
Li Dihoke digel navcet we [[Zaxo]], [[Batifa]], [[Amedî]], [[Semel]] û gondet we ji 1 million lê dijîn. Ji wan
95% [[kurd,]] 5% [[fele]] ne.
 
Du çem di nav bajarî de diçin. Yê yekê [[çemê Duhokê]] ye, ji jora bajarî, ku serekaniya wî, li nêzîkî gundê [[Xazyava]] dizê û yê duyê jî, biçûktir e, navê wî, [[Hişkerû]] ye, ku serekaniya wî, ji rojhelata bajarî, li nêzîkî gundê [[Berêbuhar]]ê dizê. Li ser çemê Duhokê, berî bigehî gelî, sikrekê avê hatiye çêkirin. Dûra herdû çema, ku di nav bajarî de diçin, bi baxçe û dehlên fêkî - hinar, hilîk, mijmij, sêv, tireqî, tirî, hirmîka xemlandi ye.
 
Li bakurê Duhokê Kela Firun e. Rojhelat kela şedayê li başurê [[Çiyaye Reş]] e.
 
==Nav==
Ji wan şûnwarên, ku li dorûberên bajarî hene, xuya ye ku Duhok pir kevn e. Di berê de û di demê dewleta Nozî de, mîrê bajarê ku digotinê Axşindo, li Girêbasê, baca rê li ser karwaniyan dadina û ji her barî du mist digirtin. Navê bajarî jî, ji hindê peydabûye. Du hok, anku du mist.
 
==Dîrok==
Di sala [[641]] Z ê de, Ayînê Musilmanan gehişte Duhokê. Di sala 1236 Z ê de, Duhok bingehê mîrgeha Dasiniya bû. Di sala 940 ê hicrî([[1533]] zayînî) de, Duhok kete jêr deselata mîrgeha Badînan, ku mîrê wê Hesen Begê kurrê Seyfedînî bû. Di sala [[1842]] Z de, kete jêr desela bajarê [[Mûsil]]ê. Sala [[1873]] Z, bo qaymeqamî û sala 1969 Z jî, bo parêzgeh.
 
==Şûnwarên kevin li Duhokê==
 
* [[Kela Duhokê]]: Di nav bajarî de ye û niha jî şûnwarên wê hene.
* [[Şkefta Çarstûn]]: Dikeve pişta çiyayê Spî û rojhelata gelyê Duhokê û li cihekê asê ye. Berî mirov bigehe cihê perêsgehê di nav şkeftê de, wênên pênc Xudayên berê li ser kevran çêkirîne, ew jî ([[Sîn]], Xudayê heyvê, [[Oto]], Xudayê rojê û yên [[Mîtra]], [[Iştar]] û [[Zirwan]]) bûne. Di serdemê deselata Auskaniya (147 - 226 B.Z) de hebûye.
* [[Girê Maltayê]] (Miilsaya) girekê mezin û bilind e, li nêzîkî Duhokê ye û şûnwarên Aşûriyan (900 B.Z) lê hene.
* [[Şkefta Helameta]] dikeve kuntara çiyayê Şindoxa. Di serdemê şahê Aşûriyan, [[Sanharîbî]] de (704 - 681 B.Z) hebûye û gelek şûnwar û wênên Xudayên kevin jî, tê de hene.
Çavkanî: http://members.chello.se/duhoki/
[[kategorî:bajar]]
 
[[bg:Дахук (град)]]
[[de:Dohuk]]
[[en:Dahuk, Iraq]]
[[fa:دهوک]]
[[fr:Duhok]]
[[nl:Duhok]]
[[no:Dahuk]]
[[pl:Dahuk]]
[[sv:Duhok]]