Bülent Ecevit: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
burasi Romanlarin wikipediasi degil oraya yaz Ecev iti . zimaneke biyanî bû min jêbir
kurdiya gotarê nivîsî
Rêz 1:
'''Bülent Ecevit''' (*[[28'ê Gulan 1925]] li [[Stenbol]] – [[5'ê Sermawez 2006]] li [[Enqere]]) yek ji siyasetmedarê mezin ê [[Tirkiyê]] ye.
 
Ecevit di malbateke Mirtib (Aşiq, Roman, Çîgan, Çîngene) de ji dayîk bûye. Nameyê Ecevît bi zimanê Romanî ye û bi eslê xwe Hacîvat e. Bavê wî mitirb û diya wî ji bi eslê xwe Ereb bûne. Bapîr û dapîrên wî li Kurdistanê hatine jiyanê. Piştî yekemîn cara ku li Tirkiyê zagona paşnavan derdikeve, bavê wî paşnava Hacivat digire. Ji ber ku Hacivat di pêkenokiyê de tê bikaranîn paşê paşnava xwe dike Ecevit.
 
Ecevit di nava refên [[CHP]] (Partiya Komar Gel) dest bi polîtikayê dike. Ji ber ku bavê wî yek ji endamên sazûmaniya nû ya komarê bû, Bülent Ecevit di dibistanên taybet de da xwandin. Piştî dibistana amadeyî li [[Robert College]], navê xwe li Zankoya Dadmendiyê ya Enqereyê beşa Ziman Dîrok Cografya tomardike. Lê herçendî dibistanê naqedîne jî wekî ku qedandiye bêî dîplom di nava sazûmaniyê de kar dike. Li Balyozxaneya Tirkiyê li [[London]]ê bi salan karê dîplomasiyê dike. Herwekî bêî dîplom bi pisporî karê rojnamegeriyê dike. Li London têkilî bi polîtîkvanên [[DYE]] datîne û li DYE dest bi kursên [[psîkolojî]], şerê taybet, dîroka Rojhilata Navîn hwd dike.
 
Ecevit bêî hilbijartin di sala [[1957]]´î de wekî parlamanterê CHP dikeve Parlamena Tirkiyê. Bi salan serokwezîrtiya Tirkiyê dike. Di dema serokwezîrtiya xwe de bi navê [[çepgîr]]iyê polîtîkayên [[rastgîr]] dimeşîne. Sala [[1974]]´î de fermana dagirkirina girava Qubrisê dike. Piştî vê dagirkirinê li Tirkiyê bi navê "Karaoğlan - Lawikê reş" wekî lehengekî tê pêşwazîkirin. Di sala [[1987]]´î de dibe serokê [[DSP]] (Partiya Çepgîriya Demokratîk).
 
Ecevit di kêşeya Kurd de xwedî roleke girîng bû. Wî pişavtina Kurdan diparast. Li dijî Kurdan bi tundî tevdigeriya. Di dema serokwezîrtiya wî de bi hezaran polîtîkvanên Kurd dihate kuştin. Dîsa di demên desthilatdariyên wî de Kurdistan seranser dikete bin zilm û pêkutiyan.