Serhildana Rojavaya Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 99:
===Rewşa Alîkarîya bo rojevayê kurdistanê===
 
Piştî ku kurdan, li rojavayê kurdistanê desthilatdarî û rêveberîya hêrêmên xwe kirina destê xwe de, BI teybetî tirkiya, komên çete ên çekdar bi rêxistin kirin û şandina biser herêmên kurdan de. Bi vê yekê û armancê, bi teybetî Serê kahniyê bo navenda şerê wan komên ku tirkiya dişêne li herêmên kurdan ên rojava û hêzên kurd ên bi navê YPG´ê. Serê kahniyê, bajarekî kurdan, ku di sale 1923´an de ku dema ku sînor hatina xîzkirina de, di nîvê wê de sînor hatibû xîz kirin. Nîvê li bakûrê kurdistana ku di nava sînorê tirkiyê de maya û nêvîyê din jî di nava rojavayê kurdistanê û ankû li aliyê sûrî maya. Aliyê Sûrî, bi navê xwe yê berê weke "serê Kahniyê hatîya navê xwe domandiya. Lê navê beşa li bakûrê kurdistanê ku di nava sînorê tirkiya de maya jî, bi navê tirki lê hatîya kirin û jê re hat gotin "Ceylanpinar".
 
JI ber vê yekê, navenda Serê kahniyê dikeve nêzî sînorê tê gotin sînorê tirkiya û sûrî. Ji vir ve tirkiya komên çekdar bi rêxistin dike û dişêne bi ser kurdan de. Lê li serê kahniyê di dema ku rejima baasê serdest bû, bo ku domografîya wê biguharêne, hin aşîrên arab jî hanîn û li herêmê bicih kirin. Ji ber vê yekê, nûha jî, ew aşîrên arab li wir in û komên çekdar jî, bi teybetî di dema şerê bi kurdên rojava de hertimî dixwezin ku ji wan sûd bigr in. Tirkiya jî, hin aşîrên wê xwestîya buke dij kurdan û bi kurdan re bide şer kirin. BI vê yekê, bi wan re di têkiliyê de ya.