Serhildana Rojavaya Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 103:
 
Tirkiya, ew rewş hemû li dijî kurdan bikarhanî. Ne hişt ku alîkarî ji bakûrê kurdistanê, bi buhurê li kurdên rojava. Lê saziyên kurdan ên bakûrê kurdistanê jî, di nava xwe de hertimî koman ava dikin bo ku alikariyê bidina hevdû bigihinênina li rojava. Tirkiya, giranîya xwe bi zorê bikar dihêne û bo ku desthilatdarîya başûrê kurdistanê jî derîyê sînor li kurdên rojava bide girtin. rêveberîya başûrê kurdistanê derîyê sînor girt û têl li ber sînor kişand in. Lê gelê kurd ên başûrê kurdistanê û hem jî ên bakûrê kurdistanê û her wusa kurdên rojavayê kurdistanê, li dijî wê helwesta desthilatdarîya başûrê kurdistanê gelek xwepêşandinên girseyî li darxistin. Piştî wan xwepêşandinên girseyî, êdî rêveberîya başûrê kurdistanê ya kurd jî, neçar ma ku derî vebike. Lê dîsa bi astangîya sînor danî li pêşîya buhurîn û çûyîna kurdan a ji başûr li rojava û ji rojava li başûr. Girtina sînor ya di nava kurdên rojava û başûr de a ji aliyê rêveberîya kurd a başûr ve herî zêde kurdan xamgîn kir û êşand. Bo vê yekê, kurdan hişk berteka xwe da nîşandin. Kurdan, ji wê sînor girtina başûrê kurdistanê re gotina "Ambargo" bikarhanî. Jê re gotin ku "ev ambargo ya". Lê ne kurdên başûrê kurdistanê û ne jî kurdên rojavayê kurdistanê ew "rewşa ambargo" nasnekirin û li dijî derketin.
 
Li rojavayê kurdistan, "Heyva Sor a Kurdistanê" hat demezrandin. Heyva sor a kurdistanê´ bo ku alikariyê ragihihêne rojavayê kurdistanê, ket nava hewldanan de. Bangî alikariyê hem li welatê cihanê û hem jî li hemû kurdan kir. Li Cihanê jî, li ber krîza zad û xwarinê a ku piştre li rojavayê kurdistanê derket, cihan hemû bêdeng ma. Deng ji saziyên navnetewî û welatên ewropî û ên herêmê derneket. Vê yekê jî, kurdan pirr êşand.
 
Li rojavayê kurdistanê, alikarîya ku dihê radigihandin li rojava, car bi car ji aliyê komên çete ên bi çek ên ku tirkiya şandina li herêmê ve rastî hêrîşê hatîya. Ev jî, weke politikaya tirkiya ya li dijî kurdan hat ser ziman. Kompanyên alikariyê li başûr, bakûr û beşeên ên kurdistanê û id nava kurdên di dîyaspora de jî hatina dest pê kirin. Bi vê yekê, hem bo ku ew bi tenê nemênin û hem jî ku alikarîya jîyane wan were kirin, kompanya hatina dest pê kirin. Lê tirkiya jî, bi şandina komên çekdar li ser kurdan re, di xwezê ku nearamîyê di nava wan de bide çê kirin. Bi vê yekê, ew statûya kurdan ku kurdan li wir bidest xistî û temenî wê afireî bo ku ji holê ra bike.
 
== Herêmên ku ketin bin kontrola kurdan ==