Serhildana Rojavaya Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
EmausBot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2+) (robot zêdekirin:es:Revuelta armada kurda de 2012-13
Rêz 95:
=== Hêrîşa ji 15´ê Çile´ya heta 21´ê Çile´yê´yê 2013´an ===
Piştî ketina sale 2013´an de, tirkiya dîsa komên çete ên biçek ajotin bi ser Serê Kahniyê de. Heman koman bi dehan windahî dan. Li Girkê û gundê Girzîro hêzên kurd ên YPG, hêzên rejimê dorpêç kirin û di dorpêç kirina di ancam 14 rojan de, hêzên rejim. ser 140 leşkerên wê teslîmî hêzên YPG´ê bûn. Lê vê carê ji aliyê Serê kahnîyê ve jî, tirkiya gelek kom lev dabûbûn li hevdû û şandibûn bi ser kurdan de. Hêrîşa vê carê ya komên çete, bi [[tank]]ên leşkerî ku tirkiya ji wan re temîn kirîya hêrîş kirin. di ancama bombabarandina bi tankan, zarokên piçûk jî di nav de gelek mirovên kurd û Arab ji aliyê ve van hêrîşên van çeteyan ve hatin qatil kirin. Konseye bilind a kurd, ragihand ku "tirkiya dixwezê şerê nava kurd û araban derxe û kurdan ji pêvajoya şoraşa Sûrî dûr bike û derxe." Vê carê jî, komên çete ên bi navê [[Şehûda El-Tahrîrî]], [[Newaf El-Beşîr]] û hwd hêrîşî kurdan û herêmên wan dikin.
 
===Alîkarîya bo rojevayê kurdistanê===
 
Piştî ku kurdan, li rojavayê kurdistanê desthilatdarî û rêveberîya hêrêmên xwe kirina destê xwe de, BI teybetî tirkiya, komên çete ên çekdar bi rêxistin kirin û şandina biser herêmên kurdan de. Bi vê yekê û armancê, bi teybetî Serê kahniyê bo navenda şerê wan komên ku tirkiya dişêne li herêmên kurdan ên rojava û hêzên kurd ên bi navê YPG´ê. Serê kahniyê, bajarekî kurdan, ku di sale 1923´an de ku dema ku sînor hatina xîzkirina de, di nîvê wê de sînor hatibû xîz kirin. Nîvê li bakûrê kurdistana ku di nava sînorê tirkiyê de maya û nêvîyê din jî di nava rojavayê kurdistanê û ankû li aliyê sûrî maya. Aliyê Sûrî, bi navê xwe yê berê weke "serê Kahniyê hatîya navê xwe domandiya. Lê navê beşa li bakûrê kurdistanê ku di nava sînorê tirkiya de maya jî, bi navê tirki lê hatîya kirin û jê re hat gotin "Ceylanpinar".
 
JI ber vê yekê, navenda Serê kahniyê dikeve nêzî sînorê tê gotin sînorê tirkiya û sûrî. Ji vir ve tirkiya komên çekdar bi rêxistin dike û dişêne bi ser kurdan de. Lê li serê kahniyê di dema ku rejima baasê serdest bû, bo ku domografîya wê biguharêne, hin aşîrên arab jî hanîn û li herêmê bicih kirin. Ji ber vê yekê, nûha jî, ew aşîrên arab li wir in û komên çekdar jî, bi teybetî di dema şerê bi kurdên rojava de hertimî dixwezin ku ji wan sûd bigr in. Tirkiya jî, hin aşîrên wê xwestîya buke dij kurdan û bi kurdan re bide şer kirin. BI vê yekê, bi wan re di têkiliyê de ya.
 
Tirkiya, ew rewş hemû li dijî kurdan bikarhanî. Ne hişt ku alîkarî ji bakûrê kurdistanê, bi buhurê li kurdên rojava. Lê saziyên kurdan ên bakûrê kurdistanê jî, di nava xwe de hertimî koman ava dikin bo ku alikariyê bidina hevdû bigihinênina li rojava. Tirkiya, giranîya xwe bi zorê bikar dihêne û bo ku desthilatdarîya başûrê kurdistanê jî derîyê sînor li kurdên rojava bide girtin. rêveberîya başûrê kurdistanê derîyê sînor girt û têl li ber sînor kişand in. Lê gelê kurd ên başûrê kurdistanê û hem jî ên bakûrê kurdistanê û her wusa kurdên rojavayê kurdistanê, li dijî wê helwesta desthilatdarîya başûrê kurdistanê gelek xwepêşandinên girseyî li darxistin. Piştî wan xwepêşandinên girseyî, êdî rêveberîya başûrê kurdistanê ya kurd jî, neçar ma ku derî vebike. Lê dîsa bi astangîya sînor danî li pêşîya buhurîn û çûyîna kurdan a ji başûr li rojava û ji rojava li başûr. Girtina sînor ya di nava kurdên rojava û başûr de a ji aliyê rêveberîya kurd a başûr ve herî zêde kurdan xamgîn kir û êşand. Bo vê yekê, kurdan hişk berteka xwe da nîşandin. Kurdan, ji wê sînor girtina başûrê kurdistanê re gotina "Ambargo" bikarhanî. Jê re gotin ku "ev ambargo ya". Lê ne kurdên başûrê kurdistanê û ne jî kurdên rojavayê kurdistanê ew "rewşa ambargo" nasnekirin û li dijî derketin.
 
== Herêmên ku ketin bin kontrola kurdan ==