Helbest: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
B r2.7.3) (robot zêdekirin:pcd:Poésie |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
'''Helbest/şiîr''' di edebîyatê de beşek girîng e; ku di edebîyata kurdî de beşa herî girîng e. Gor fikrên ekserîyetê li serê erdê destpêka edebîyatê bi helbestê bûye; ango berhema edebîyatê ya yekemîn helbest e.
Çira helbest tê gotin, ango helbest çîye? Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, [[deng]] û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye. Bi corekî din helbest şêweyek vegotina wêjeyî/edebî ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahangdar tê hûnandin. Lê dîsa jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye.
Di helbestê de bibîrxistin, nîgaş/xeyal, sehek, feraset cîhên girîng digirin. Vegotin/îfade zêdetir porkirî ye, bilêvkirin/telafûz zêdetir bi mûsîkî û bi tesîr e, hest zêdetir li pêş û hêzdar e. Hesteyên derûnî, rindîyek bandorker, nagihanîyek bi sir heye. Pêwendîyên di navbera peyîv û deng de bi awazî/melodîk e. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêvdike û li ba her xwendevanekî curecur bandor, întîba û bibîrxistanan derdixe holê. Di helbestan de ruhek heye ku xwendewanên xwe curecur dorpeç dike. Di navbera helbest, stran, muzîk û govend de pêwendîyek zexm heye.
Kesên ku [[helbestan]] dinivisînin re jî helbestvan an jî şaîr tê gotin.
== Curên Helbestê ==
|