Şerê Kendavê 1991: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Piling (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
 
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Şerê Kendavê yê duyem''' di 17 Çileyê sala 1991'an de bi navê bahoza çolê destpêkir û meh û nîvekê berdewamkir.'''
 
Şerê duyem yê Kendavê ji ber ku Saddam Huseyên li ser daxwaza [[Neteweyên Yekbûyî]] xwe ji Kuweyta dagirkiribû paşve nekişand, destpêkiribû. Balafirên şer û roketên Emerîka û welatên hevgirtî, di encama bombardûmaneke 40 rojan de, Iraqê wergerandin moxilê. Şerê Kendavê, di 28'ê Sibata sala [[1991]]î de, bi teslîmbûna Iraqê re, bi agirbestekê, bi dawî bû. Niştecihên paytext Baxdayê û hin bajarên Iraqê, di 17'ê Çileya sala 1991'an de danê Sibê bi awaz û dengên balafir, roket û çekên ezmanparêz re, çavên xwe ji xewa şîrîn vekirin.
 
Di yekemîn şeva şer de, bi sedan balafirên şer li ezmanên Baxdayê ref bi ref xuyakirin û bombeyên xwe barandin. Di heman demê de, keştiyên şer yên Emerîka û keştiyên hin welatên hevgirtî ji Kendavê û derya Spî ya naverast, Baxdat dan ber roketan. Artêşa Iraqê, beriya êrîşa Emerîka û hêzên hevgirtî li Kuweytê 4 meh û nîvên xwe tijî kiribû. Artêşa Iraqê bi alîkarîya welatên rojava û bi taybetî-jî bi hevkariya Emerîka, di dema şerê Iraq û Iranê de bûbû artêşeke mezin û nûjen. Di wê demê de, hefsarê artêşa Iraqê bi destgirtin li derveyî derfetan bû. Neteweyên Yekbûyî, bang li Iraqê kir ku heta 15'ê Çile xwe ji Kuweytê paşve bikşîne. Lêbelê digel banga navnetewî, biryarên Neteweyên Yekbûyî, gefên hêzên hevgirtî û leşker komkirina wan li Kendavê, [[Saddam Husên]] razî nekir ku xwe ji Kuweytê paşve bikşîne. Balafirên şer yên welatên Hevgirtî, heta 24'ê Sibata sala 1991'an ji ezmanan, erda Iraqê bohist bi bohist bombebarankirin. Di encama bomberdûmanê de Iraq bi dehan sala paşve zivîrî û wergeriya çolekê. Hêzên Hevgirtî di 25 Sibata heman salê de, di erdê re êrîşî ser leşkerên Iraqê kir û di encama şerekî 100 saetî de, leşkerên Iraqê ji [[Quweyt]]ê derxistin. Şerê Kendavê bêyî ku dawî li desthilatiya Saddam Husên bîne di 28 Sibatê de bi teslîmbûna desthilatiya Baxdayê û bi agirbestê dawî lê hat. Di dema şer de serokê wê demê yê Emerîka Corc Bûş gelê Kurd û gelên Iraqê ji bo serhildanê xiste nava heyecan û xwîngermiyekê. Lêbelê [[Emerîka]], piştî serhildana gelên Iraqê, di serî de gelê Kurd, hemû însanên Iraqê li ber dergahê mehdera desthilatiya Baxddayê hişt. Ev helwesta Waşinton bi giranî li ser gelê Kurd û gelên Iraqê bi nebaşî bandora xwe kir. Herwiha rêxistinên Kurd yên li Başûrê Kurdistanê ji ber polîtîkayên xwe yên bi derve girêdayî ketin nava aloziyekê.
 
[[Category:Dîrok]]