'''Ebu'l-Ebas Ehmed bin Xelikan''' ({{bi-ar|أبو العباس أحمد بن خلكان}}, ''Abu'l-Abbas Ahmad bin Khallikan'') an bi kurtî '''Ibn Xelikan''', [[nivîskar]], [[dîrokzan]] û zaneyekê [[Misilman]]ê di [[sedsala 13'an]] de jiyabû. Her çiqas pirtûk û xebata wiya navdar û bingeha heta îroj mayî [[Wefayat el Ayan]] (bi [[kurdî]], ''Mirina Zadegan'') bi zimanê erebî hatibû nivisîn jî gorî hin çavkaniyan ew bi eslî xwe [[kurd]] bû. Ew di sala [[1211]]an de li [[Hewlêr]]ê ji dayik bûbû. Wî di [[1256]]an de dest bi pirtûka xwe kiribû û di [[1274]]an de jî temam kiribû. Di wê pirtûkê de wî jiyana 865 kesî nivisandiye û qeyd kiriye. Wî di wextên cida de li [[Qehîre]] û Şamê [[qazî]]tî kiribûye. Ew li [[Şam]]ê di sala [[1282]]an de çûbûye rihmetê.
== Girêdanên Derve ==
* [http://www.britannica.com/eb/article-9041924 Li ser Ibn Xelikan di Britannica de]