Heciyê Cindî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B file → wêne
B Wêne Heciyecindi.jpg ji gotarê hate jêbirin, çûnkî ew wêneya li Commons ji Fastily hate jêbirin. Sedemê jêbirinê ev bû: Per commons:Commons:Deletion requests/File:Heciyecindi.jpg
Rêz 1:
'''Heciye Cindî''' (z. [[1908]] – m. [[1'ê gulanê]] 1990) [[fîlolog]], [[wergêr]] [[zargotinzan]] û [[nivîskar]]ê kurd e. Cindî nivîskarê pirtûka [[Ûsiv û Zelîxe]] ye.
 
[[Wêne:Heciyecindi.jpg|thumb|upright|200px|Heciyê Cindî]]
== Jînenîgarî ==
'''Heciyê Cindî''' di sala [[1908]]'a li gundê [[Yemençayîr |Emançayîr]]a girêdayî [[Dîxor]]a [[Qers|Qersê]], li [[Bakurê Kurdistanê]] ji malbateke [[Kurd|kurdên]] [[êzîdî]] jidayîkbûye. Zarokatiya wî li gund derbasbûye. Lê di salên [[1918]]'a de, ji ber komkujî û êrîşên leşkerên tirkan, ew direvin derbasî aliyê [[Sovyet|Sovyetê]] dibin. Li wir Hecî bê xwedî dimîne, lewra jî dikeve Sêwîxaneyê û di wir de jiyana xwe destpêdike. Her wiha jî di sêwîxaneyê de bi sedan zarokên Kurd yên bê xwedî hebûn, di sêwîxanê de perwerdeyên sereke û yên navîn dibînin. Heya sala [[1929]]'a, ew derbasî qursa amadekirina mamostayetiyê dibe. Di sala [[1930]]'a de, dikeve Fakulteya [[Êrîvanê|Êrîvanê]] ya Fîlologiyê. Wisa jî dibe xwendevanê Kurd yê yekemîn ku li Ermenîstanê di fakultê de tê qebulkirin. Di sala [[1932]]'a de, dest bi berhevkirina meteryalên zargotin û folklora kurdî dike. Her wiha jî ji sala [[1930]]'î de, di [[Riya Teze]] de dixebite. Her wiha jî di radyoyê kurdî (ku tenê nûçe diweşandin) de xebitî. Serokê akademiya pedagojiya Kurdî ya li [[Ermenîstan]]ê bû. Di sala [[1938]]'a de, ji aliyê rêvebirtiya [[Stalîn]] ve li gel gelek rewşenbîrên kurd yên dinê, bi tewana ku ajanên [[dewletên Împeryalîst]]in, tê girtin û davêjin zindanê. Piştî ku azad bû, dîsa dest bi afrandin û xebata xwe kir. Gelek pirtûkên dersan ji bona dibistana nivîsandin, çend pirtûkên ji zimanên din wergerandin [[zimanê kurdî]], gelek pirtûkên berhevkariyê çapkirin. Di aliyê din de jî, di [[Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd]], di [[Yekîtiya Nivîskarên Kurd]], di [[Akademiya Kurdzaniyê]], di rojname û komîsonên ziman de roleke xwe ya pêşengî leystiye. Ew di aliyê raman û jiyana xwe de jî mirovekî zana û pêşkeftî bû. Yekemîn Kurd li [[Qafqasya]] ku keçên xwe dişîne dibistanên bilind ewe bû, yekemîn kurdê Qafqasya ku keçên xwe bêyî [[qelen]] û li gorî daxwaza wan dizewicîne dîsa ew bû, di nava hemû [[Kurdên Sovyetê]] de yê ku herî zêde afrandin û xwedan berheme dîsa ew bû. Heciyê Cindî, di [[1'ê gulana]] sala [[1990]]'î, çavên xwe ji cîhanê girt û çû ser dilovaniya xwe.