Misira kevnare: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Ji Wikiya almanî bi kurmanciyeke sivik hatiye wergerandin. heger çavek lêbigerin wê kêfxweş bim. Spas...
Rêz 30:
=== Qiraliyet ===
[[Wêne:Pharaoh with double crown.svg|thumb|Qiralê bi du tacî û riyê a merasîmê.]]
Welat ji aliyê firawinê weke welateke navendî dihat birêvebirin, û firawin bi xwe wek kurê rojê dihat qebûlkirin. Gel wî wek temsîlê xwedayan ê li rûyê erdê pîroz dikir û di vê baweriyê de bû ku ew erkeke pîroz dimeşîne. Loma hêz û mafê wî bêsînor bû. Ew xwediyê tenê yê hemû erd û rezan bû: çi li ser wê rûerdê hatibe çandin jî, ya fîrawinê tenê bû. Zelalbûnên xwezayî yên erdê û hemû qezenckiriyên şeran ên wî tenê bûn. <ref>[[Thomas Schneider (Ägyptologe)|Thomas Schneider]]: ''Lexikon der Pharaonen'' (Ensîklopediya Fîrawinan). Albatros, Düsseldorf 2002, ISBN 3-491-96053-3, S. 28.</ref> Qiralê bi gelemperî rêveberiya xwe ji wergirtina textê heta dawiya jiyana xwe dimeşand. Gava ew dimiriya, paşhatiyê wî kurê wî yê herî mezin bû. Qiral û malbata wî di sarayeke taybet de dijiya. Saray ji aliyê malbata pîroz ve hatibe bikaranîn jî, ji raya giştî re vekirî bû û bi pirranî li paytexta welêt peyda bûbû. Kar û armanca herî mezin a qiralê hertim rihetî û serkeftina welêt û Maat (başbûyîna nîzama cîhanê) bû. Hemû qanûn û ferman bi destûra wî derdiketin, aborî û danûstandin jî di bin kontrola wî de bûn. Herwiha, ew serokê artêşê jî bû û bernameyên avahî lêkirinê - bi taybetî avakirina perestgehan - di bin emrê wî de bûn. Ji bilî vê, reformên pêwîst derbas dikir, wezîrên bilind ên ku di mijarên rêveberiyê de alîkariya wî dikirin hildijart û ji kesên ku serkeftinên balkêş bidestdixistin xelata zêrîn dida wan. Ji vê bêhtir, ew ji bo bi cih anîna ol û îbadetan jî berpirsiyar bû û sewa vê armancê berpirsiyarên perestgehan  hildijart.
 
Meth lê daneke taybet ji jiyana wî ya bêdawî ya piştî mirinê hebû. Lewra di dema rêveberiya wî de dest bi avakirina gora wî ya qiralî dihat kirin. Di 30'emîn rojbûyîna wî de, û piştre her sê salan carekê, [[mîhrîcana Sed]] (ji bo tezekirina rêveberiya qiralan) dihat pîrozkirin. Ji bilî vê yekê, pîrozbahiyên din ên wek ya seydê - bi taybetî ya seyda hîpopotam û şêran - û [[mîhrîcana yekbûyînê]] hatin lidarxistin. Di çarçoveya mîhrîcana yekbûyînê de qiral weke paşhqtiyê yekemîn qirala Misirê dihat pîrozkirin, yê ku li gorî gotegotê (rîwayetê) emperatiriyê ji nu ve kiribû yek.