Qizilce: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Heseni (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 25:
}}
 
'''Qizilce''' (bi tirkî: ''Kızılca''), gundekî piçûk û şîrin ê di herema [[Oxî|Oxiyê]] da ye. Deşta ku bajarê Depê bi xwe jî di tê de cîh digire bi navê Oxî yê tê navkirin. Oxî bi xwe navê heremê ye. Depe bi navê fermî Karkoçan e ku qezayek girêdayî bajarê mezin [[MezraMezre]] yê ye. MezraMezre bi navê fermî Elaziğ e. Di navbera MezraMezre û Depê 100 km ye. Dep alîyê rojhilat dikeve. Navbera Depê û Çewlikê/Bîngolê 50 km ye. Qizilce li bakûrê Depê dikeve. Navbera Depê û Qizilcê 5-6 km ye. Gundên ku bi sinorên xwe cîranên Qizilcê ne avana ne: Hemzelîyan, Cobir, Oxçîyan, Mêrga Mendê, Badiran, Alikana Jorin û Alikana Jêrin. Der û dora Qizilcê, yanê herema Oxi yê, havînê gelekî germ e. Lomaye ku Hozan [[Zinar Sozdar]] di stranek xwe de wusa dibêje:
:« Erdê Depê erdekî germ e, hêkê dayînî hêk dipêjî. »
 
Erdê Qizilcê mîna navê wê sor e û pirr berdan e. Gundî û cotkar li zeviyên mezin nîsk, genim, lazût, gulên berbîro, zebeş û qultixan (qawûnên piçûk) diçînin/dajon.
Li deşta gundê Qizilcê [[mermer]]ekî delal û has derdikeve. Bi demekî dirêj hinek f1irmeyaanfîrmayên li vê derê bi kepçan û kamyonan mermer derdixistderdixistin û dibirdibirin bajarên din difirotdifirotin. Lê derxistina vî mermera Qizilcê pirr bi zexmete û di nav de tîş derdikevin. Lomaye ku êdî di derxistiaderxistina wî dest hatîye berdanê.
Qizilce bi ava xwe şor û bi germika xwe li gola şorê û gola kûpik meşhûre. Va ava ji bona mirovên ku kevir li gurçikên wan da hene baş e. Germik jî ji bona pirzik û xurê şîfayekî mezin e. Ji ber vî yekê her sal ji derdora Oxiyê bi sedan mirov tên erdê Qizilcê, ava şor vedixwin û dikevin germikê.
 
Zîyareta Qizilcê, [[Şengul Baba]], jî li wî heremê bi nav û deng e. Zîyaret di navbera Qizilcê û [[Mêrga Mendê]] da li ser tepikekî ye. Mezela Şengul Baba di nav darên Qizbanan da bi kevirên sipî hatîye çê kirinêkirin. Hinek caran mirov tên li ser zîyaretê û dûa dikin, quranê dixînin, mûman vedixinin û xaliya zîyaretê dixwin, yan jî bi tev xwe dibin mal. Gava ku roj kurt dibin û hêdî hêdî payîz tê qizbanên zîyaretê mîna xwînê sor dibin û mirov bi xwerina wan têr nabe.
 
Li Qizilcê jî mîna gund û bajarên din yên [[Kurdistan]]ê pirr mirov li tê da nemane. GundiyanGundîyan malên xwe li ber şerê devleta romê bar kirin, koçber bûn, çûn bajarên mezin mîna [[MezraMezre]]yê, [[Stenbol]]ê, yan jî welatên [[Evrûpa]] yê mîna [[Elmanya]] yê û [[Hollanda]] yê. Tenê qalkal û zarok man bi serî xwe li gundê Qizilcê.
 
== Gelhenasî ==