Mîtolojiya yewnanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B {{çavlêgerandin}}
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
{{çavlêgerandin}}
[[Wêne:Zeus Otricoli Pio-Clementino Inv257.jpg|thumb|left|''Zeus'']]
[[Wêne:William-Adolphe Bouguereau (1825-1905) - Homer and his Guide (1874).jpg|thumb|300px|right|''Homer,helbestvanê kor,li gori tabloyeke [[William-Adolphe Bouguereau]]]]
Vebêjeyên mîtolojîk ên Yûnanî bi vegotineke muhteşem li seranserê cîhanê bûne xwediyê deng û rêzdariyeke mezin.
 
Rêz 19:
 
Uranos ji hêza van şeş zarokên xwe ya hovane tirsiya û ew di kûrahiya Tartaros de heps kirin. Uranos bawer kir ku dê bi vî awayî desthilatdariya xwe abadîn bike. Lê dilê Gaia bi jana zarokên wê pare pare dibû û li benda fersenda tolhildanê bû.
 
[[Wêne:Peter Paul Rubens 108.jpg|thumb|160px|]]
Zarokên Gaia û Uranos ên din sêzdeh Tîtan bûn. Ji Tîtanan Helîos xwedayê rojê, Selene xwedawenda heyvê, Okeanos xwedayê oqyanûsan, Thetîs xwedawenda kehanetê, Kronos xwedayê zemên, Rhea xwedawenda bereketa zayendî bû.
 
Rêz 25:
 
Piştî serhildanê Kronos li şûna bavê xwe bû xwedayê asîmanan. Lê ji ber ku mîna bavê xwe ji Dêwên Sedmil û Kyklopan tirsiya, sonda xwe bi cih neanî û ew di tariya kûrahiya Tartaros de hiştin.
 
[[Wêne:1863 Alexandre Cabanel - The Birth of Venus.jpg|thumb|203px|left|]]
Piştî hêvîşkestinê Gaia li benda fersendeka din ma ku zarokên xwe ji kûrahiya Tartaros derîne. Û bi kehanetekê got ku dawiya Kronos jî dê mîna ya bavê wî be.Lê Kronos bi baweriyeke mezin got ku “ ez dê qedera xwe biguherim”. Lê guhertina qederê ewqasî ne asan bû. Kronos ji jina xwe Rhea pirr hez dikir û piştî demeka kin keçeke nazenîn a bi navê Hestia ji dayik bû. Dema Rhea ew nîşanî bavê wê Kronos da qedera Kronos di serê wî de bi vîzîn buhurî û bi tundiya van hestan keça xwe Hestia bi carekî daqurtand. Paşê çar zarokên din ji Rhea re çê bûn. Tev zarok jî bi heman hestên tund ên Kronos hatine daqurtandin: Poseidon, Hera, Demeter, Hades.
 
Ji ber van bûyeran dilê Rhea bi janan tijî dibû. Dema ku bi zarokê şeşemîn avis bû, çû çem diya xwe Gaia û alîkarî jê xwest. Gaia got ku dema zayînê hat biçe Girava Girîtê û li wir li Çiyayê Dîktîsê li şkefta veşartî xwe veşêre. Gaia got ku,” ez dê bi periyan alîkariya te bikim ku dê zaroka te bi şîrê bizinan xwedî bikin û dê dergûşa wî bi darekê ve daleqînin ku Kronos ne li asîmanan ne jî li behrê nabîne.” Gaia got ku ji bo xapanina Kronos jî tenê ferşekî bi qasî zarokekî bes e.
 
[[Wêne:The Mutiliation of Uranus by Saturn.jpg|thumb|300px|''Uran'']]
 
Bi vî awayî Rhea, piştî ku Zeus çê bû ew li şkeftê hişt û bi kevirekî çû cem Kronos. Dema Kronos kevir dît berî ku lê binihêre ew bi çarekî daqurtand. Herwiha got qey min qedera xwe cardin guhert. Lê guhertina qederê ewqasî ne asan bû. Sal buhurîn Zeusê zarok mezin bû, bû xwedayekî gihîştî. Bêyî ku haya Kronos jê hebe.
 
Line 39 ⟶ 41:
 
Paşî xwedayan ji bo ku desthilatdariya xwe bibijêrin peşk avêtin. Ji Zeus re xwedahiya asîmanan, ji Poseidon re xwedahiya deryayan, ji Hades re jî xwedahiya binê erdê derket. Zeus bi xweha xwe Hera re zewicî û ew bû xwedawenda zewac û zayînê. Hestia bû parêzvana malbatê. Demeter bû xwedawenda bereket û çandinê. Zeus bû bavê xwedayên din jî paşî; Athena, Apollon, Artemîs, Persephone, Ares û Hephaistos. Bi vî awayî dawî li desthilatdariya Tîtanan hat û desthilatdariya xwedayên nû dest pê kir.
 
[[Wêne:Poseidon sculpture Copenhagen 2005.jpg|thumb|300px|''Poseidon'']]
 
== Vebêjeyeka mîtolojîk ji yên grekan: Nivîsa estûr ==
Line 65 ⟶ 68:
 
Xwedayên nemir ku dizanin Persephone li kû ye bê deng dimînin. Mirovên mirinok jî nikarin alî wê bikin. Ji bo ku tariya şevê lêgerîna wê qut neke ji agirê sor ê kratera Çiyayê Etnayê du darên qajê pê dixe. Ji hingî ve ne stêra berbangê ne jî ya êvarê dîtine ku bêhna xwe vedide. Lê beredayî digere li cîhanê. Di dawiyê de Demeter diçe Sicîlyayê ku keça wê dawîn li wir hatibû dîtin. Bêyî ku bizanibe kî sûcdar e her kesî ceza dike. Ger kesek nebêje ka çi bûye ji keça wê dê diyariyên xwe yên ku jiyanê didin ji wan bistîne. Kotanan dişikîne, gayan û xwediyên wan dikuje. Emir dike cîhanê de ku tovên di axê de veşartî ziwa bike û wan kurmî bike. Axa ku bi bereketê navdar e hêdî hêdî şorax dibe. Paşê bayên tund bi xwe re tofanên baranê tînin. Teyrên çavbirçî garisên ku di lasikan de ter mane xelas dikin, dixwin. Xwedawenda mezin diçe derên dinyayê yên din û ji tev mirovahiyê re ziwahî, perîşanî û xelayê tîne. Paşê xwedawenda mezin bi meşaleyên xwe yên ku hîn jî pêketî ne diçe cem Heliosê ku hem xwedayan hem mirovan hem jî tavê temaşe dike. Demeter jê re wiha dibêje:” min qêrîna keça xwe kir, mîna ku bêyî dilê wê hinek wê birevînin diqêriya. Dîsa jî nizanim ka çi bûye jê, ji ber ku erebeya te, te ser erdên çandî û deryayên bi lez diherikin digerîne divê te dîtibe ku kî keça min revandiye.”
 
[[Wêne:Herakles and Telephos Louvre MR219.jpg|thumb|270px|Herakles]]
Mîr Helios wiha bersiva van peyvan dide:” ji ber ku ez bi halê te yê bikerb xemgîn dibim ez ê ji te re rastiyê bibêjim. Ewrcivîn Zeus bo ku bibe keybanûya wî alîkariya Hades kir û Persephone da revandin. Min qêrîniya wê ya dema revandinê kir. Dîsa jî ji ber ku birayê te mîrê miriyan xwediyê mîrîtiyeke mezin e, ev ê zewaceke baş bibe. Hêrsa xwe bibirre û jana xwe kêm bike.” Wê demê dilê Demeter bi hêrs û janake kûrtir tê dagirtin. Demeter biryara xwe dide ku Olîmposiyan bi kuştina tev mirovan ceza bike. Ji vir pê ve mirov êdî xwedayan bi qurban û diyariyên bêpayan rûmetdar nakin. Û Hadesê erjeng ê xwediyê pirrtir miriyan bibe bo rûmetdarkirinê.